Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK: Em ê li ser xeta ciwantiya fedaî ya Apoyî têkoşînê bi ser bixînin

PKK'ê bi wesîleya salvegera şehadeta Alî Çîçek daxuyaniyek da û got: "Divê em bîranîn û mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek rast fêhm bikin ku mînaka ciwantiyê ya ruhê Apoyî yê ciwanên şoreşger û şoreşgeriya Kurdistanê ye."

Komîteya Ciwanan a PKK’ê got: “Darbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’î rûyê xwe yê rast li zindana Amedê nîşan da. Bi kiryarên hovane xwest siyaseta înkar û tunekirinê ya li Kurdistanê bi ser bixîne. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li dijî mejiyê faşîst hate meşandin, nîşan da ku îradeya ji pola ya PKK’ê di nava tu şert û mercî de serî natewîne. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû yek ji nirxên pîroz ên mirovahiyê û bû hêvî ji mirovahiyê re. Ev ruh îro jî bi pêşengiya gerîla hîn jî dibe hêviya mirovahiyê. Ji berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hevalê Alî Çîçek di roja 67’an a berxwedana rûmetê de 17’ê Îlona 1982’an şehîd bû. Bi îradeya xwe sekn û berxwedaneke bi rûmet nîşan da. Stêrka Sor a Ciwantiyê Alî Çîçek di salvegera 41’ê ya şehadeta wî de, di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku mîrateya berxwedanê ya ji me re hiştine bi ser bixînin.”

Di daxuyaniya Komîteya Ciwanan a PKK’ê de hate gotin, “Hevalê Alî Çîçek destpêkê yek ji pêşengên tevgera PKK’ê hevalê Kemal Pîr nas kir. Bi Kemal Pîr re tevlî nava têkoşînê bû.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Li dijî nokerî û mêtingeriya li ser gelê me, tevlî nava çalakiyên bênavber bû. Li dijî nokeriyê bi wêrekî tevlî nava têkoşînê bû, têkoşîneke welê meşand ku bêhn li nokeran çikand. Alî Çîçek bi çalakiyên xwe bû yek ji şûrên herî kûj ên şoreşa me. Ne tenê ev yek kir, di heman demê de bi dînamîzma ciwantiyê ji perwerdeyê heta bi rêxistiniyê seferber bû. Ji bo ruh û baweriya şoreşgerî ji 7 heta 70 salî bigihêje gelê me bû semboleke milîtaniya bijarte.

Dema ku dîl kete destê dijmin, ji sekna xwe ya şoreşgerî qet tawîz neda. Li dezgehên îşkenceyê yên 12’ê Îlonê ku mirov nikare lê îdare bike, ne tenê li hemberî dijmin li ber xwe da, ev gotinên ku kesî newêrîbû bibêje li rûyê dijmin xist û bû rastiya şoreşgeriya Apoyî. ‘Ez Alî me, hûn min baş nas dikin. Ez mikur nayêm, hûn nikarin sirekê ji min werbigirin. Îşkenceya we tenê dikare canê min ji min bistîne. Hûn hemû xwe biceribînin. Partiya min berxwedan hînî min kir. Wezîfeya min berxwedan e, ya we jî mikurkirin e. Em destpê bikin. Bibînin bê dewleta we xurt e yan jî partiya min…’ Bi têgihiştina rêxistinî nehişt ku îşkence li gelek mirovan bê kirin. Gelek çalakiyên ku nekiribû li xwe girt û bi vî rengî nehişt ku îşkence li gelek mirovan bê kirin. Li gel têgihiştina xwe ya rêxistinî nîşan da ku xwedî berpirsyariyeke çawa ye. Ev berpirsyarî di tevahiya jiyan wî de dihate dîtin. Ji xwe ya ku Alî Çîçek kir stêrka sor, berpirsyarî û dilsoziya wî ya li nirxan bû.

‘Bi PDK a xayin û noker tişta ku bi cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê nekarî bi ser bixîne, pêk bîne’

Dîrok û rastiya dewleta tirk a mêtinger qirker, 12’ê Îlonê ye. Ev rastî îro bi rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst rûyê xwe hîn bi şênberî nîşan dide. Ji çekên kîmyewî heta bi bombeyên nukleer bi her cûre rêbazên şerê taybet, qirêj, hovane êrîş dike. Bi PDK a xayin û noker hewl dide ya ku cûntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê nekarî bi ser bixîne, pêk bîne. Li ser vê bingehê bi rengekî çavsorane û hovane êrîşî hemû nirxên pîroz ên Kurdistanê, civakê û xwezayê dike. Ne doh cûntaya leşkerî ay 12’ê Îlonê li dezgehên îşkenceyê karîbû rastiya Alî Çîçek teslîm bigire, ne jî piştî 8 salan li Cizîrê karîbûn rastiya Sozdar Şerker (Hazne Înan) a bi saxî hate şewitandin teslîm bigirin. Îro jî bi êrîşên xwe Yên hovane yên li dijî mirovahiyê li Avaşîn, Metîna û Zapê nikare rastiya berxwedanê teslîm bigirin.

Rastiya Kurdistanê bi mîrateya berxwedanê ya Rêbertî jiyan û têkoşîn hîn bû û gihîşt vê serdemê. Gotina ‘PKK’ê berxwedan hînî me kir, ne teslîmiyet’ a Alî Çîçek bûye pûsûlaya ciwanên şoreşger ên Kurdistanê. Têkoşîn îro jî di rêya ku Alî Çîçekan bi ciwantî destpê kirin û ciwan man, bi rengekî fedaî dewam dike. Ciwanên Apoyî çawa ku doh berxwedan ji xwe re kir esas û 12’ê Îlonê têk birin, îro jî bi berxwedanê wê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Bêguman ji bo serxistina vê yekê divê ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û sekn û jiyana hevrê Alî Çîçek ji xwe re esas bê girtin. Bi vî ruhê berxwedanê berdêl çi dibe bila bibe ev hemû hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê wê di ber de bimîne. Faşîzm tenê bi sekna têkoşînê ya Alî Çîçek û bi helwesta wî ya berxwedanê dikare bê têkbirin. Ev rastî divê neyê jibîrkirin.

Ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê îro bi pêşengiya gerîla bi berxwedanê ber bi serkeftinê ve diçe. Divê ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê bîranîn û mîrateya berxwedanê ya Alî Çîçek rast fêhm bikin ku mînaka ciwantiyê ya ruhê Apoyî yê ciwanên şoreşger û şoreşgeriya Kurdistanê ye. Divê em vê mîrateya berxwedanê bikin pûsûlaya têkoşînê. Bi wêrekî, berxwedêrî û sekna çalakiyê ya Alî Çîçek divê berê xwe bidin têkoşînê. Dost û dijmin bila zanibin ku weke şopdarên Alî Çîçek em ê li ser xeta ciwantiya fedaî ya Apoyî têkoşînê bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar