Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Jin jiyan azadî’ bû bernamzet a Xelata Sakharov’

Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo namzetiya Xelata Sakharov hat destnîşankirin. EPP, S&D û Ewropa Nû ji bo ‘azadiya ramanê’ serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşniyar kirin.

Parlamenta Ewropayê, Partiya Gel a Rastgir a Ewropayê (EPP), Sosyalîst û Demokrat (S&D) û Ewropa Nû (navendparêz û lîberal) ragihandin ku Jîna Emînî û şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo parastina azadiya ramanê pêşniyarî Xelata Sakharovê kirin. Pêşniyara her sê koman nîşan dide ku Jîna Emînî û “Jin Jiyan Azadî” namzetên xelatê ne.

Jîna Emînî di 16’ê îlona 2022’yan de di 22 saliya xwe de bi hinceta “serê xwe baş nenixumandiye” ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin û serhildaneke bêhempa destpê kir.

Xwediyê xelatê wê di meha cotmehê de bê aşkerekirin û merasîma xelatdayînê jî wê di Civîna Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê ya di meha kanûnê de li Strasboûrgê bê lidarxistin.

Ji Fransayê Rassemblement National, ji Îtalyayê Lega û ji Almanyayê rastgira tundrew Identity and Democracy (Nasname û Demokrasî) a ku di bin banê AfD’ê dixebite, navê Elon Musk, serokê X (Twitter) pêşniyar kir.

Di nav namzetan de jî kampanyavana avhewayê ya Ugandî Vanessa Nakate û “jinên ku ji bo kurtajkirina belaş, ewledar û qanûnî şer dikin”, (Ji Polonyayo Jstyna Wydrzynska, ji El Salvador Morena Herrera û ji DYA’yê Colleen McNichols) hene.

Ev xelata “azadiya ramanê” ku cara yekem di sala 1988’an de hat dayîn, navê xwe ji fîzîknasê Andrey Sakharov girtiye ku yek ji kesayetên sereke yên muxalefetê di serdema Yekîtiya Sovyetê de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar