Li hemberî geşedanên di sala dawî de hêzên hegemonîk di kontrolkirina herêmê de asê mane, piştî civîna çaralî ya 20. a Astanayê yekser bi lûtkeya NATO’yê re planên nû hatin çêkirin û bi taybetî jî erkên nû dan dewleta tirk a dagirker û welatên endam.
Berxwedana li dijî êrîşên TC’yê
Şerê ku di şexsê Rêber APO de li dijî têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê kurd hate meşandin, civaka tirk di aliyê aborî de hilweşand û dewlet hilweşand. Di 10 salên dawî de bêkarî di asta herî bilind de ye. Xizanî û enflasyon di asta herî jor de ye. Her wiha dewleta tirk a ku bi pirsgirêka penaberên Sûriyeyê re têdikoşe, ji bo xurtkirina bingeha polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê kurd, her carê dudilî nemîne ku vê kartê li dijî hemû welatên Ewropayê bi kar bîne.
Bi hilbijartinên dawî re faşîzma AKP-MHP’ê ji bo hebûna xwe ya li ser desthilatdariyê bidomîne û ji bo ku xeyalên xwe yên Osmanî yên kevnar pêk bîne, di her alî de ji dayîna tawîzan gav paşde navêje. Şefê faşîst Erdogan xwe weke berdewam û xelîfeyê pêncemîn ê Împeratoriya Osmanî dibîne. Di mejiyê dewleta tirk de ev dewletên cîran wek wîlayetên tirkan in.
Tirkiye pozîsyona xwe ya jeopolîtîk û endamtiya NATO’yê ji bo tepisandin û qirkirina gelê kurd û gelên din ên herêmê bi kar tîne. Tirkiye ji roja ku hatiye damezrandin heta niha heman siyasetê dimeşîne, lê gelê herêmê rê nade ku encam bigre. Gelê herêmê ji vê siyaseta berfireh a dewleta tirk nerazî ye. Tirkiye vê dagirkeriyê bêyî guh bide qanûnên şer û hiqûqa navneteweyî binpê dike, lewma bi gelek hêzên herêmê re di nava nakokiyê de ye.
Li aliyê din di van demên dawîn de xebatên dîplomatîk ên Tirkiyeyê li Iraq û başûrê Kurdistanê gelekî zêde bûne. Ji bo Tirkiyeyê hevdîtinên li Iraq û başûrê Kurdistanê girîng in. Dizane ku ger têkiliyên xwe yên li Iraq û başûrê Kurdistanê baş neke, ji bo êrîşên tasfiyeyê yên li dijî tevgera azadiya kurd û polîtîkayên xwe yên bêperwa yên li hemberî gelên herêmê desteka ku dixwaze ji NATO û welatên Ewropayê wernagire. Bingeha perspektîfa dewleta tirk a li ser Iraq û başûrê Kurdistanê bi perspektîfa wê ya li ser gelê kurd û azadiyê ava dibe. Siyaseta dewleta tirk a niha li ser gelê kurd qirkirina topyekûn e, dixwaze di zûtirîn demê de vê pêk bîne û di wê baweriyê de ye ku eger dem winda bike êdî şert û merc ne guncaw in. Ji ber vê yekê jî bi sûdwergirtina ji nediyarbûn û bêîstîqrariya siyaseta navneteweyî û herêmê lezê dide qirkirina li ser kurdan. Ji bo vê jî pêşî dixwazin Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û piştre jî hemû destkeftiyên kurdan tune bikin.
Erk û mîsyona ku dane rejîma AKP-MHP’ê ev e. Rejîma AKP-MHP’ê ku zêdetirî 8 sal in li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê şerekî dijwar dimeşîne, weke pêwîstiyeke vê erkê, di pêvajoya dawî de hemû hebûna xwe derxistiye holê.
Herî dawî di 24’ê tîrmehê de, di salvegera Peymana Lozanê de, dewleta tirk a dagirker şer û operasyoneke nû ya dagirkeriyê ragihand û li seranserê Kurdistanê pêk anî. Ji ber ku Peymana Lozanê ew peyman e ku dewleta tirk ava kiriye. Ji bo fêhmkirina siyaseta dewleta tirk û rengê êrîşên wê, tenê fêmkirina vê rastiyê bes e.
TC û PDK dixwazin Bexdayê bikêşin nav şerê xwe
Dema ku dewleta tirk a dagirker bi kartên av û bazirganiyê hewl dide dewleta Iraqê di siyaseta xwe ya qirkirina kurdan de bi kar bîne, dewleta Iraqê tu carî nekarî helwestek bi bandor û rast nîşan bide. Ji aliyê din ve jî di bin serokatiya MÎT’ê de li gelek herêmên Iraqê, bi taybetî li Kerkûk û Mûsilê, ji bo ku aliyên xwedî hêz û xwedî bandor di siyaseta Iraqê de bikişîne, siyaseteke nazik dimeşîne. Dewleta tirk a dagirker hemû derfetên xwe yên leşkerî, siyasî û aborî ji bo destekkirina polîtîkaya qirkirina kurdan bi kar bîne, bi vî rengî xwe nêzî Iraqê dike û ji bo ketina siyaseta Iraqê bingehek ava dike.
Di çend mehên borî de zextên dewleta tirk a dagirker a ji bo derqanûnîkirina Tevgera Azadî ya li Iraqê negihîştin encamên berbiçav, îja bi neçarkirina Iraqê ji pêngaveke wiha re, armanc dike ku bingeheke fermî ji êrîşên xwe yên dijmirovahî û der hiqûqî re ava bike.
Li aliyê din dewleta tirk a dagirker ji bo gelê êzidî nebe xwedî statuyeke demokratîk zextên giran li hikûmeta Iraqê dike. Di her firsendê de tekez dike ku divê peymana Şengalê ji aliyê PDK’ê ve bê bicihanîn.
Êrîşên dewleta tirk a dagirker di van demên dawî de bi taybet piştî serdana Hakan Fîdan a li Iraq û başûrê Kurdistanê zêde bûne. Ji aliyekê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû rêyên NATO li dijî gerîlayên Azadiyê bi kar tîne. Dewleta tirk a dagirker ku şerekî hovane dimeşîne, êrîşên xwe yên qirker ên li ser bajarên başûrê Kurdistanê, çi bi balafirên keşfê, çi jî bi sûîqestê, didomîne. Bê şik ew van êrîşan bi tena serê xwe nake. Hevkar û xiyanetkar PDK’ê ku di demên herî krîtîk ên dîrokê de weke xeleka jiyanê ya dewleta tirk a dagirker bû, êdî dudilî nîne ku di vê pêvajoyê de mîsyona xwe bi awayekî aşkere nîşan bide.
Di deme ku Hewler veguheriye hêlîna kujerên dewleta tirk û MÎT tê de tevdigere, bi êrîşa li ser Balafirgeha Erbetê ya Silêmaniyê ji bo tirsandina raya giştî ya Silêmanî û Soranê ye. Çawa Behdînan kirin baregeha artêşa tirk a dagirker û MÎT’ê, dixwazin Soran û Silêmanî jî ji bo heman armancê bi kar bînin.
Tevî hemû zextên Îranê jî: Jin Jiyan Azadî
Dema ku em ketin 1. salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî ya ku li Rojhilat û Îranê destpê kir û li cihanê belav bû, Îranê zext û zordariya xwe ya li ser gelê kurd û gelên herêmê berdewam kir û hin gavên leşkerî jî avêtin. Yek ji van biryaran jî hevdem ligel hevdîtinên li New Yorkê yên di navbera Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan de di çarçoveya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat lidarxistin. Wezîrê karên derve yê Îranê serdana heftiya buhurî ya Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê bo Têhranê ji bo peymana ewlehiyê ya her du welatan û cîbicîkirina wê bi hevkariya Îranê girîng nirxand.
Di vê çarçoveyê de, bi rêkeftineke dualî ku di navbera hikûmeta Iraqê û Îranê de di 19’ê adara 2023’yan de hat îmzekirin, Îranê daxwaz ji Iraqê kir ku hêzên rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê bêçek bike û wan di kampan de bi cih bike yan jî bişîne welatên sêyem. Di çarçoveya peymanê de muhlet heta 19’ê îlonê ye. Her çend ev dema çend rojan hat dirêjkirin jî, hêzên PDK-Î’ê baregeh û nuqteyên wan ên li ser xaka Îranê rûxandin û ji herêmê vekişiyan.
Li gorî tevgera wê ya navxweyî, di van çend mehên dawî de çalakiyek girîng heye ji bo bihêzkirina hebûna xwe li gelek welatên Rojhilata Navîn, nemaze li Sûriyê. Berî heftiyekê hêzên Îranî û Sûriyê bi beşdariya fermandarê Feyleqê Qudsê Îsmaîl Qaanî tetbîqateke leşkerî ya hevbeş li Sûriyê li dar xistin
Li Sûriyê û Rojava şerê wekaletê didome
Ji bilî gendelî, qaçaxçîtî û qeyrana aborî li herêmên rêjîma Sûriyê, xwenîşandanên bi serpereştiya xelkê Suweydayê roj bi roj berbelav dibin, û rêjîma Sûriyê di lêgerîna derketina ji wê çala kûr de ye ku tê de ye. Di van mehên dawî de, Esed ji bo şikandina tecrîda ku tê de ye, bi taybetî bi sûdwergirtina ji erdheja navenda Mereşê, dest bi nêzîkbûna xwe ji gelek welatên erebî re kiriye. Vê nêzîkbûnê hişt ku Şam di meha gulanê de careke din tevlî Komkara Erebî bibe û Esed jî beşdarî lûtkeya li Erebistana Siûdî bibe.
Rejîma Sûriyê herî dawî piştî 20 salan çû Çînê. Pekîn di Rojhilata Navîn de rola xwe ya zêde dileyize. Bi navbeynkariya Çîn, Îran û Erebîstana Siûdî bi taybetî di destpêka salê de nêzî hev bûn. Çîn, ku li herêmek dîrokî ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî pir çalak e, piştgirî dide projeya azwerî ya Rêyên Îpek, ku veberhênanên mezin di binesaziyê de vedihewîne da ku têkiliyên bazirganiyê di navbera Asya, Ewropa, Afrîka û hêj bêtir çêtir bike. Hikûmeta Şamê di çileya 2022’yan de tevlî projeyê bû û hêvî dike ku sûdên aborî yên girîng bi dest bixe.
Rejîma Sûriyê ku li derve di nava danûstandinên tund de ye, armanc dike ku bi peymanên bi Rûsya-Îranê û dewleta tirk a dagirker re li ser Rojava serweriya xwe ya navxweyî ji nû ve bi dest bixe. Rejîma Sûriyê bi sûdwergirtina ji bûyerên Dêrezorê, ji bo pîlanên xwe yên ku ev demeke dirêje bûne bingeh, bike meriyetê. Daxuyaniya Şêwirmendê Serokê Sûriyê Lona El Şibil di 24.08.2023’ê de ev yek piştrast dike: “Hikûmeta Sûriyê ligel hevalbendên xwe ji bo rizgarkirina rojhilatê Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî dagirkeriya Amerîkayê ya li rojhilatê Firatê bike” li hev kirin e. Ev daxuyanî du roj beriya destpêkirina Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li Dêrezorê û rojhilatê Firatê hat dayîn.
Dewleta tirk a dagirker ku yek ji endamên aktîf ên maseya Astanayê ye, di bûyerên Dêrezorê de piraniya plan, fesadî û êrîşên li dijî kurdan pêk anî. Armanca sereke ya dewleta tirk a dagirker têkbirina rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji bo bigihêje vê armancê, çi bi tora ajantiyê ya ku li herêmê çêkiriye, çi bi SIHA’yan û çi jî ji xeta sînor êrîşên xwe di her warî de didomîne. Di heman demê de bicihkirina Heyet Tahrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) li eniya şer û êrîşên hemwext ên çeteyên wê yên li ser Minbic û Til Temirê jî nîşaneya hevkariya wan a bi rejîma Sûriyeyê re ye.
Îran ku li Sûriyê jî rolek aktîf dilîze, Sûriyê ji bo xwe weke jeostratejîk dibîne, lewma xwe bi kûrahî di nav civaka Sûriyê de bi cih kiriye û li gelek deveran xelk kiriye şîa. Her çend Îran DYA’yê weke dijminê xwe yê mezin dibîne, lê di gelek aliyan de bi DYA’yê re tevdigerin û rola xwe ya li Sûriyeyê di nava xwe de parve dikin.
Hêzeke din a dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêza serdest jî Rûsya ye. Tevî ku piştî şerê Ûkraynayê hebûna Rûsyayê li Sûriyeyê lawaz bû jî, dest ji armancên xwe berneda. Hewldanên derxistina Amerîkayê ji Sûriyê hê jî dewam dikin. Tevî ku Rûsya di bûyerên Dêrezorê de zêde dernakeve, lê ew yek ji endezyarên serweriya rejîma navendî ya Sûriyê li ser tevahiya herêma Sûriyê ye. Rûsya hewl dide bi rêya hevalbendên xwe (Îran, Sûriye, Tirkiye) tişta ku bi tena serê xwe nekarî di derxistina DYA’yê ji Sûriyê de bike.
Herî dawî dema em helwest û polîtîkayên Amerîkayê yên li Sûriyeyê bidin ber çavan, ji armancên hêzên din ên hegemonîk ne dûr e. Ev hêz tam dibin sedem ku aramî û ewlekarî bi tevahî li xaka Sûriyê ku veguheriye herêmeke germ a pevçûnan pêk neyê. Amerîka jî weke hêzên din her tim di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevgeriyaye û dizane ku hebûna wê ya li Rojhilata Navîn girêdayî hebûna wê ya li Sûriyeyê ye.