Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk a dagirker dibistan veguherandin navendên perwerdehiyê yên DAIŞ’ê

Dewleta tirk a dagirker ku ji bilî sûcên li dijî mirovahiyê yên wekî komkujî, talan û revandina li herêmên dagirkirî, guhertina demografyaya herêmê didomîne, dibistanek li Serêkaniyê vala kir û veguherand navenda perwerdehiya DAIŞ'ê.

Hate hînbûn ku dewleta tirk a dagirker, li gel sûcên li dijî mirovahiyê yên weke komkujî, talan û revandina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ku bi êrîşên dagirkeriyê yên ji Cerablûsê di 24’ê tebaxa 2016’an de dest pê kir, pêkhateya demografîk guhert û dibistana Pîşesaziyê ya li Serêkaniyê vala kir û veguherand navendeke perwerdehiya çeteyên DAIŞ’ê.

Di tebaxa borî de dewleta tirk a dagirker Dibistana Pîşesaziyê li Serêkaniyê vekir, ku beriya dagirkeriyê weke navenda têkiliyên giştî yên YPG’ê dihat bikaranîn. Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgeha Rihayê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Muhammed Hamza û heyeteke ku ji çeteyên dewleta tirk a dagirker destek dike, beşdarî vekirinê bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, Dibistana Pîşesaziyê ya ku hate diyarkirin wekî dibistan hatiye vekirin, di dawiya meha tebaxê de hate valakirin û ji bo perwerdekirina çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên girêdayî Îxwanî Muslim ku di zindana Taxa Zorova ya Serêkaniyê de hatibûn ragirtin di 02.09.2023’an de li dibistanê hate bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat ragihandin ku gelek kamera li hundir û derveyê dibistana ku veguherî navenda perwerdehiya DAIŞ’ê ya ji 6 beşan pêk tê, hatine bicihkirin.

Her ku roj bi roj peywendiyên Tirkiyê û DAIŞê aşkere dibin, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di 12ê tîrmeha 2022’yan de parêzgarê berê yê Şamê Maher el-Egal ku yek ji çar serkirdeyên yekem ên DAIŞê ye, di operasyona navçeya Cindirêsê a Efrînê a ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî bêyî ku dem bi paş ve biçe, di 26’ê îlona 2023’yan de di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de serkirdeyekî DAIŞ’ê li gundewarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta tirk de girt. Çeteyê bi navê ‘Ebû Halîl El-Fedanî’ yê dîl hatibû girtin radestî HSD’ê hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar