Koordînasyona KJK’ê, di salvegera yekemîn a şehadeta Jîna Emînî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û jin di serî de bang li her kesî kir ku dakevin qadan. KJK’ê bang li hemû tevgerên jinan kir ku 16’ê îlonê bikin roja yekîtî û mezinkirina têkoşîna azadiya jinê.
Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Par van çaxan rejîma Îranê Jîna Emînî qetil kir. Li ber bibîranîna Jîna Emîniyê û hemû şehîdên ji ber qetlîam protesto kir li kuçeyan hatin kuştin û bidarvekirin, em bejina xwe bi rêz û minet xwar dikin. Û em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya dewleta mêrserwer bi israr û biryar geş û gur bikin.
Bingeha dewleta Komara Îslamî ya Îranê, li ser tunekirina vîna jinan e. Têgehên ‘exlaq’ û ‘namûs’ê wek çekekê bi kar tîne da ku jinan bike koleyên mêran û dewletê, li gor xwe bi teşe bike, ger nebe, vê wek rêgezeke nebe nabe li ser jinan ferz dike. Jîna Emîniyê ku xwest ji bo can û porê xwe vîna xwe deyne holê, nobetdarên exlaq ên rejîma Îranê şertê ’ya tu yê li gor serweriya dewlet-mêr bibî ya jî tu yê ji canê xwe bibî’ da ber û ew kuşt. Jîna Emîniyê koletiya li Îranê li ser jinên kurd, faris, azerî belûc û wekî din tê ferzkirin, qebûl nekir, li ber xwe da û dewletê ew kuşt.
‘Pêşengên têkoşîna azadî wekhevî û edaletê jin in’
Ev berxwedan, bi wêrekiya ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya têkoşîna me ya jinan a li Kurdistanê ya zêdeyê sih salan e, heye, derketiye holê. Artêşbûna jinan, îdeolojiya jinan, partîbûna jinan û pergala konfederal a jinan, têkoşîna me ya jinan ku bi perspektîfa jineolojiyê mêzin dibe, bandora wê roj bi roj zêdetir dibe û belav dibe. Serhildanên piştî şehadeta Jînayê ji Îranê li hemû cihanê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belav bûn, derxist holê ku bipêşveçûnên çaryeka yekemîn a sedsala 21’ê ku li gor tewereya jinan çiqas bandorbar û gerdûnî ne. Têkoşîna Azadiya Jinan ku li Kurdistanê derketiye holê, li ser esasê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê ava bûye û bi pêş ve çûye. Têkoşîna me ku li dora vê dirûşmeyê geş bûye, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cihanê li ser esasên geşedanên li gor tewereya jinan dikare bibe diyarker. Serhildanên ji ber şehadeta Jînayê çê bûn, hewcedariya jinan û civakê ya bi azadî, wekhevî û edaletê bi awayekê pir baş derxist holê. Û careke din peyitand ku pêşengên têkoşîna azadî, wekhevî, û edaletê jin in.
‘Azadiya bêyî jinan jiyana bêyî azadî nabe’
Li Îranê û welatên din, jin, mêr, bi taybetî jinên ciwan, pêkhateyên civakê yên din ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kir û derket li kuçeyan çalakî li dar xistin, di heman demê de derket holê ku navenda çareseriyê ya esas têkoşîna azadiya jinan e. Berdêl giran be jî, qêriyan ku jiyana bêyî jinan, azadiya bêyî jinan, jiyana bêyî azadî nabe. Sedsala 21’ê çawa ku xaleke werçerxê ya dîrokî ye, têkoşîna azadiya jinan jî bûye xaleke werçerxê ya giring. Rabûna li ber kevneşopiya dewletperest a klasîkî ya Îranê, qalibên hevçax ên xwedêgiravî yên pergala kapîtalîst, bi gotina ’Jin, Jiyan, Azadî’, kiriye ku bîra azadiyê ya civakê û jinan zindî bibe û tev bigere. Biwareke giring a din jî, rastiya mêran e ku tundiya pergala mêrserwer qebûl nekir, jê aciz bû û berteka xwe bi derketina kuçeyan nîşan da. Rastiyeke mêran ku bi jinan re tev li serhildanan dibe, ked dide, dibe şehîd, birîndar dibe û bedel dide çêdibe. Di van serhildanan de xuya bû bi têkoşîna azadiya jinan re hin mêr jî li ser esasekî demokratîk dikevin pêvajoya guherîn-veguherînê ku ev jî di pêkanîna veguherîna civakî de geşedaneke giring e.
Berxwedana Jîna Emîniyê û berxwedana bi milyonan kesan ku li vê berxwedana wê dibin xwedî, nîşaneya avakirina jiyanê li ser esasê wekhevî û azadiya jinan e ji nû ve ye. Berxwedana li kuçeyan, xwebirêxistinkirina li kuçeyan û avakirina jiyana xwe ya azad bi destên xwe, wê bibe bersiva herî watedar û mayînde ji bo van şehadet û berxwedanan. Jineke nerêxistinkirî, civakeke nerêxistinkirî, li ber dewletan û mêrên serwer ji parastinê bêpar in. Îro roj li dinyayê her kêliyekê bi hezaran tên kuştin, dest dirêjî wan tê kirin, keda wan tê xwarin, şerê taybetê bi awayê herî tirsnak li dijî wan tê kirin. Bersiva me ji bo van hemûyan divê geşkirina hişmendkirin, birêxistinbûn û têkoşîna jinan be.
Akademî, komun, meclis û aboriya jinan, rêxistinên cur bi cur ên jinan, divê em ava bikin ku jiyana xwe yek bi yek bihûnin, parastina xwe ya cewherî bi avakirina pergala jiyana demokratîk bi pêş ve bibin. Em jin ku birêxistinbûna xwe mezin nekin, wê nekin pergal, wê tundiya mêr xwe bi darê dewletê wek pergalekê hêj bêhtir birêxistin bike û her êrîş bike, bi awayên cuda li qetlîamê dewam bike.
Ji lewma divê dirûşmeya ’Jin, jiyan, azadî’ bi tenê wek dirûşmeyekê di çalakiyan de neyê berzkirin, lê bike ku ber bide jiyan, têkoşîn û birêxistinbûnê. Sêhra vê dirûşmeyê jî di vir de ye. Di salvegera yekemîn a şehadeta Jîna Emîniyê de, di serî de jin, em bang li her kesên ku dixwazin jiyanê azad bikin dikin, derbikevin kuçeyan û çalakiyan li dar bixin. Bi taybetî jî jinên ciwan ku di vê salvegerê de derbikevin kuçeyan, lê bibin xwedî, pir hêja ye. Li ser vî esasî em bang li hemû tevgerên jinan û kesan dikin ku 16’ê îlonê ku roja şehadeta Jîna Emîniyê ye, bikin roja geşkirina têkoşîna azadiyê ya jinan û yekîtiyê.”