Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Girtiyên PAJK’ê banga xwedîderketina li Rêber Apo kirin

Girtiyên PAJK’î têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin diyar kirin ku divê dewlet ji bîr neke ku her tim amade ne ku li dora Rêberê xwe bibin xeleka ji agir û ev bang kir: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêbertî derkevin.”

Nerazîbûnên li hemberî tecrîda girankrî ya mutleq ku li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin her ku diçe zêde dibe. Girtiyên PAJK’ê ji bo şikandina terîdê daxuyaniyek weşand. Girtiyên PAJK’ê diyar kirin ku dewleta tirk ji sala 2011’an û vir ve bi awayekî sîstematîk li ser Rêber Apo tecrîda girankirî dimeşîne û wiha hat gotin: “Tecrîda girankirî dema di serî de bi ya Rêbertiya me û bi berxwedana zindan, gerîla û gel hate ber asta şikandinê, dewleta Tirk a ku bûye çete di sala 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ xist dewrê, tecrîda li ser Rêbertiya me û konsepta îmhayê kiriye polîtîkayeke giştî.  Armanca wan ew e ku li her qadê îmhakirinê ji xwe re bikin esas, berxwedana me di nav qad û herêman de asê bikin, Rêbertiya me îzole bikin û wî bidin jibîrkirin. Dema ku ev polîtîka bi berxwedana ruhî û fîzîkî ya zindan û gerîla hate pûçkirin, ligel ku dost û hevrêyên wî nedikarîn nameyeke bi hevokekê jî jê re bişînin, ji zindana Îmraliyê re nameyên gefxwarinê hatin şandin. Şandina van nameyan û naveroka wê ji aliyê heman hêzan ve li çapemeniyê tê belavkirin. Bi vî tiştî re dixwazin çi bikin?”

Girtiyên PAJK’ê daxuyandin ku dîroka berxwedanê gelek caran nîşanî dewletê daye ku Rêber Apo, ji bo her kesî meseleya man û nemanê ye û wiha domand: “Divê dewlet ji bîr neke ku li dora Rêberê me yê ku di navenda têkoşîna me ya azadiyê de cih digir,  xeleka agir her tim amade ye û divê dewlet me bi Rêbertiya me neceribîne. Di vî warî de em xeta berxwedana dîrokî ya PKK û PAJK’ê tînin bîra dewletê û em dewletê hişyar dikin.Em diyar dikin ku ev polîtîka ji bo qebûlkirin û meşrûkirina di hest û fikran de têkirin, dixwazin li refleksa me binihêrin û piştre me bêyî refleks bihêlin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van êrîşan hişyar bin, bi helwesta xwe polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya faşîst pûç bikin û xwedî li Rêbertî derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar