Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Doza hawîrdorê ya şeş ciwanan li DMME’yê

Şeş ciwanên li herêmên Portekîzê, ji ber polîtîkayên welatên ku avhewayê û hawîrdorê xera dike serî  li DMME’yê dan.

Ciwanan di îlona 2020’î de li dijî 27 welatên Yekîtiya Ewropayê û Îngilistan, Swîsre, Norwêc, Rûsya û Tirkiyeyê doz vekirin. Doza li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li Strasbourgê, mezintirîn doza heta niha ya têkildarî avhewayê ye.

Ciwanên Portekîzî yên ji 11 heta 24 salî ku Tevna Çalakiyê ya Qanûnî ya Global (GLAN) a li Îngilistanê piştgiriya wan dike, biryareke welê dixwazin ku ji aliyê qanûnî ve zorê bide van dewletan ji bo bikevin nava liv û tevgerê.

Eger giliyê wan bê qebûlkirin, hingî li dadgehên neteweyî jî dikare biryar bê dayin ku hikumetên navborî divê asta emîsyona karbondîoksîtê ya ji guhertina avhewayê berpirsyar tê nîşandan ji rewşa heyî hîn zû kêmtir bikin.

Ji ciwanên serî li dadgehê dan Andre Olîveîra diyar kir ku armanca wan ew e, bikin ku hikumetan tişta soz li ser wan dane bi cih bînin.

Di rûniştina destpêkê de Yewnanistanê ragihand ku bingeheke qanûnî ya dozê nîne, parêzerê ku Îngilistanê tesmîl dike jî anî ziman ku encamên guhertina avhewayê ‘global’ e lê belê parastina berjewendiyên xwediyên serlêdanê di bin erka Portekîzê de ye.

Welatên ku di dozê de têne sûcdarkirin bi zêdeyî 80 parêzerî têne temsîlkirin. Xwediyên serlêdanê jî ji aliyê şeş parêzeran ve têne temsîlkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar