Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê di 7 û 8’ê cotmehê de dakevin qadan.
TJK-E’yê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên herî giran ên dîlgirtinê de li dijî dewleta tirk a faşîst qirker û hêzên komploger têdikoşe.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Berovajî planên xayin ên komplogeran di nava 25 salan de eniya têkoşînê her roj hinekî din mezin bû, ji Kurdistanê derbasî tevahiya Rojhilata Navîn û cihanê bû. Bêguman di navenda vê têkoşîna bi rûmet de jî Rêber Apo heye.”
TJK-E’yê ragihand ku pêvajoya komployê ya ku ji bo îmhakirina nirx û destkeftiyên gelê me û tevgera azadiyê hate destpêkirin, di rewşa heyî de li Îmraliyê, li çar parçeyên Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li zindanan, li qadên civakî û siyasî bi rengekî bêrehm dewam dike.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Bi polîtîkaya taybet a li Îmraliyê re sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo li dijî hemû hêzên alîgirên azadî û mirovahiyê weke sîstemeke îşkenceyê tê meşandin. Bi binpêkirina hemû pîvanên hiqûqî re dewleta tirk a faşîst ev sîstema giran roj bi roj kûr kir û şerê qirkirinê bi vê yekê re berfireh kir. Di vir de yên têne tecrîdkirin jin in, gelê kurd e, mirovahî ye. Her wiha 31 meh in têkiliya Rêber Apo ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, tecrîdeke metirsîdar heye, li ser jiyan, ewlekarî û jiyana Rêber Apo tu agahî nayê wergirtin. Di rewşeke bi vî rengî de CPT hîn jî vê rewşê ji nedîtî ve tê ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Di serî de CPT hemû saziyên navneteweyî heta niha bêdeng man, li hemberî sîstema tecrîda mutleq û vê îşkenceya li ser Rêber Apo ya pêwîst nekirin. Di serî de CPT em bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar dikin û bang li wan dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin.
Li ser vê bingehê weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em soza xwe dubare dikin ku heta şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Di têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de Rêber Apo şîfreya jiyana azad û wekhev da me. Lewma em komploya 9’ê Cotmehê careke din şermezar dikin, di salvegera komployê de bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiyên 7 û 8’ê Cotmehê bibin ku wê li Ewropayê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bêne lidarxistin. Em bang li jinan, gelê xwe, her kesên baweriya xwe bi jiyaneke azad û wekhev tînin dikin ku hîn bi xurtî û bi bandor tevlî têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.”
Plansaziya çalakiyan bi vî rengî ye:
7’ê cotmeha 2023
Fransa
Paris
Saet: 14.00
Cih: Gare du Nord
Marsilya
Saet:13.00
Cih: Canebiere
*
Swîsre
Zürich
Saet:16.00
Cih: Helvetiaplatz
*
Hollanda
Amsterdam
Saet:12:30
Cih:Jonas Daniël Meijerplein
*
Swêd
Stockholm
Saet: 15.00
Cih: Norra Bantorget
Malmö
Saet: 13.00
Cih: Gustav Adolfs Torg
Göteborg
Saet: 14:00
Cih: Brunsparken
*
Danîmarka
Kopenhag
Saet: 13.00
Cih: Vesterbro Torv
*
Fînlandiya
Helsinki
Saet: 15.00
Cih: Narinkkatorg
*
Norwêc
Oslo
Saet: 14:00
Cih: Trafikanten
*
Almanya
Duisburg
Saet: 14.00
Cih: Duisburg HBF
Berlin
Saet: 17.00
Cih: Alexanderplatz
Kiel
Saet: 15.00
Cih: Matrosenplatz/ Bahnhof
Bremen
Saet: 15.00
Cih: Domshoff 25
Hamburg
Saet: 16.00
Cih: Hachmann Platz/HBF
Hannover
Saet:13:00
Cih: Steintor
*
8’ê Cotmeha 2023
Belçîka
Brüksel
Saet: 12.00
Cih: Gare Central
*
Fransa
Bordeaux
Saet: 13.00
Cih: Place De La Bourse