Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Mamosteyên başûrê Kurdistanê dest bi boykotê kirin

Li başûrê Kurdistanê nedana mûçeyên mamoste û karmendan bi girseyî tê şermezarkirin. Bi dehan mamostayên Silêmaniyê, Kelar, Helece, Koye ji ber nedana mûçeyan çalakî kirin û diyar kirin ku heta mûçeyên wan neyên dayîn, ew naçin dibistanan.

Li başûrê Kurdistanê ev zêdetirî du meh in mamoste û karmendên saziyên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine. Hikûmetê ji bo dayîna mûçe jî tu demek diyar nekiriye. Ji ber Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên karmend û mamostayan belav nake, roj bi roj boykota mamoste û karmendan berfireh dibe. Divê çarçoveyê de bi dehan mamoste li ber derê avahiya Rêveberiya Perwerde ya Silêmaniyê, dijî nedana mûçe kombûn û çalakiyek lidarxistin. Mamostayan ragihand ku heya mafên wan yên darayî neyê pêşwazîkirin û mûçeyê wan neyê dayîn, ew ê neçin dibistanan û waneyê nedin xwendevanan.

Çalakiyên boykotê mezin dibe

Li naveçeya Kelar a Germiyanê ji beriya niha karmendên şaredarî, dadgeh û tendirustiyê ji ber nedana mûçe boykot ragihandibûn. Îro li navçeyê beşek ji mamostayan jî bi heman armancê boykot ragihandin. Mamostayên Kelarê diyar kir heta mafên wan ên darayî neyên dayîn ew ê dawî li boykotê neyînin.

Bi heman armancê mamostayên wanebêj ên parêzgeha Helebce jî li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeya Helebce kom bûn û boykota proseya xwendinê ragihandin. Di çalakiyê de li ser navê mamostayan, mamoste Selahedîn Zelmî daxuyanî da û got: “Em jî piştgiriyê didin tevayî dengên nerazî da ku rêz li rûmeta tevayî mamostayan were girtin. Em daxwaz ji tevayî dengên nerazî dikin hevkariya me bikin daku bigihîn armanc û daxwazên xwe.”

Di vê çarçoveyê de Serokê Sendîkaya Tendirustiyê ya Silêmaniyê Hawjîn Osman di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ji derveyî beşa lezgîn, navendên beşa lezgîn ên nexweşxaneya Şar, nexweşxaneya zarokan û beşa lênêrîna giran, li tevayî navendên din ên tendirustiyê boykota giştî radigihînin wiha got: “Me sê roj dem dabû hikûmetê, ji ber xemsarî û guh nedana daxwazên me, em gihiştin vê biryarê. Ev jî take şêwaze ji bo mafên xwe yên rewa bidest bixin.”

Yekîtiya Mamostayan piştgirî da boykotê

Serokê Şaxa Helebce ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Faruq Xefur bi daxuyaniyek çapemeniyê helwesta xwe ya li hemberî destpêkirina sala nû ya xwendinê aşkera kir. Xefur got ku îro yekem zengila sala nû ya xwendinê hate lêdan, hemû kes ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê kêfxweş bû, lê mixabin pêvajoya perwerdeyê rastî pirsgirêkan hat û ev bang kir: “Bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikîn, di demek ji yadin zûtir de, pirsgirêk dawî bînin û divê belavkirina mûçe erkê sereke yê hikumetê be. Dewamkirina sala nû, girêdayî belavkirina mûçeye. Em piştigiriyê didin mamosta û karmendên di nava boykotê de. Herwiha divê hikumet mamostayên bi peyman tayîn bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar