Doh bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha (Musil) Nînovayê, li holek dawetê şewat derket. Tê gotin herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî medya Iraqê doh bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Nînova ya Iraqê, li holek dawetê şewat derketiye. Gorî çavkaniyê dawet ya malbatek Xrîstiyan bû. Tê gotin piştî şewat derketî, li hola dawetê îzdihamek mezin çêbûye.
Gorî medya Iraqê di encama şewat û îzdihamê de jin û zarok jî di nav de, 114 kes mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan birîna gelek ji birîndaran girane.
Tê gotin dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir be.
Derbarê bûyerê de heya niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.