Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ciwanên Kobanê: Şerm e em bêjin çekdarên PDK′ê kurd in

Ciwanên Kobanê bal kişandin ser hevkarê xwefiroş malbata Barzanî/PDK'ê û gotin: "Dawiya dewleta tirk û alîgirên wê dê li ser destê hêzên gerîlayan be. 

Bertekên û şermezarkirina gel ên li dijî siyasetên PDK′ê, piştgirî û hevkariya wê bi artêşa tirk a dagirker re di êrişên li dijî HPG′ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de zêde dibin.

′Divê kurdên başûrê Kurdistanê li hember xiyanetê rabin′

Ciwana bi navê Şevîn Hecî li ser mijarê wiha got: “Şerm e em bêjin çekdarên PDK′ê kurd in. Ew êdî di destê dewleta tirk a dagirker de li dijî kurdan çek in. Divê kurdên li başûrê Kurdistanê serî li hember wan hildin. Ji ber ku xeta xiyanetê ji cureyên şer ên herî xeternak e.”

Şevîn wiha domand: “Armanca yekemîn a dewleta tirk a dagirker şikandina vîna gelê kurd ê azadîxwaz e. Piştî di pêkanîna serkeftinan li dijî hêzên gerîlayan de bi bin ket êdî dewleta tirk li rêbazeke hema manewî be jî digere. Rêya xwe di çekdarên PDK′ê de dît, lê bi bin ket û dê bi bin bikevin jî. Hêzên gerîla hêviyên gelên azadîxwaz û xwediyê maf in. Ji lew re dê serkeftin para me be.”

Ciwanê bi navê Îsmaîl Hesen jî got rêya xiyanetê çi qas li ber xwe bide dê dawiya wê têkbirin be û kî li dijî hêzên gerîla û vîna gelên herêmê bisekine dê berdêlekî giranbuha bide û wiha got: “Tiştê îro li çiyayên Kurdistanê pêk tê, ji me re û ji azadîxwazan re destpêka serkeftinê ye. Dawiya dewleta tirk û alîgirên wê dê li ser destê hêzên gerîlayan be.”

′Divê PDK baş bizanê em kurd wan naborînin′

Ciwanên bi navê Ocalan Mihemed jî wiha got: “Hêzên gerîla hêviya gelê herêmê li dijî dagirker û êrîşkarên li ser erdnîgariya Kurdistanê û têkbirina xayînan in. Ji lew re dewleta tirk a dagirker destê xwe kiriye destê çekdarên PDK′ê ku xeta berxwedanê ya li çiyayên Kurdistanê bişikîne. Lê hêzên çekdar nizanin gerîla ji tevahî çekên wan bihêztir in. Ji ber wê dê gerîla bi ser bikevin û êrîşên dewleta tirk a dagirker têk bibin.”

Mihemed wiha domand: “Divê çekdarên PDK′ê baş bizanin em kurd wan naborînin. Ji ber ku ew li dijî kesên hebûna me diparêzin derdikevin û yekcar teslîm nabin.”

Ciwana bi navê Neda Muslim bang li kurdên li erdnîgariya Kurdistanê kir ku serî li hember xayinan hildin, piştgiriya gerîla di şerê çarenûsê ya li dijî artêşa tirk a dagirker de bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar