Dewleta dagirker a trik bi salan e çiyayên Kurdistanê bomberan dike û bi destên cerdevanan jî xwezayê wêran dike. Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Cilênimêja yên Şirnexê bi destê cerdevanan û di bin çavderiya leşkeran de dar tên birîn. Li herêmên navborî heta niha bi sedhezaran dar hatine birîn û dewletê niha jî li qadên nû dest bi birîna daran kir. Yek ji herêmên di bin navê lêgerîna petrolê de ev zêdetirî saleke dar lê tên birîn Gabar e. Şêniyên herêma Kuştiyan a Gabarê dan zanîn ku li herêma wan di bin navê lêgerîna petrolê de zêdetirî 10 roj in dar tên birîn.
Di dîmenên ku Ajanasa Mezoptamyayê (MA) bi dest xistiye de xuya dibe ku gelek dar hatine birîn.