Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serdema nû a perwerdehiyê îsal li Reqayê bi 397 dibistanan dest pê kir

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Xelef El Matar diyar kir ku wan îsal 397 dibistan vekirine û wiha got: “Ji bo sala nu a perwerdeyê heta niha me gelek dibistanên nû vekirin û niha em hewl didin 4 dibistanên din jî vekin. Ji bo sala pêş me jî gelek plan û projeyên me hene.”

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo ku dibistanên nû ava bike û yên wêran bûne sererast bike, di nava hewldanan de ye. Komteyê gelek dibistanên di dema rizgarkirina Reqayê de wêran bûne, sererast kirin. Her wiha ji bo sala 2024`an jî plansazî daniye û dê dibistanên nû ava bike.

Der barê mijarê de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Xelef El Matar got: “Ji dema ku komîte hatiye avakirin, em hewl didin dibistanên bi temamî wêran bûne yan jî qismeke wan wêran bûne, sererast bikin.”

Li Reqayê di sala xwendinê ya nû de 15 dibistan hatin avakirin, 65 dibistanên din bi temamî û 122 bi awayekî beşî hatin sererastkirin.

Li gorî El Matar di sala xwendinê ya 2023-2024’an de 397 dibistan hatin vekirin.

El Matar wiha domand: “Plansazî heye ku 4 dibistan bên sererastkirin. Xebatê di wan de dest pê kiriye. Dibistan ev in; Dibistana El Reşîd a seretayî, El Reşîd a amadehî, Dibistana Sibehiye û El Betanî.”

Komîte plan dike ku sala 2024`an 3 dibistanan ava bike; Xalid Bin El Welîd, Îsmaîl Baqir û Hezîme li bakurê Reqayê.

El Matar da zanîn ku komîteyê sala 2023`yan li bajêr 27 dibistan bi temamî û 7 dibistan bi awayekî beşî wêran bûbûn, sererast kirin û 2024`an dê girîngiyê bide dibistanên li gundewaran.

Her wiha El Matar destnîşan kir ku li gorî pêwîstiyê û belavbûna xwendekaran di nava bajêr de, dibistan hatin avakirin an jî sererastkirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê aşkera kir ku ji xebatên wan, 15 hezar xwendekaran feyde dîtiye, di heman demê de diyar kir ku pêwîstî bi dibistanên din heye, ji ber ku hin dibistanan qerebalix in. Her wiha ji bo çalakkirina pergala du dewaman, daxwaznameyek ji Rêveberiya Dibistanan a Giştî re pêşkeş kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar