Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hevserokên KNK’ê: Dewleta tirk ji desthilatdarên Başûr alîkarî girt

Hevserokên KNK’ê Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus diyar kirin ku beriya êrîşa li dijî nûnertiya wan, hikûmeta Başûr hişyar kiribûn û wiha gotin: “Lê PDK’ê guh nedan van hişyariyan. Dewleta tirk ji desthilatdarên Başûr alîkarî girtiye. Dem dema yekitiya li dijî dagirkerî û îxanetê ye.”

Qetilkirina siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran a li Herêma Federe ya başûrê Kurdistanê didome. Welatparêzên kurd ên ji ber zext, gef, binçavkirin û girtinan ji parçeyên din ên Kurdistanê berê xwe didin Başûr, di bin hedefa rejîmên Tirkiye û Îranê de ne. Di nava salekê de li Silêmaniyeyê 5 welatparêzên kurd di encama sûîqestan de hatin qetilkirin.

Rêzesûîqastên du salên dawî yên li Başûr 

Welatiyê bi navê Ferhat Bariş Kondu di 16’ê îlona 2021’an de li Silêmaniyeyê rastî êrîşa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Rojek piştre di 17’ê îlona 2021’an de îcar Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) di encama sûîqestê ya li silêmaniyeyê de hate qetilkirin. Li pey van sûîqestan; welatparêzê kurd Mehmet Zekî Çelebî di 17’ê gulana 2022’yan de li Silêmaniyeyê rastî sûîqestê hat û di 19’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da, Endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) di 28’ê tebaxa 2022’yan li Silêmaniyeyê, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyeyê, siyasetmedar Huseyîn Tûrelî di 18’ê nîsana 2023’yan de li Dihokê û herî dawî jî Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun di 18’ê îlonê de li Hewlêrê rastî sûîqestê hat û hate qetilkirin.

Hevserokên KNK’ê Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs têkildarî sûîqestên li başûrê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.

‘Êrîş li dijî hemû kurd û Kurdistanê ye’

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad, diyar kir ku êrîşa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê weke komployeke plankirî nirxand û wiha got: “Êrîşeke terorîstî ye. Bûyereke jirêzê nîne, êrîşeke plankirî ye. Li pişt vê êrîşê planeke mezin heye. Ev êrîş ne tenê li dijî şexsekî yan jî KNK’ê hatiye kirin. Ev êrîş li dijî hemû kurdan û Kurdistanê hatiye kirin. Ev êrîş, destdirêjiya li xaka Kurdistanê ye. Bi vê êrîş re me dît bê ka ji xebatên yekitiyê çiqas aciz in. Ev xebat tirsekî dixe dilê dijmin. Beşeke êrîşên li dijî Rojava, Şengal, Zap, Metîna û Avaşîne ye. Ev konsepteke mezine ku dewleta tirk serkêşiya wê dike. Bi vê êrîşê hemû destkeftiyên kurdan hedef hatine girtin. Bi hedefgirtina saziya yekitiya neteweyî re peyamê didin gelê kurd. Mamoste Denîz, rewşenbîrek bû û tevahiya jiyana xwe ji bo kurdî derbas kir. Li nûnertiyê jî perwerdeya ziman dida endamên me. Her wiha xebatên dîplomatîk, siyasî û çandî dimeşand. Xebata wî, tirs xistiye dilê dijmin. Bi awayeke vekirî li navenda Hewlêrê êrîşan dikin. Bi vê peyamê didin gelê kurd.”

Bêyî alîkariya PDK’ê ev êrîş nepêkane pêk were’

Bi domdarî Mûrad anî ziman ku ew êrîşa dawî weke êrîşeke li dijî yekitiya neteweyî ya kurdan dinirxînin û wiha dom kir: “Di serî de Tirkiye, em dizanin ku dijminên me dema xebatên yekitiyê pêş dikevin hewl didin bi rê û rêbazên cuda van hewldanan sabote bikin. ji karê KNK’ê û hevdîtinên wê yên bi hizbên kurdan re aciz in. Lewma wiha êrîşan dikin. Hemû azadîxwazên ji bo nasnameya xwe dixebitin hedef digirin. Dewleta tirk di vê mijarê de stratejîk tevdigere. Gelek welatparêz li Başûr hatin qetilkirin. Li pişt van êrîşan destên tarî hene. Bêyî alîkariyê ev êrîş pêk nayê. Tu kes nikare di nava rojê de li cihekî ewqas asayîş lê heye li dijî Nûnertiya KNK’ê êrîşeke wiha pêk bîne û bi rehetî bireve. Lewma me xwest ev bûyer bi berfirehî were lêkolînkirin û agahiyan bidin me. Li pişt vê bûyerê kesên tarî hene û bi girtina kesekî ronî nabe. Divê ev kes tevek bên girtin.”

Bertekên li dijî êrîşa dawî erkekî neteweyî ye’ 

Di berdewamê de Mûrad got ku kurd di qonaxeke hesas de ne û ev nirxandin kir: “Bertekên li dijî êrîşa dawî, erkekî neteweyî ye. Seranserî cihanê di nava aloziyekê de ye. Niha navenda aloziyê Kurdistan e. Hêzên herêmî û dagirker dixwazin xwe li Kurdistanê serwer bikin. Ji bo vê jî rêbazên cuda bi kar tînin. Lewma divê her kes di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Di demekî nêz de bi boneya sedsala Lozanê konferanseke berfireh hat lidarxistin. Gelê me bi hevre got; ‘me tu carî Peymana Lozanê qebûl nekir û qebûl nakin. Em ê rê nedin tu peymanên din ên mîna Lozanê.’ Her kes dizane ku kurd ne kurdên sed sal berê ne. Kurd xwedî statû, hêza leşkerî û civakî ye. Ji pergaleke demokratîk a li tevahiya Rojhilata Navîn û cihanê re pêşengtiyê dike. Îro hêza jinan ji bo guhertinê tedikoşe. Li çar parçeyan berxwedan heye. Divê em bibin dengê vê berxwedanê.”

 ‘Ji bo êrîşan me asayîşa Hewlêrê agahdar kiribû lê guhdar nekirin’ 

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus jî da zanîn ku di demên berê de gefa kuştinê li endamên wan hatibû xwarin û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de me asayîşa Hewlêrê agahdar kir. Lê paşguhkirin. Ev êrîş, li dijî hebûna gelê kurd, li dijî xebatên yêkitiyê û tifaqa gelê kurd hate kirin. Dewleta tirk şerekî topyekûn daye destpêkirin û bi droneyan, balafiran û bi çekan sûîqestan dike. Ev êrîş li dijî nirxên welatparêziyê, li dijî hemû kurdan, deskeftî û serkeftinên gelê Kurdistanê hate kirin. Êrîşeke plankirî ye. Em dizanin ku tiliya dewleta tirk û MÎT’ê tê de heye. Li Hewlêrê hedefgirtina saziyeke neteweyî êrîşeke jirêzê nîne.”

‘Dewleta tirk bêyî alîkariya sîxûr û hevkaran nikare êrîşeke wiha bike’ 

Ahmed Karamûs, bi domdarî got ku dewleta tirk bêyî alîkariya sîxûr û hevkaran nikare êrîşeke wiha bike û wiha axivî: “Gelo dewleta tirk bi kîjan cesaretê li ser xaka Kurdistanê êrîşî saziyeke neteweyî dike û nûnerê wê qetil dike? Bi kîjan cesaretê li cihekî ewqas qelebalix êrîşeke wiha dike? Ev der, cihekî navendî ye û çûn û hatin lê zêde ye. Ev demeke endamên me ji hêla hêzên asayîş û Parastinê ve dihatin şopandin. Di nûnertiya me de kamera hene û tê şopandin. Me ji van şopandinan texmîn kir ku dê êrîşeke wiha bê kirin. Me gelek asayîş û hikûmeta Başûr ji rewşê agahdar kirin. Me jê re got ku gefa kuştinê li endamên me tên xwarin. Lê tevî hişyariyên me û daxwaza xurtkirina ewlehiya nûnertiya KNK’ê jî paşguh kirin. Xuyaye ku dewleta tirk ev êrîş bi tena serê xwe nekiriye. Êrîşeke plankirî ye. Dixwazin nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê rakin. Dewleta tirk êdî tu sînoran nas nake û bûye dewleteke terorîst. Balkêş e ku li ser xaka Kurdistanê li navenda Hewlêrê bêyî tirs êrîşan dike. Hemû sazî û welatparêz di hedefa dewleta tirk de ne. Dixwaze ji holê rake.”

Kesên li dijî vê êrîşê bêhelwest dimînin hevkarên dagirkerên tirk in’

Karamus, anî ziman ku di hedefa êrîşkar de berpirsên KNK’ê hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cihê êrîş lê hatiye kirin, bi kamerayan ve tê temaşekirin. Heke li dijî saziyeke neteweyî ya kurd êrîşeke wiha bê kirin, bila gumanên kesekî nebin ku ev êrîş li dijî Kurdistanê ye. Kesên li dijî vê êrîşê bêhelwest dimînin û bertekan nîşan nadin, hevkarên dagirkerên tirk in. Di êrîşê de armanc ne tenê Denîz lê hemû kesên di avahiyê de bûn. Rojek beriya êrîşê, Nûnertiya Hewlêrê bi tevlibûna hevseroka me birêz Zeyneb Mûrad û nûnerên Silêmaniyeyê li Ranyayê bi gel re civînek kir. Îxtîmaleke mezine ku ev êrîş li dijî berpirsên KNK’ê bû. Saetek beriya êrîşê, berpirsê me bi şehîd Denîz re hevîtinek kir. Plana hin kar û xebatan kiribûn. Piştî ku endamên KNK’ê ji wir derketin, êrîş pêk anîn. Wisa xuya dike ku dewleta tirk ji hin desthilatdarên Başûr alîkarî girtiye. Ev der 24 saetan tê şopandin, êrîşeke jirêzê nîne.”

Em di qonaxeke hesas de ne ku têkoşîna hebûn û nebûnê didin’

Karamûs, axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ku her kurdek û rêxistinên siyasî li dijî êrîşê helwesta xwe nîşan bidin. Em di qonaxeke hesas de ne ku têkoşîna hebûn û nebûnê didin. Dijmin êdî tu ferq û cudahiyê naxe navbera kurdan. Ev êrîşên li Başûr, bêyî alîkariya hin kesan nayên kirin. Dijmin beriya amadekirina planan, ji sîxûrên navxweyî agahiyan digire. Nexwe nikare êrîşeke wiha bike. Heke helwestekî xurt neyê nîşandan dê ev êrîş bidomin. Ez bang li serokê başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û civakî dikim ku li dijî van êrîşan xwedî helwestekî hevpar bin. Di kesayeta KNK’ê de ev êrîş li çar perçeyên Kurdistanê hatiye kirin. Dem dema yekitiya li dijî dagirkeriyê ye. Heke PDK’ê li dijî êrîşeke li ser saziyeka neteweyî sekneke birûmet raber neke, ew jî dê para xwe ji vê bigire. Lewma divê kurd bi tundî li dijî van êrîşan derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar