Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK: Divê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi awayekî xurt bê pêşwazîkîrîn

KNK’ê salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir û got: “Em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin û tevlî çalakiyên salvegera Şoreşa Jin, Jiyan û Azadî bibin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 16’ê îlonê salvegera serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand.

KNK’ê diyar kir ku ew daxwazên gel ên ji bo azadî û avakirina welatekî demokratîk rewa dibînin û got: “Em piştgiriyê didin xwepêşandêr û çalakvanan. Her wiha êrişên li ser xwepêşandêran jî şermezar dikin.”

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Niha em di pêvajoya salvegera ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ de ne. Li hundir û derve gelên Îranê xwe ji 16’ê îlonê salvegera serhildanê re amade dikin. Partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bi yekdengî heman bangê dikin û vê yekdengiya hêzên Kurdistanê me dilxweş dike. Em bang li hemû kurdan û gelên Îranê dikin ku di salvegerê de tevlî çalakiyan bibin û xwedî li şoreşa Jin, Jiyan, Azadî derkevin. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên cihanê jî dikin ku gelên Îranê bi tenê nehêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar