Endama Koordînasyona KJAR’ê Çîmen Şine bi wesîleya salvegera yekemîn a serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji ANF’ê re axivî.
Çîmen Şine got: “Nexşeya rê ya şoreşa jinê ku rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk hat, niha li tevahiya cihanê belav bûye. Xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêleke şoreşê ye ku ji demên berê gelekî wêdetir e. Jinên li hemû bajarên rojhilat û Îranê dimînin, jinên evîdarên azadiyê ne. Jinên Îranî û rojhilatê Kurdistanê jiyaneke nû û sekna xwe ya bi hêvî bi her tiştî, bi por, xwîn, stran, dans, xeta çalakiyê ya demokratîk, bi raperîna xwe salek li pey xwe hiştin. Ji 16’ê îlona 2022’yan û vir ve yên ku ji bo demokrasî û azadiyê şehîd ketin, şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hezkirineke mezin silav dikim, soza biserxistina Îraneke demokratîk û Kurdistaneke azad dubare dikin.”
Çîmen Şine diyar kir ku pêngava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî şoreşa jinê û got: “Îro jî dewam dike. Şoreşa ku jin û ciwan pêşengiyê jê re dikin li vê xakê ala azadiyê bi protestoyan, raperîn û serhildanê her roj bi dayina berdêlan bilind dike. Xaka rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kevneşopiya xwe ya dîrokî û çanda xwe ya berxwedana civakî li dijî şaristaniya navendî û sîstema bi dewlet, timî pêşengî ji serhildan û raperînan re kiriye.
Berxwedana jin û gelên Îranê bi mezinahiya xwe weke şoreşeke bi pêşengiya jinê, bi karakterê jinê kete rojeva tevahiya cihanê. Di nava salekê de ji bo birêxistinkirina vê şoreşa bi pêşengiya jinê gelek nirx hatin afirandin.”
Di dewama axaftina xwe de Çîmen Şine anî ziman ku bi taybetî salên dawî li Îranê pirsgirêkên civakî gihîştin asta herî bilind û got: “Li Rojhilat û Îranê li dijî krîza aboriyê, zextên siyasî, komkujiyên jinan, darvekirinê, îşkenceyên li girtîgehan, pirsgirêkên civakî, qirkirina xwezayê, qetilkirina kolberan, bersiva bi mirinê li azadiyên civakî, qanûna nixumandina bi zorê û li dijî gelek kiryarên din ên zayendîperest, olperest û faşîst bi hezaran serhildan pêk hatin.”
‘Dem hatiye ku neteweya demokratîk bê avakirin’
Çîmen Şine diyar kir ku serhildana 16’ê îlona 2022’yan bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ya bi îşkenceya ‘Polîsên Exlaqê Gaşt-î Îrşad’ destpê kir, mîna parçeyê atomê pêl bi pêl atmosfereke şoreşê afirand û destnîşan kir ku pêvajoya serhildanê di kevneşopiya berxwedanê ya Îran-rojhilatê Kurdistanê de gaveke nû da avêtin.
Çîmen Şine got: “Di heman demê de ji bo tevgerên azadiyê yên jinan ên cihanê jî hesta yekîtiyê, ruhê hevkariyê yê nû afirand. Vê yekê jî di nasnameya jinê de hesteke mezin hevpar kir. Her kar bi fikrê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate birêxistinkirin, sedsala 21’ê ber bi sedsala jinê ve çû û armanca xeta serhildanê diyar kir. Mirov dikare bibêje ku di çarçoveya nexşerêya azadiyê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji bo gel û jinên Îranê pêvajoyeke nû ya demokratîkbûnê hate destpêkirin. Niha dem hatiye ku zend û bend hîn bi xurtî bêne badan. Dem hatiye ku neteweya demokratîk bê avakirin.”
Endama Koordînasyona KJAR’ê anî ziman ku ji hemû pêvajoyên beriya niha yên dîroka Îranê wêdetir, serhildana niha bi rengê jinê çirûskeke şoreşê ya nû pê xist û got: “Dikarim bibêjim ku ev çirûska şoreşê yan jî pêla şoreşê dikare bi milyonan jidayikbûnên nû biafirîne. Vaye komkujiyek bûye sedema hişyarbûna gelekî, fikir û felsefeyek bûye wesîleya demeke dîrokî ya şoreşgerî. Pêvajoya salekê ya piştî 16’ê îlona 2022’yan bi vî rengî dikare bê nirxandin.”
‘Gerîlayên azadiyê bi hêza vî fikrî îro çokê li mêr ê hegemon dide tewandin’
Çîmen Şine artêşa jinê ya gerîlayên azadiyê bi hêza vî fikrî îro çokê li mêr ê hegemon dide tewandin û got: “Gerîlayên jin ên YJA Starê ku cihan tev qîma xwe li vê artêşa jinê ya bêhempa tîne, rastiya vî fikrî nîşan didin. Jinên Rojhilatî û Îranî jî ev bandora gerîla baş fêhm kirin. Mirov dikare çanda berxwedanê û hêza fikrî ya gerîla weke xala hevpar binirxînin. Her kesên ku dixwazin azad bibin didin pey vî fikrî. Ev kombûn jî di armanca azadiyê de pêk tê.
Her wiha ev fikrê ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destpê kir, xwedî rêxistiniya jinê ye, di Şoreşa Jinê ya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî xwedî rastiyeke welê ye ku jin hêmana bingehîn e. Her kesî dît ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo bi rengekî xurt kete meriyetê. Ev paradîgma niha ji bo gelên Rojhilata Navîn û cihanê ronesanseke mezin e. Mirov dikare vê yekê bi vî rengî kurteber bikin. Îro bi hêza vê îdeolojiyê, li her devera cihanê jin û mêr didin pey efsûniya vî fikrî. Ya herî girîng jî ji ber ku di vir de azadiyê dibînin, têkoşînê mezin dikin. Jin, Jiyan, Azadî ji bo jin û gelên cihanê şênber kir ku sedsala 21’ê wê çawa be. Berxwedana jin û gelan di vê serdemê de bi ser ket.”
‘Girankirina tecrîdê komployeke mêr ê hegemon ê gelekî qirêj e’
Têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Çîmen Şine wiha axivî: “Rêber Apo ku 25 sal in li girava Îmraliyê tê ragirtin, rêberê azadiyê yê gelan û jinan hemûyan e. Lewma girankirina tecrîdê komployeke mêr ê hegemon ê gelekî qirêj e ku li dijî azadiya me tê kirin. Li dijî vê êrîşa qirêj a li ser îradeya jinan û gelan, em dibînin ku jin û gelên Îranê di kîjan astê de tecrîdê pûç dikin.
Rêber Apo bi hêza avakirinê ya vî fikrî tecrîd şikandiye. Ev fikrê ku niha tecrîd lê tê ferzkirin, ronesanseke nû ya Rojhilata Navîn û cihanê ye. Ji ber vê yekê tecrîd tê şidandin. Jin û gel tecrîd şikandin. Afirînerê vî fikrî nikare bê tecrîdkirin. Çima? Ji ber ku ev fikir li hemû parzemînên cihanê pêl bi pêl belav bûye. Tovê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê reşandin. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku mirovahî tecrîdê qebûl nake.”