Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gûterres: Serdestan deriyên dojehê vekir

Antonîo Gûterres anî ziman ku zêdebûna emîsyona gaza serayê ku sedema germahiya global e, îsal bû sedema 'germahiya tirsnak' û got: “Serdestan bi sotemeniya fosîlê re 'deriyên dojehê vekiriye'.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres di civîna bilind de ya li ser armancên avhewayê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî. Gûterres got, zêdebûna emîsyona gaza serayê ku sedema germahiya global e, îsal bû sedema ‘germahiya tirsnak’ û ‘şewatên mezin’.

Gûterres got: “Mirovahiyê deriyên dojehê vekir. Bandora metirsîdar a germahiya zêde heye; cotkarên ku perîşan bûne, berhemên wan ji ber lehiyê tune bûn. Germahiya zêde dibe sedema nexweşiyan û şewatên mezin rû didin. Bi hezaran mirov jî bi tirs direvin.”

DYA û Çîn ku du hêzên herî zêde cihanê gemarî dikin, beşdarî civîna bilind nebûn. Her wiha Qraliyeta Yekbûyî jî pêşî li hin sozên li ser guhertina avhewayê girt.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî anî ziman ku hîn ne dereng e ku germahiya global di pileya 1.5’an de bê hiştin û destnîşan kir ku paşeroj di destê lîderan de ye.

Gûterres got: “Em hîn jî dikarin cihaneke ji hewa paqij, karê paqij, enerjiya guncav ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar