Li gorî agahiyên ji hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm hatine wergirtin, dewleta tirk a dagirker gundê Bokrîskan ya ser bi Binarê Qendîlê bombebaran kiriye.
Îbrahîm radigihîne ku di encama êrîşê de welatiyek birîndar bûye.
Dewleta tir a dagirker di danê sibehê de du caran gundê Bokriskan ê li Binarê Qendîlê bombebaran kir û du welatî birîndarbûn, yek ji birîndaran şehîd ket.
Her wiha di encama bombebaranê de ji du welatiyên bi navê Mîrza Îbrahîm û Estî Mihemed birîndarbûn û rakirin nexweşxaneyê.
Hat destnîşan kirin ku yek ji birîndarên bombebaranê Estî Mihemed di rê de ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da û niha li tiba edlî ya Ranyayê ye, birîndarê din jî niha dibin çavdêriyê de ye.