Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Wek dagirkeran wê xiyanet jî têk biçe’

Malbatên şehîdan ên ji Helebê diyar kirin ku dewletên dagirker nedikarî Tevgera Azadiyê têk bibe, wê dawiya xiyaneta PDK'ê jî wek ya dagirkeran bibe û gotin: "Dema em navê xiyanetê dibihîzin, yekser ajantiya PDK`ê tê bîra me. Wê îsbat kir ku ev têgeh taybetmendiyeke wê ye.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker xiyaneta xwe didomîne. Destûr daye balafirên bêmirov ên dewleta tirk ku li asîmanê Başûr bifirin û qadên gerîla bombebaran bikin. Li hember vê xiyanetê bertekên gelê kurd tund bûne

Malbatên şehîdan ên bajarê Helebê got PDK roleke neyînî dilîze û dibe sedema şehîdxistina zarokên wan.

Bavê şehîd Çekdar Mihemed Xelîl îşaret bi dîroka xiyaneta PDK`ê kir û got: “PDK bi xiyanetê tê naskirin. Li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê piştgiriya dijmin dike.”

Xelîl destnîşan kir ku PDK roleke mezin li rex dagirkeran di tesfiyekirina tevgera azadiyê de dilîze û bi dijmin re plan dike çawa êrîşî şervanan bike û wan şehîd bixe. Xelîl di dawiyê de got: “Divê PDK şiyar be û dev ji vê xiyanetê berde. Ji bo ku hêzên me bikarin planên dijmin têk bibin.”

Bavê şehîd Kacîn, Xelîl Bîlal jî wiha axivî: “Dema em navê xiyanetê dibihîzin, yekser ajantiya PDK`ê tê bîra me. Wê îsbat kir ku ev têgeh taybetmendiyeke wê ye.”

Bîlal anî ziman ku dewleta tirk biryarê dide û PDK pêk tîne û ji salên 90`î ve di êrîşên wê yên li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê de di destê dewleta tirk de bûye amûr. Bîlal got: “Bi yekitiyê em ê bi ser bikevin. Dawiya xiyanetê jixwe diyar e. Divê PDK fêm bike ku gerîla Başûr ji dagirkeriya tirk diparêze. Li ser vê bingehê divê biryarê bide, dê piştgiriya kê bike.”

Bîlal teqezî bi piştgiriya gerîla kir û wiha pê de çû: “Şervan, zarokên me ne. Em dê şerê xiyanetê bikin û ji kokê de tune bikin.”

Dayîka şehîd Têkoşîn û şervan Rustem Ewaş Mihemed jî wiha anî ziman: “Tirkiye di demeke nêz de dê dev ji PDK`ê berde. Ji ber ku xiyanetê li gelê xwe dike û destê wê di şehîdxistina ciwanên vî gelî de heye.”

Dayîka Ewaş got guneha PDK`ê mezin e û nayê efûkirin û wiha domand: “Bi xiyanetê û şehîdxistina zarokên me dilê me şewitand. Beyî PDK`ê dewleta tirk nikare şervanên me hedef bigire.”

Xwişka şehîd Mûnzûr û Berçem û dayîka têkoşer Berçem Nûra Îbrahîm jî got: “Şervanên me li çiyayan Kurdistanê diparêzin. PDK jî hewldanên wan asteng dike.”

Nûra di dawiyê de wiha axivî: “Yekitiya kurdî dê bêyî PDK`ê pêk were. Gerîla dê bi ser bikevin, ji ber ku hêza herî xurt e. Ew qas sal, kes nekarî me tune bike. Xiyanet jî bi me nikare. Bila PDK`ê vê baş fêm bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar