Dosyaya beşa duyemîn a nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar wiha ye;
Kobanê di meha îlona 2014’an de ketibû nava nehperoşkên DAIŞ’ê. Her devera Kurdistanê û gelek deverên cîhanê her der bû Kobanê. Şervanên kurdan û dostên xwe bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Berxwedana nava Kobanê, tesîra xwe li er bi milyonan kurd û dostên wan kir û wan rakir serhildanê. Di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de seranserî bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi milyonan kurd rabûn ser pêyan û piştgirî dan Kobanê. Bi ser serhildana piştevaniya Kobanê re 9 sal derbas bûn.
Di xwepêşandan ango serhildana piştevaniya Kobanê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku têkçûna DAIŞ’ê qebûl nekir û dixwazin heyfa berxwedana Kobanê ji siyasetmedarên HDP’ê hildin. Piştî 6 salan li dijî HDP’ê di 25’ê îlona 2020’an de operasyon hat kirin û di bin navê “Doza Kobanê” de li siyasetmedaran doz hat vekirin. 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin. Danişîna 35’emîn a dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Ji her siyasetmedarekî re ji 29 “sûcên” cuda 38 caran cezayê muebeda giran û 19 hezar û 680 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Çalakî kirin mijara dozê
Êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di 5’ê cotmeha 2014’an de gihîştin asta komkujiyê. Kurd û dostên xwe di 6’ê Cotmehê de li her deverê daketin kolanan. Di serî de li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û li bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û bi tevahî li 35 bajaran çalakiyên xwepêşandanê hatin lidarxistin. Endamên Hîzbullahê û polîs û leşkeran êrişî girseyan kirin. Li ser vê yekê hêrsa xwepêşandanê mezin bû. Di vê navberê de roja 7’ê Cotmehê Serokkomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li Dîlokê bû û axaftinek sosret kir. Erdogan gotibû, “Kobanê wa ket û vaye dikeve.” Ev gotinên Erdogan serhildana gelê kurd û dostên wan hin mezintir kir. Li 7 bajarên bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 8’ê cotmehê de xwepêşandan sekinînin.
Tevî ku 9 sal bi ser xwepêşandanan re derbas bûn jî lê hê jî bîlançoya çalakiyan nehatiye eşkerekirin. Lê li gorî agahiyên ji aliyê raya giştî ve tên zanîn di xwepêşandanan de 54 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 48 sivîl û 2 polîs, li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî 46 kesan jiyana xwe ji dest daye, li gorî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî 37 kesan canê xwe ji dest daye.
Pêvajoya ber bi doza HDP’ê ve
Serokomarê AKP’ê Erdogan piştî bûyeran bi sê rojan di 11’ê cotmehê de li Rîzeyê axivî û bi gotina “em ê hesabê vê yekê bipirsin” gef li siyasetmedarên HDP’ê û kurd xwarin. HDP ji bo mirina 54 kesan û birîndarbûna bi sedan kes were zelalkirin û rastiya wê derkeve holê, di salên 2016, 2017 û 2018’an de sê caran pêşniyaznameya lêkolînê da Meclisê. Ev daxwaz her car ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat redkirin.
Piştî 6 salan îdianameya 3 hezar û 530 rûpelî û ji 324 klasoran pêk tê, di 30’yê Kanûna 2020’î de pêşkêşî dadgehê hat kirin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ew di 6 salan de berhev kir û HDP’ê wê wekî “Doza Kûmpasê” pênase kir, di nav hefteyekê de, di 7’ê Çileya 2021’ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’yan a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Heya niha di çarçoveya dozê de 18’ê girtî 108 kes tên darizandin. Danişîna 35’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yan a Enqereyê ya li Girtîgeha Sîncanê didome.
Di îdianameyê de ku HDP bi sûcine giran tê tawanbarkirin û di warê hiqûqê de cihê nîqaşan e, Wezareta Dadê, AKP, CHP, Huda Par, MHP, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, MÎT, Wezareta Karên Navxweyî, Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezareta Parastinê û Saziya Goşt û Şîr jî di nav de 2 hezar û 676 nav wekî gazinkerên mexdûr cih digirin.
Xwedî li berxwedana Kobanê derketin
Siyasetmedaran diyar kirin ku banga derketina kolanan ji aliyê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ve li dijî gefên qirkirinê yên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bangek rewa ye û destnîşan kirin ku ji ber çavê xwe ji hovîtiya DAIŞ’ê re nagirin 3 sal in di girtîgehê de ne. Siyasetmedarên ku bal kişandin ser têkiliyên hikûmeta AKP’ê yên bi DAIŞ’ê re, bi parastina xwe careke din serhildana Kobanê hembêz kirin.
Daraz ango şandeya dadgehê dixwaze dozê li ser îfadeyên şahidên bi navê Kerem Gokalp, Mahîr û Merdan Ruştu Ovalioglû yên navên wan eşkere û şahidên veşarî bi rê ve bibe û siyasetmedaran ceza bike.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê heta niha mirina 37 kesan qebûl kiriye. Heta niha tenê dosyeyên lêpirsînê yên Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş, Hasan Gokguz ên li Amedê, Mehmet Latîf Şener li Wanê ku endamên HUDA-PAR’ê ne û endamên Hizbullahê ne û her wiha Ekrem Kaçaroglû yê li Îzmîrê bi lînckirinê hat kuştin hatine vekirin lê dosyeyên mayî 9 sal in ji refên darazê nehatine vekirin.
Faîlên van qurbaniyan bi piraniya wan polîs, leşker, cerdevan û endamên Hîzbullahê ne. 9 sal in dosyeyên van qurbaniyan di tariyê de hatine hiştin.
HDP tê darizandin
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dosyeya Doza Kobanê jî ji bo doza girtina HDP’ê dike hinceta sereke. Lê hê jî faîl û berpirsiyarên serek nehatine darizandin. Desthilatdarî û daraz bi hev re dixwazin bi van dozan, heyfa têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ji siyasetmedaran û HDP’ê hilde.