Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di hevdîna xwe ya bi Sefîrê Fransa yê Iraqê Éric Chevalier re got: “Êrîşên balafirên bêmirov û binpêkirina serweriya welat aramiya herêmê xistiye metirsiyê û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li beramberî van êrîş û binpêkirinan bêdeng nebin û pêşiyê lê bigirin.”
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, li Bexdayê bi Sefîê Fransa yê Iraqê Éric Chevalier hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de geşedanên siyasî û ewlekariya li Herêma Kurdistan û Iraqê, parastina aramiyê û têkoşîna li dijî hemû cûre metirsiyan hatin nîqaşkirin. Herwiha di hevdîtinê de teqeziya çareseriya bi awayek ku rasteqîn û parastina mafê welatiyan berçav hate girtin.
Li gorî daxuyaniyê, êrîşa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê û hedefgirtina hêzên Dijî Terora Kurdistanê Bafil Talebanî got: “Êrîşên balafirên bêmirov û binpêkirina serweriya welat, aramiya welat xistiye metirsiyê.”
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî bang li welatên endamên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê û civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên balafirên bêmirov yên li başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin, bi erkê xwe rabin û dawî li êrîş û binpêkirinên serweriya welat bînin.