Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewlet îşkenceyê li girtiyên nexweş dike

Li girtîgehên Tirkiyeyê li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di nava girtiyên nexweş de 651 girtî rewşa wan giran e. Li gorî raporên ÎHD’ê di sala 2022’yan de 78 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di 5 mehên ewil ên sala 2023’an de jî 15 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Niha tevî banga malbatan û parazvanên mafên mirovan, dîsa girtiyên nexweş nayên berdan. Gelek girtiyên nexweş hem temenê wan mezin in, hem jî nikarin di şert û mercên girtîgehê de bi tena serê xwe bijîn. Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş her hefte daxuyaniyan dide û dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Înîsiyatif her hefteyê balê dikişîne ser rewşa girtiyekî nexweş. Înîsiyatifê di hefteyê dawî de rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê 83 salî ku bi nexweşiya demansê ketiye, girtiyê nexweş Yilmaz Ozalp ê 43 salî ku krîza dil derbas kir, girtiyê siyasî Hûlkî Guneş ê 59 salî, girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a 62 salî û ji sedî 90 astengdar e, girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya yê 80 salî ku ji sedî 93 astengdar e, kir rojev. Tevî rewşa wan giran in û nikarin bi tena serê xwe bijîn jî, li ser helwesta girtîgehê ev girtî nayên berdan.

Bi taybetî di 2 salên dawî de Lîjneya Çavdarî û Îdareyê ya Girtîgehan, rol û rista dadgehan daye ser xwe û bi awayekî keyfî û li dijî hiqûqê girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediya be serbest bernadin. Rêveberiya girtîgehan ku li gorî daxwazên hikûmeta AKP-MHP’ê tev digerin, armanc dikin ku tolê ji girtiyan bistînin.

Lijneya Çavdarî û Îdareyê ya girtîgehan, zorê li girtiyan dike ku girtî ji doza xwe poşman bibin. Dixwaze ku girtî ji ser fikra xwe vegerin û îteatkariyê li ser girtiyan ferz dikin. Lê girtiyên ku poşmantî û îteatkariyê qebûl nakin serbest nayên berdan.

Herî dawî li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, berdana girtiyê nexweşê epîlepsiyê Mehmet Huseyîn Oz 4 caran 3 mehan hate taloqkirin. Parêzerê Oz Bulent Dûran û birayê Oz, Serhat Oz destnîşan kirin ku Mehmet Huseyîn Oz bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bijî û xwestin serbest bê berdan. Serhat Oz destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê qanûna poşmantiyê li birayê wî ferz dikin û ji ber birayê wî poşmantiyê qebûl nake, serbest nayê berdan. Her çend malbatê serî li ÎHD’ê û rayedarên fermî dan jî tu encam bi dest nexist.

Ev helwesta rayedarên dewletê û hikûmetê nîşanî me dide ku dixwaze dubare, sêbare girtiyan ceza bike. Rayedarên dewletê bi vê nêzîkatiya xwe îşkenceyê li girtiyên nexweş dike û tolê ji girtiyan hiltîne.

Em dibînin ku Tirkiye li vir peymana mafên mirovan a gerdûnî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê dike. Mafê jiyana girtiyan binpê dike. Li şûna jiyana welatiyên xwe biparêze, wan terkî mirinê dike. Bi bernedana girtiyan, îşkenceya derûnî û îşkenceya fîzîkî li girtiyan dike. Rê li pêş dermankirina girtiyan digire û bi vê rêbazê îşkenceyê li girtiyan dike.

Li dijî vê îşkenceyê sazî û dezgehên ku erk û rola parastina mafên mirovan dane ser xwe, lazim e tenê vê rastiyê bi rêya raporan aşkere nekin.  Divê tenê bi daxuyaniyekê xwe bi sînor nekin. Pêwist e ku bêtir çalaktir tev bigerin û zorê li rayedaran bikin. Divê malbatên van girtiyên nexweş jî tev dest bidin hev û li gel parazvanên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê. Divê rêxistin, partiyên siyasî jî bêtir piştgiriyê bidin malbatan û rê nîşanî malbatan bidin. Divê partiyên siyasî yên ku mafên mirovan, demokrasî, edalet û aştiyê diparêzin, karibin pêşengiyê ji van malbatan re bikin.

Heta ku rêxistin, partî û dezgehên mafên mirovan diparêzin û malbat destê xwe nedin hev, dê dewlet zû bi zû girtiyên nexweş serbest bernede.

Heta ku hêzên muxalîf dengê xwe bilind neke û nekeve nava tevgerê, dewlet û rayedarên girtîgehê dê vê îşkenceyê berdewam bikin. Ji bo vê yekê divê bi lez û bez zend û bendên xwe babidin û têkevin nava tevgerê.

Nûçeyên Têkildar