Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘’Rizgarî di destên me de ye’

Seroka Lijneya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer têkildarî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku ew dizanin ku rizgariya wan di destê wan de ye: "Komplo, bi êrîşên li ser xaka ku fikrên birêz Ocalan lê aj dane tê domandin."

Piştî çalakiya fedayî 1’ê cotmehê ya li hemberî Wezîrê Karên Derve yê tirk, wezîrê faşîst Hakan Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Bi daxuyaniyên Fîdan re li ser hev du êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Heya niha 45 tesîsên sivîl (tenduristî, enerjî, petrol, xizmet, aborî, av, dibistan zexîre…) û 20 qadên cuda hatine bombebarkirin. Di êrîşan de 8 jê sivîl, 7 jê hêzên ewlehiya hundirîn û şervanên HSD’ê bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî daxuyand ku wan Balafira Biçek û Bêmirov (SÎHA) a artêşa tirk xistiye. Herî dawî di 6’ê cotmehê de balafirên şer ên Tirkiyeyê yên ji Amedê rabûn, Taxa Kaniya Kurdan a Kobanê û febrîqeya betonê û Nexweşxaneya Covîdê yên li Kobanê bombebaran kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehhezaran kes li dijî van êrîşan daketin qadan. Seroka Lijneya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer êrîşên tên kirin nirxand. Omer, êrîşên navborî wekî berdewama komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.

Omer bi bîr xistku di 3 mehên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî qadên jiyanê tên bombebarkirin û wiha domand: “Heya niha windayên me yên sivîl û hêzên ewlehiyê hene. Êrîş li hin navendên bajaran bi taybetî jî li xeta sînor bênavber didomin. Ev êrîş, êrîşên sala 2009’an tînin bîra me. Em dibînin ku dixwazin car din Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin. Saziyên sivîl, saziyên ximetê hedef hating irtin.”

Êrîş berdewama komployê ye

Omer anî ziman ku bi taybetî di meha cotmehê de pêkanîna van êrîşan wesfa berdewamiya komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Ocalan di xwe de dihewîne û anî ziman ku êrîşên îsal jî di meha cotmehê de hatin kirin, ev ne rasthatinî ye. Omer wiha domand: “Bêdengiya qada navneteweyî van êrîşan xurt dike. Komplo, bi êrîşên li ser xaka ku fikrên birêz Ocalan lê aj dane tê domandin. Gelê vir jî hay ji vê heye û ji ber vê dadikeve qadan û bertek nîşan dide.”

Omer destnîşan kir ku gel li Qamişlo, Hesekê û gelek deverên din êrîşan protesto dike û got ku ên pêşengiya van protestoyan dikin jî jin in. Omer biryardariya jinan a ji bo xwedîderketina li şoreşê jî destnîşan kir û got: “Gelê ku daket kuçeyan qîriya ku ew ji van êrîşan antirsin û dê paşdegav neavêjin. Di van protestoyan de ku Kongra Starê pêşengiya wan kir, jinan rol û ristên nû hilgirtin û rola xwe lîstin. Jin dizanin ku dê aştî û çareseriyê bnin vê xakê. Lewma dizanein ewilî ew hedef tên girtin.”

Jin xwedî li şoreşa xwe derdikevin

Omer bilêv kir ku dê jin li dijî êrîşan rêxistinkirina xwe xurttir bikin û bersiva êrîşan bidin û got: “Jin bi van êrîşan dizanin û dagirkeran nas dikin. Dagirker jî dixwazin jinan di nava rola ku wan diyar kiriye de heps bikin. Lê jin xwedî li şoreşa xwe derdiekevin. Me ji destpêkê ve teslîmiyet qebûl nekir û em ê qebûl nekin jî. Me ji bo têkoşînê her tiş da ber çavê xwe. Em ê rastiya xwe bi destê jinan bihûnon. Di Rêveberiya Xweser de jin bêtir xwe birêxistin dikin û hewl didin vê ragihînin cîhanê. Tu hêviyeke me ji vê pergalê tune ye. Em dizanin ku rizgariya me di destê me de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar