Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefteyê du caran ji bo ku bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serlêdan dikin. Lêbelê ev serlêdan ne bi erênî û ne jî neyînî bi tu awayî nayên bersivandin. Li gel fikaran di parêzên Ocalan di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “Serlêdana lezgîn” serî li Dadgeriya înfazkirina Cezayê ya Bursayê dan. Dadgeriyê bi hinceta ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan ku di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan ku di 18’ê tebaxa 2021’an de hatibû dayîn, serlêdana parêzeran red kir. Lê belê têkildarî sedema qedexeyê parêzer nehatin agahdarkirin. Bi tu awayî ji Ocalan agahî nayê standin. Li gel girankirina tecrîdê jî li Rojhilata Navîn jî şer, pêvçûn û alozî jî her ku diçe mezintir dibe. Rewşa ku ji Îmraliyê xeber nayê girtin didome.
Di mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre ev çalakî li girtîgehan belav bûbû. Di encama greva birçîbûnê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz ê ku di 187 rojan li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ma, Fadîle Tok a 127 roj li Mexmûrê, Herêm Mehmûd Kelar jî 92 roj ku di greva birçîbûnê de mabûn der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
‘Dema mijar dibe kurd mixabin bêdengî hem li hundir hem jî li derve didome’
Nasir Yagiz
Nasir Yagiz ê ku 187 rojan greva birçîbûnê de mabû diyar kir ku girankirina tecrîdê aloziyên heyî kurtir û girantir dike û wiha dibêje: “Bi bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re li ser tevgera kurd operasyonên qirkirina siyasî ya giran dest pê kirin. Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi rola xwe ya avaker a di siyasetê de û bi helwesta xwe ya li Tirkiye û siyaseta Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê para xwe ji vê siyaseta desthilatdariya AKP-MHP’ê girt. Rêbertî canê vî gelî û tevgerê ye, lewma dewlet di şert û mercên herî giran de tecrîdê dimeşîne. Rewşa tecrîdê û polîtîkaya şer a girêdayî wê di her qada jiyanê de bandorê li civakê dike. Qeymeqamên ku li şaredariyan tên tayînkirin, bi qelskirina civaka sivîl re hewl tê dayin û hovîtiya şer a ku xweza, zindiyên û mirovan bêqîmet dike û tune dike, di her alî de bandoreke neyînî li civakê dike. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi her awayî xwe li Kurdistanê dide hîskirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan van pirsgirêkan hemû kûrtir dike. Rewşa agahî ji Îmraliyê nestandin bi salane didome. Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye, ji ber vê yekê jî di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digire. Dewleteke ku li dijî pêkanîna hiqûqê ya wekhev û bêalî ji herkesî re dernakeve. Dema mijar dibe kurd mixabin bêdengî hem li hundir hem jî li derve didome. Komploya di sala 1999’an de pêk hat didome. Di sala 2019’an de ez jî di nav de komek hevalan dest bi greva birçîbûnê kirin û piştî têkoşîneke demdirêj tecrîd heta astekî hat derbaskirin û çalakiya me encam girt. Di wê demê de gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê, gelê kurd û dostên wan ên ji parçeyên din ên cihanê bi taybet Ewropa li dijî tecrîdê bi awayekî rêxistinkirî û bi biryar mînakeke têkoşîneke rêxistinkirî nîşan dan. Çalakiya greva birçîbûnê çalakiyek bêhempa bû.”
‘Hewl tê dayîn roja gelê kurd bê tarîkirin’
Yagiz bi lêv dike ku li dijî şikandina tecrîdê divê ku çalakiyên bi bandor bên li dar xistin û wiha didomîne: “Li dijî tecrîdê çalakiyên cidî û ger hewce bike jî bi şêwazê mîtîngên cûr bi cûr em dikarin nêrazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin. Di vê mijarê li dijî tecrîda girankirî em amade ne ku her gavekî jî biavêjin. Gelê kurd û dostên wan ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû cihanê ji her çalakiyan re amade ne. Gel bi şêwaza sala 2019’an ji her çalakiyê re amade ye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2019’an de di encama grevên birçîbûnê de bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk hatin. Li başûrê Kurdistanê pêkanînên kolonyal bi giranî tên hîskirin. Destwerdana hêzên tirk a li qadên parastina medyayê û êrîşên li ser sivîlan jî girêdayî vê tecrîdê ye. Rola birêz Ocalan û biryardarbûna wî ya di siyaseta aştiyê de ne tenê Başûr, her çar parçeyên Kurdistanê jî bandor dike. Hewl tê dayîn ku roja gelê kurd bê tarîkirin, li her parçeyê Kurdistanê fikr û felsefeya Ocalan, gel ji tarîtiyê dibe ronahiyê.”
‘Komploger dixwazin çiraya gelên azadîxwaz vemirîne’
Fadile Tok
Siyasetmedar Fadile Tok jî ku bi heman daxwazê 127 rojan di greva birçîbûnê de mabû tîne ziman ku çalakiya ku wan dabû destpêkirin hêzên komploger nêçar hiştin ku gav paşve biavêjin û wiha diaxive: “Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji Mazlum Doganan ji me re mîras mabû di sala 2018’an de vê carê bi pêşengiya Leyla Guven hate destpêkirin. Ew hêzên komploger ê ku ev tecrîd li ser Rêber Apo meşandin û armanc kirin ku dengê wî qut bike, gel bêhêvî bihêle nêçar ma ku gav biavêje. Li gel destpêkirina vê çalakiyê li her derê meş û mitîng çalakiyên destpê kirin bû sedema şikandina tecrîdê. Demekî hevdîtin hatin kirin û serlêdan çêbûn û malbatan hevdîtin kirin. Hişmendiya komplogeran hê dixwaze ku komploya xwe bi ser bixe û ji bo ku komploya 9’ê Cotmehê encam bigire di nav hewl danê de ye. Vê carê rêbazên komployê diguherîne. Dixwazin ku di şexsê birêz Ocalan de hêviya tevahî gelê azadîxwaz û bindest bişkîne. Dixwaze ku çirayê gelên azadîxwaz vemirîne. Lê belê birêz Ocalan bi sekna xwe armanca û daxwazên komplogeran vala derxist. Armanca ji holê rakirina projeya Ocalan bû. Ji ber ku nekarîn vê projeyê ji holê rakin serî li girankirina tecrîdê dan. Komplo heta derekî vala hat derxistin. Îro tecrîd berdewamiya vê komployê ye. Bi girankirina tecrîdê heyfê ji birêz Ocalan distînin. Îro tolê ji gelên ku li dora bîrdoziya Ocalan kombûne distînin. Dixwazin ku hem dengê birêz Ocalan qut bikin û hem jî rizandinekî biafirînin. Lêbelê birêz Ocalan bi fikrê xwe, baweriya xwe û bi îddiaya xwe li hemberî vê tecrîdê berxwedaneke bêhempa dide. Dizanin ku êdî pergala komplogeran têk çûye û ji ber wê hin zêdetir tecrîdê giran dike. Hemû qanûnên navnetewî hatine binpêkirin. Hemû qanûn kirine qurbanê siyaseta xwe ya komploger. Ji bo ku birêz Ocalan bi fikrî û fizikî bê bandor bikin yek qanûn nehiştin ku binpê nekirine. Lêbelê dîsa jî têre nekir ku bîrdoziya birêz Ocalan têk bibin.”
‘Ev tecrîd û komplo dê serê Tirkiyeyê de biteqe’
Tok di berdewama axaftina xwe de bal dikişîne ser rola hêzên navneteweyî ya di komployê de û dibêje: “Dema ku hevdîtin bi birêz Ocalan çêbû û pêvajoya mûzakareyê destpêkirî li Tirkiyeyê û çar perçeyan rewş aramtir bû. Lê piştî ku komplogeran hevdîtin vegerandin berjewendiyên xwe yên kesayetî Tirkiye hem ji aliyê dîplomasî, hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê dîplomasî de teqnê de. Êdî di aliyê dîplomasî û aboriyê de têk çûye. Bi şêwazê qirkirinê, talankirinê û mijandina keda gelan ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber wê em dikarin bibêjin ku dewleta tirk demên xwe yên herî zêde qels , herî zêde ketî û têk çûyî derbas dike. Dewleteke ku xwe li ser şer û xwînê dide avakirin nepêkane ku bi ser bikeve. Ev kirin îro hemû berovajî Tirkiyeyê vegeriyan. Em dikarin van du salan weke salên herî qels ên desthilatdariya Erdogan binirxînin. Heke ku îro hêzên navnetewî şirîkên vê tecrîdê nebûna dê mûdexeleyî vê rewşê bikirina. Ji ber wê mirov dikare girankirina tecrîdê weke berdewamiya komployê pênase bike. Ew tiştê ku komplogeran dixwest li ser birêz Ocalan bimeşînin encam negirt û serî li rêbazên cuda dan. Ev tecrîd û komplo dê serê Tirkiyeyê de biteqe. Ew jî dê bikeve heman rewşê. Çimkî îro erdnigariya wan têk diçe, gelê wî têk diçe û bi vê siyasetê nikare bi serbikeve. Civaka Tirkiyeyê ber bi Awrupa ve diçe. Ew hêzên global ê weke Amerîka, Rusya, Îngîltere û Îsraîl ê ku di komployê de cihê xwe girtin tekoşîna gelê kurd li Rojava dîtin. Dîtin ku gelê kurd li dijî ew hêzên weke lehiyeke reş li ser cihanê de hatin çawa li ber sekinî. Me dûritiya van dewletan li Rojava dît. Gelê kurd rûyê van komplogeran ê rast dîtin. Ji ber wê em nehêlîn ku ev komploger bigihîjin armanca xwe. Rêya xwe ji vê rewşa malxerab xelas kirin û rêya çareserkirinê birêz Ocalan e.”
‘Em weke gelê kurd deyndarê birêz Ocalan in’
Tok çalakiyên ku ji bo rakirina tecrîdê tên lidarxistin rexne dike û dibêje ku pêwîstî bi rêxistinkirina berxwedanê heye û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Heke ku heta niha tecrîd nehatibe şikandin ev tê wê wateyê ku çalakiyên me, hewledanên me kêm in. Heke ku me rolê xwe baş listiyaba û komploger bi her awayî vala derxistiban tecrîd heta îro berdewam nedikir. Em weke gelê kurd deyndarê birêz Ocalan in. Em lêborîna xwe ji wî dixwazin ku berxwedana ku em didin kême û ji hêzên komploger re nabe bersiv. Ji ber wê tecrîd nayê şikandin. Em weke gel nikarin li derveyî girtîgehan li dijî vê pergala hovane heman têkoşînê bidin meşandin û nikarin rola xwe bilîzin. Divê ku em hin zêdetir rola xwe bilîzin. Çalakiyên me nabin bersiv. Pêwîste em bi rêbazên cudatir li ser van komplogeran biçin. Divê ku em hesaba vê tecrîdê bipirsîn. Hêviyê me ji vê pergalê nine û divê ku em bi tekoşîna xwe vê tecrîdê bişkînin. Weke gelê kurd pêşiya me vekiriye. Divê ku em li Ewrupayê jiyanê bidin sekinandin. Divê ku em ji wan re bibêjin,’ ew jiyana ku hûn li me tarî dikin, hûnê nikarin ji xwe re bikin ronahî’ tecrîd şikandin bi çalakiyên bandor bê şikandin. Birêz Ocalan dibêje, ‘hêza min gelê min e’ ji ber wê divê ku gel rabe ser pêyan. Ew kamplogerên ku heta niha nehiştine ku daxwazên birêz Ocalan pêk bên jî yek ji wan jî malbata Barzanî ye. Damarê xiyanetê di mala Barzanî de ye û heta qirikê ketiye xiyanetê. Tirkiye ya ku rêbazê wê yê tunekirinê encam negirtiye dixwaze vê carê kurdan bi kurdan bide kuştin. Kesên ku îro rê ji kujerên zarokên gelê kurd re vedikin dê biser nekebin. Ew ê têk biçin û bi ser nekevin. Îro siyaseta PDK’ê jî li başûr îflas kiriye. Ew kesê ku kêrî gelê xwe neyê dê kêrî Tirkiyeyê jî neyê.”
‘Xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li Kurdistan û nirxên neteweyî ye’
Herem Mehmud
Herem Mehmud jî ku li Silêmaniyê 92 rojan di greva birçîbûnê de mabû destnîşan dike ku girankirina tecrîdê kûrkirina şer e û wiha vedibêje: “Ji bo rakirina tecrîdê pêdivî bi têkoşîneke birêxistinkirî heye. Berdewamkirine tecrîda li ser birêz Ocalan di çarçoveye dagirkeriyê de ye. Ev tecrîd li dijî fikrê Ocalan e. Gel dengê Îmraliyê nabihîze. Yekane çareseriya şerê li Rojhilata Navîn birêz Ocalan e. Komploya 9’ê Cotmehê bi hemû saziyên sîxurî yên cihanî çêbû. Ev tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve ji alî hemû hêzên kapîtalîzmê ve tê meşandin. Ev tecrîd îro ji aliyê Amerîkayê û Brîtanya bi giştî hemû dewlatên navnetewî ve tê meşandin. Ji ber ku li herêmê pêşketin alternatîfa aştiya civakî ne li gorî berjewandiyê wan e. Pergala kapîtalîst her dixwaze pirsgirêkan, şer û tevliheviyê li pêş bixe û pergala xwe wisa bidomîne.
Li dijî vî şerî û kuştinê, Rêber Ocalan alternatîfa çareseriyê ye. Rêber Ocalan di şerê Rojhilata Navîn de hêza aştiyê ye. Îro tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin bandora xwe li her deverê cihanê dike. Li dijî vê tecrîdê divê ku mekanîzmayên cuda û rê û rêbazên nû bên lipêşxistin. Em tecrîdê encax bi çalakiyên cuda dikarin rakin. Êrişên ku li ser başûrê Kurdistanê divê ku ji tecrîda Îmraliyê qut neyên girtin. Îro tu eleqeya malbata Barzanî bi kurdatiyê re nîn e. Heke ku malbata Barzanî li şûna bi hevkariya Tirkiyeyê re daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê bikira, dive ku îro di hêla aborî, siyasî de têk neçûba. Kesê ku wan ji vê aloziyê xelas bikira Îmrali bû. Li şûna ku Tirkiyeyê hembêz dikin divê ku Îmraliyê hembêz bikirina. Ji ber vê yekê îro xwedî derketina li birêz Ocalan tê wateya xwedî derketina Kurdistanê û parastina nirxên neteweyî.”