Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li ser jiyana min a li girtîgeha Girava Îmraliyê

Ez yeqîn dikim ku yek ji mijara herî zêde meraqê wê tê kirin ku ez li hemberî vê tenêtiya mutleq û sekantiyê çawa li ber xwe didim. Ezmûna min a jiyanê di vî warî de cihê meraqê ye. Ez dema zarok bûm, yek ji dinyadîtiyê gund ku weke zana dihat qebûlkirin, hal û hereketên min şopandibû û ez hê ji bîr nakim gotinek weha gotibû: “Lo li cihê xwe rûnê, ma di te de cîwa heye?” Çawa ku tê zanîn, civak elementek e ku diherike û di cihê xwe de nasekine. Ez jî kesekî wisa bi hereket bûm û di cihê xwe de nedisekinîm. Eger xwedayên mîtolojîk jî bifikiriyana bi herhalî wê nehata bîra wan ku min bi zinarên Îmraliyê ve girê bidana û bi cezayekî giran ceza bikirana. Tevî vê jî min di hucreyeke yekkesî de duwanzdeh salên xwe temam kirin. Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe. Li vê rewşê odeya girtî ya tecrîdkirinê jî bê zêdekirin hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne bêhtir dibe. Herweha di dema destpêkirina kalbûnê de ez anîm giravê. Demeke dirêj min di kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de girtin. Ez yeqîn dikim ku du salên dawiyê kontrola Wezareta Dadê heye. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyekî yek kanalî derfetên min ên têkiliyê bi derve re tinene. Bêguman mehê carekê hevdîtinên nîv saetî yên bi xuşk û birayan re û bi bahaneya rewşa hewayê ya nexweş gelek caran pêk neyê jî hevdîtinên hefteyî yên bi parêzeran re cîhana min a têkilîdanînê pêk dianîn. Hemin ez van hêmanên têkiliyê piçûk nabînim, lê ji bo mirov xwe li ser piyan bigire têrê nakin. Li ser piyamayîna min û nerizîna min, wê zêhn û îradeya min diyar bikirana. Ez hê li derve bûm, min hem xwe bi tenê hiştibû hem jî min xwe ji tenêmayînê re amade kiribû. Min xwe ji têkiliya bi malbatê û xizmên nêz re ku mirovan gelekî hînî xwe dikin, heta ji têkiliya bi heval û hevriyan re gelekî mucered kiribû û di vî warî de tecrûbeyên min hebûn. Têkiliya bi jinê re tevî ku gelekî girîng bû jî qadeke têkiliyê bû, min ew jî gelekî mucered kiribû. Ez bi temamî berevajiyê Nazim Hîkmet bûm. Min ad kiribû ku ez ê nebim xwedî zarok. Di dema lîseyê de min nivîseke kompozîsyonê nivîsandibû û mamoste ji bo deh pûan dabû min. Sernivîsa wê gotara min wisa bû: “Tu zarokê min î ku tu yê ti carî ji dayik nebî!” Ez yeqîn dikim ku bi vê nivîsê min xwestibû ez jiyanên zarokatiyê yên zehmet derbas dibûn bînim ziman. Lê ev ezmûn û tecrübe hemû jî têrê nakin ku hêza min a berxwedanê li Îmraliyê rave bikin. Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ku ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne gelek salên bihurîn, ez nedifikirîm salekê jî derbas bikim. Fikreke min a min di ber xwe de digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi mîlyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan kesî yan jî ez kiribûm. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir. Mirov hîç nikarin ji malbat û zarokên xwe qut bibin, lê ez ê demeke dirêj û bi awayekî careke din hîç li wan venegerim çawa ji îradeya mîlyonan a yekbûyî qut bibûma! Ev îradeya bi mîlyonan a yekbûyî mirin li ber çavan girtibû pêk hatibû. Nameyên ji gel ên çend rêz jî nedidan min. Heta niha ji hevriyên li zindanê ji beşekî mezin nameyên wan pirr kêm ên di kontroleke hûrûkûr re derbasbûne û ji bilî çend îstîsnayan hîç name nedane min. Min nikarîbû ez nameyan bişînim. Ev xusûs hemû belkî hinekî tecrîda rê li ber vekiriye rave bikin. Lê rewşa min aliyên xwe yên xweser hene. Ez ew kes im ku min bi Kurdan gelek gavên ji wan re cara pêşî bê gotin dabû avêtin. Ev gavavêtinên nîvcomayî hemû ji bo jiyaneke azad pêk bên

bivênevê hewce bûn. Min bi her kesê ji gelê me, der barê her qada civakî de gava pêşî dabû avêtin, lê min nikarîbû wan bisipêrim dest û şertên ewle. Evîndarekî bifikirin: Ji bo evîndara xwe ya pêşî gav avêtiye, lê kêliya wê karibe wê himbêz bike destên wî li hewa dimînin. Di qadên civakî de gavavêtinên min ên ji bo azadiyê jî timî li hewa mane. Min xwe di qadên civakî yên azadiyê de bi awayekî helandibû. Ji ‘min’ zêde tiştek jî nema bû. Ji aliyê civakî ve pêvajoya zindanê di demeke wisa de dest pê kir. Ya rastî, şertên derve, dewlet, îdare û girtîgeh bi xwe weke qesran jî hatibin amadekirin têrê nakin ku rave bikin bê ka ez çawa xwe li vê tecrîda xweserî min radigirim. Hêmanên sereke divê di şert û mercan û nêzîkatiyên dewletê de neyên pirsîn. Ya diyarker ew e, divê ez xwe ji bo şert 495 û mercên tecrîdê îqna bikim. Diviyabû sedemên min ên wisa mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirtana û herçiqasî tecrîd bûya jî diviyabû min îspat bikirira ku mirov kare bibe xwediyê jiyaneke mezin. Dema mirov bi vê fikrê rabe, serê pêşî divê behsa du têgînên sereke bikim. Ya pêşî, der barê statuya civakî ya Kurdan de ye. Ez wisa difikirîm: Ji bo ez jiyana azad bixwazim, divê civaka ez endamê wê me azad bibe. Ya rastî, bêyî azadbûna civakê azadbûna ferdî nedibû. Ji aliyê sosyolojîk ve azadiya ferd bi temamî bi asta azadiya civakê ve girêdayî ye. Dema ez li gorî vê feraziyê rewşa Kurdan difikirîm, min wer fêhm dikir ku jiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin ti cudahiya xwe nîne. Ez vê fêhm û têgihiştina xwe bi vegotineke wêjeyî naynim ziman, bi temamî weke heqîqeta rastiyê ya pêkhatî îfade dikim. Ya diduyan, ji bo bi awayekî tam serwextbûna li têgînê, hewcedarî bi girêdana pêvaneke exlaqî heye. Divê tu xwe serwext bikî ku jiyan ji sedî sed bi girêdana bi civakekê re dibe. Yek ji têgihiştina girîng a modernîteyê afirandiye û pê ferd îqna kiriye ew e, bêyî girêdana civakî ferd dikare bijî. Ev îqna vegotineke qelp e. Ya rastî, jiyaneke bi vî awayî tineye, lê weke rastiyeke ferazî ya hatiye çêkirin didin qebûlkirin. Mirov ji vê pîvanê mehrûm bibe, ev tê wê maneyê ku exlaq jî ji hev de ketiye. Li vir heqîqet û exlaq di zikhev de ne. Kengî civaka exlaqî ji hev de ket û têkiliya wê bi têgihiştina exlaqî re qut bû, hingê ferdperestiya lîberal dikare pêk bê. Di serdema me de weke şêweyê jiyanê yê serdest tê pêşkêşkirin û ev rastiya wê îspat nake. Çawa ku sîstema kapîtalîst a berdevkiya wê dike ji aliyê exlaqê civakê ve ji hev de ketiye û ji têgihiştina heqîqetê qut bûye pêkan e. Li ser pirs û diyardeya Kurd de min mitale kir û di encamê de li ser vê babetê min ev hukim da. Divê mirov di jiyana min de aliyekî dualî baş fêhm bike. Ew jî reva ji Kurdîtiyê yan jî berevajiyê wê min berê xwe da Kurdîtiyê. Li gorî qirkirina çandî şert û mercên revê li her deverê hazir û nazir bûn. Her tim rev tê teşwîqkirin. Tam jî di vê nuqteyê de pîvana exlaqî dikeve dewreyê. Di berdêla rizgariya ferdî de reva ji civaka xwe çiqasî rast e, yan jî baş e? Min heta bi sala dawî ya zanîngehê xwend û ya rastî ev dihat wê maneyê ku min bi awayekî ferdî xwe xilas kiribû û ev yek misoger kiribû. Tam jî di vê demê de min dest bi Kurdîtiyê kir û vê jî vegera li pîvana exlaqî îfade dikir. Di çarçoveyeke sosyalîst de pêkan bû ku ev civak ne Kurd bûya, dibe ku civakeke din jî bûya. Lê dîsa jî divê tu xwe ji sedî sed bi diyardeyeke civakî girê bide da ku tu karibe bibe ferdeki bi exlaq. Eşkere dibû ku ez ê nebûma ferdekî bêexlaq. Ez li vir têgîna exlaq bi maneya etîk, ango bi maneya teoriya exlaq bi kar tînim. Naxwe ez li vir behsa exlagiriyeke paşvemayî nakim, mînak behsa kesekî tevahiya temenê xwe bi malbatekê yan jî komeke weke wê girêdayî dimîne nakim. Ji ber ku girêdana bi diyardeya Kurd û rewşa wê ya bi pirsgirêk bi tenê weke etîk bi exlaq dibe. Rewşa Kurdan a ji sedî sed koletî bû –ku hê jî bi vî rengî ye –ji sedî sed nehişt ku ez xeyal bikim “jiyana azad pêkan e”. Ez bi vê îqna bûm: Dinyayek min tineye ku ez têde azad bijîm. Li vir min zindana derve û hundir gelekî da ber hev. Di encamê de ez pê hesiyam ku girtîbûna li derve ji bo ferd bêhtir bi tehlûke ye. Ferdekî Kurd xwe li derve azad bihesibîne û bijî, wê ev xwe xapandineke mezin be. Jiyaneke di bin xwe xapandin û derewê de derbas bibe, jiyanek e ku ji destçûyî ye, û xiyanet lê hatiye kirin. Ji vê, encama min bi dest xist ev e, ez li derve bi tenê bi şertekî dikarim bijîm, ango ez bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan (di şertên kapîtalîzmê de ji bo kedkarên Tirk) têbikoşim pêkan e. Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq, jiyan ji sedî sed bi têkoşîna bîstûçar saetên rojê yên ji bo hebûn û azadiyê pêkan e. Min dema bi vê pîvanê jiyana xwe ya derve dipîva, min qebûl dikir ku ez bi exlaq rabûme. Di berdêla vê de kuştin an jî ketina zindanê li gorî xwezaya şer e. Li gorî ku jiyaneke bêyî şer sextekarî û bêrûmetî ye, li ber çavgirtina kuştinê yan jî xweragirtina zindanê li gorî xwezaya çalakiyayê. Ez divê xwe li şert û mercên zindanê ragirim, ev li gorî sedema min a jiyanê ye. Çawa ku mirov nikare rûyê xwe ji têkoşîn, her şêweyê şer ê hebûn û azadiyê ba bide, divê mirov zindanê jî weke encam qebûl bike. Ji ber ku tu ji bo jiyana azad têdikoşe û bêyî wê jî nabe. Eger mijar Kurd be, û ew Kurd jî bawer bike ku sosyalîst e, û eger di bin fermana lîberlaîzm, kapîtalîzm an jî fanatîzmeke dînî ya çeloxwarî de nebe, ji bilî şerê ji bo jiyaneke exlaqî û etîk, liderve ti tiştekî tu bikî û cîhaneke te tu bijî tineye. Dema ku min di çarçoveya vê têgînê de li jiyana hevalên di zindanê de temaşe kir, min dît ku bi awayekî gelekî ciddî xwe dixapînin. Ew dane bawerkirin an jî xwe dane bawerkirin ku li derve jiyaneke azad a mirov pê rabe heye. Jixwe dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve rola zindanan analîz bike, mirov ê bibîne rola wan ew e, li cem mirov hêviyeke azadiyê ya qelp biafirînin. Di şertên modernîteyê de zindan bi girîngî li ser vî bingehî hatine avakirin. Dema mirov ji zindanê derketine yan bi sextekarî û derewê jiyaneke qebûl kirine. Ji vê rewşê, divê mirov jiyaneke şoreşgerî, exlaqî û bi rûmet nepê, bendewariyên bi vî rengî tewş in, pûç in. Yan jî wê pratîka zindanê wan bistewîne, bigihîne. Bi vê gihiştinê wê têkoşîna xwe ya civakî bêhtir bi awayekî serketî bi cih bînin. Girtîgeh malên islahkirinê nînin, ew mekan in ku li wan mirov erkên xwe yên exlaqî û îradî bi xurtî hîn dibin. Heman xusûs ji bo şervanên azadiyê yên derketinê serê çiyan jî di cih de ne. Mirov bibe gerîllayê azadiyê ev tê wê maneyê ku mirov di asta herî jor de erkên xwe yên exlaqî û polîtîk der barê civakbûyînê de bi cih tîne; bi bîrewerî û exlaqî li ser vê erkê ye; ji bo azadbûyînê erkên der barê xweparastinê de pêk tîne. Mirov ê bibe gerîllayê azadiyê, ji bo bandora xwe ya ferdî zêde bike yan jî bibe desthilatdar, nabe gerîlla. Eger ne wisa be, ev ne şervantiya azadiyê ye, ev şervantiya ji bo desthilatdariyê ye. Yên bi vî awayî, derketina wan a çiyê û daketina wan exlaqî û civakî nîne. Jixwe yên bi vî awayî, kengî tiştên hêvî dikin nebînin, bi hîsanî xiyanetê dikin. Erkên xwe yên civakî li ti qadê bi cih nayînin. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Kesên hebûna wan di nava koletiya mutleq de, heta kesên ji hev belav dibin, li ku dibin bila bibin xisletên her deverê ji bo wan yek in. Bi awayekî hundir xirab e, derve baş e, kesê bi sîleh xirab e, kesê bê sîleh baş e, bi vî awayî kategorîzekirin hewldanên esasî yên têkoşîna ji bo hebûn û azadiyê naguherin. Jiyana mirov kengî azad bibe maneyek xwe heye, naxwe li ku dibe bila bibe, ew der her tim zindaneke tarî ye.

Têgîna diduyan bi ya yekê ve girêdayî pêşketina têgihiştina li heqîqetê ye. Di zindanê de ji bo mirov karibe xwe ragire dermanê bi tenê pêşxistina têgihiştina li heqîqetê ye. Bi awayekî giştî bi hêz têgihiştina li heqîqeta jiyanê tê wê maneyê mirov li bêhnika herî bi kêf û tahm serwext dibe, ya rastî li jiyanê serwext dibe. Eger mirov bi awayekî rast serwext bûbe çima dijî, li ku dibe bila bibe jiyan jêre ne pirsgirêk e. Lê jiyan hertim di nava şaşî û derewan de derbas bibe wê maneya xwe ji dest bide. Bi vî awayî wê diyardeya jêre rizîna jiyanê dibêjin derkeve holê. Bêkêfî, nerehetî, şer, dijûn encamên xwezayî yên jiyana riziyayî ne. Jiyana mirov ji bo kesên têgihiştina wan li heqîqetê pêşketî bi temamî mûcîzeyek e. Jiyan bi xwe çavkaniyeke mezin a coş û heyecanê ye. Di jiyanê de maneya gerdûnê veşartî ye. Mirov çiqasî li vê razê hayil bibe, di zindanê de be jî pirsgirêka wî ya xweragirtina li jiyanê çênabe. Jixwe eger zindan ji bo azadiyê be, tişta li wir mezin bibe têgihiştina li heqîqetê ye. Jiyana bi têgihiştina li heqîqetê mezin bibe, êşên herî mezin jî dikare veguherîne şadî û bextewariyê. Ji bo ez li diyarde û pirsgirêka Kurd serwext bibim, fêhm bikim û derfetên çareseriyê bihûnim Zindana Îmraliyê ji bo min tam bû qadek ku ez lê şerê heqîqetê bimeşînim. Li derve bêhtir gotin û çalakî xwedî hukim bûn, lê li zindanê mane bi hukim e. Fikrên min di parêznameyan de li ser felsefeya siyasetê bi awayekî berfireh û berbiçav anîne ziman, gelekî zor û zehmet e ku min li derve bianiya ziman. Ji bo têgihiştina li têgîna siyasetê bi xwe gelekî hewldan divê, têgihiştineke bi hêz a heqîqetê divê. Gotina min a “ez hûrûkûr hayil bûme, ez dogmatîkekî pozitivîst im”, têra xwe têkiliya xwe bi tecrîdê re heye û bi tecrîdê re pêkan bû ku ez vê gotinê bibêjim. Di şert û mercên tecrîdê de min bêhtir fêhm kir û serwext bûm ku têgînên cuda yên modernîteyê hene, bi awayên cûrbicûr avakirina modelên neteweyan pêkan in, herweha avahiyên civakî avahiyên bi destê mirovan hatine hûnandin in, û xwezayeke wan a nerm heye. Nexasim ji bo gelekî girîng bû ku ez ji bo ji dewleta netewe bibihurim. Ev têgîn ji bo min demeke dirêj pîvaneke MarksîstLenînîst-Stalînîst bû; bi rengê dogmayekê bû ku diviyabû ti carî neyê guhertin. Dema min li ser xwezaya civakî, şaristanî û modernîteyê mitale kir, min dît ti têkiliya vê pîvanê bi sosyalîzmê re tineye û gelekî girîng e ku min ê bidîta, ev desthilatgiriyeke zêde civakî ye, ji şaristaniya riziyayî ya bi çîn maye û bi destê kapîtalîzmê hatiye rewakirin. Lewma di redkirina wê de min dudilî nekir. Eger weke dihat gotin bi rastî wê sosyalîzma zanistî be, di vê mijarê de yên divê bên guhertin divê hosteyên sosyalîzma pêkhatî ango Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao û Castro bin. Hosteyên navbihurî xwedî li têgîneke mîna kapîtalîzmê xwedî derketibûn, ev şaşiyeke mezin bû û zirareke mezin dabû doza sosyalîzmê. Her ku min dît kapîtalîzma lîberal hegemonyayeke bi hêz a îdeolojîk e, min analîzên modernîteyê bêhtir bi hêz çêkirin. Min fêhm kir ku modernîteya demokratîk ne bi tenê pêkan e, ji modernîteya kapîtalîst hem bêhtir rast e, hem jî bêhtir hemdem e, û mirov dikare wê pêk bîne. Ji ber ku me nikarîbû em ji têgîna dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî bibihurin û weke rastiya bingehîn a modernîteyê lê serwext bibûn, me nikarîbû em bifikirin neteweparêziyeke din, mînak neteweparêziya demokratîk pêkan e. Tişta te netewe digot, diviyabû ji sedî sed dewletek wê hebûya! Madem Kurd jî neteweyek in, hingê divê ji sedî sed dewleteke wan jî hebe! Lê dema ez li ser diyardeyên civakî ponijîm, min dît ku netewe bi xwe rastiya herî wendabûyî ya çend sedsalên dawî ye, di bin bandoreke bi hêz a kapîtalîzmê de şikil girtiye û nexasim min fêhm kir ku modela dewleta netewe ji bo civakan qefeseke ji hesin e, ya ji bo civakan hêja têgîna azadî û civakbûyînê ye. Min çiqasî fêhm kir ku şerê ji bo dewleta netewe ji bo kapîtalîzmê ye, di felsefeya min a siyasetê de veguherînên mezin çêbûn. Têkoşîna ji bo neteweparêzî û çînîgiriya teng (herdu bi xwe mirov dibin heman cihî) di encamê de ji xurtkirina kapîtalîzmê wêdetir bi kêra tiştekî din nedihat. Min dît ku ez bi xwe qurbanê modernîteya kapîtalîst im. Her ku çû min dît, zanistên civakî yên modernîte ferz dike, ne zanist in, mîtolojiyên hemdem in, û vê jî bîrbirina min a dîrok û civakê bi hêz kir. Di têgihiştina min a heqîqetê de tam şoreşek çêbû. Her ku min dogma ji hev parçe kirin, min dîrok û civak bêhtir bi xweşî û heqîqetbarkirî nas kirin. Di vê demê de navê min li xwe kiribû li gorî vê yekê bû ango min ji xwe re digot ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’. Gotina jiberkirî ya modernîteya kapîtalîst ‘kîvroşk bireve, tajî bigire’, min bi awayê xwe berevajî kiribû û weha digot “nêçîra modernîteya kapîtalîst bike.” Kengî têgihiştina li heqîqetê bi temamî pêşket, hingê em der barê kîjan qada civakî de heta der barê qadên biyolojîk û fizîkî de bifikirin, bi awayekî em bi demên berê re nikaribin li ber hev bigirin, serdestiya maneyê xuya kir. Di şert û mercên zindanê de bi qasî ku min dixwest, min karîbû şoreşên heqîqetê yên rojane bikirana. Hewce nake ku ez bibêjim, hêza berxwedanê ya ev yek dide ti tiştekî din nikare bide. Bihêzbûna têgihiştina li heqîqetê bandora xwe di warê pêşxistina çareseriyên pratîk de jî nişan da. Zêhniyeta dewletdarî ya Tirk timî bi pîroztî û taybetî tê bi wesifkirin. Dema rêveberî tê gotin timî dewlet tê bîra mirovan. Ev zêhniyet bi awayekî orîjînal Sumerî ye, bi xwedatiyê re gelekî pevkeliyan e, timî derbasî nava çandên desthilatdariya Ereb û Îraniyan bûye. Di binyada têgîna yekxwedayî de diyardeyeke bi hêz a desthilatdariyê heye. Li cem Tirkan her ku elîtên desthilatdariyê pêk hatin, belkî jî versiyona çaremîn, pêncemîn a vê têgînê pêşxistin. Bêyî ku maneya wê ya etîmolojîk zanibin, timî ji encamên wê bi tesîr bûne. Li cem Selçûqî û Osmaniyan tam bi korfêhmî hatiye meşandin, ya rastî kirasekî bêmane lê kirine. Wer li wan hatiye ku bi carekê ji bo desthilatdariyê bi dehan xuşk û bira, xizm darve kirine. Bi Komarê re kirasek li vê têgihiştinê kirine; ya rastî, têgihiştina dewleta netewe û serweriya neteweyî ya vedîtinên Ewrûpayê ne, weke ku ji wan girtin bi desthilatdariyê ve monte kirin. Bi vî awayî dewleta netewe ya Tirk bêhtir bû Levîathanekî bi tehlûke. Kê destê xwe bidiyayê dihat darvekirin. Dewleta netewe di nava pîrozên mutleq de yek ji yên sereke bû. Nexasim ev ji bo çîna burokratîk bi vî rengî bû. Pirsgirêka desthilatdarî û dewletê di dîroka xwe de bibû pirsgirêka herî tevlîhev a civakî. Li Îmraliyê ji têgînên herî zêde li ser wan ponijîm û min mitale kir desthilatdarî û dewlet in. Her ku min fêhm kir ev herdu têgîn bi roleke çawa di têkiliyên Kurd û Tirkan de rabûne, min pirr bi xurtî his kir ku ez divê çareseriyên pratîk ên berbiçav bibînim. Min xwe hewce his kir ku ez rêxistinkirina desthilatdarî û dewletê bi awayekî giştî û di têkiliyên Kurd û Tirkan de bi qasî hezar salan heta bi Hîtîtan lêbikolim. Her ku min fêhm kir di navbera çandên desthilatdarî û dewletê yên Mezopotamya û Anatolyayê de têkiliyeke xurt a jeopolîtîk û jeostratejîk heye, min kirasê vê têkiliyê li têkiliyên Kurd û Tirkan kir û min bi hêsanî dît ku rêbazeke aqilane nîne mirov desthilatdarî û dewletê ji hev dûr bibîne û ji hev cuda bike. Ji ber ku ev herdu têgîn ango desthilatdarî û dewlet li dijî demokrasiyê bûn, min ew qebûl nedikirin. Mirov rêveberî hemû bi destê hêzên desthilatdarî û dewletê berda ji bo civakê zirareke mezin bû û lewma girîngiya demokrasiyê baştir derdiket holê. Lê ji ber ku min fêhm kir înkarkirina desthilatdarî û dewletê bi awayekî anarşîstî di pratîkê de rê li ber bêçareseriyê vedike, herçiqasî ez tercîh nekim jî min pirr bi xurtî dît ku înkarkirina parvekirina desthilatdarî û dewletê li gorî rastiyên dîrokî nîne. Rêveberiya demokratîk tercîha me ya bingehîn bû. Lê eger mirov çandên desthilatdarî û dewletê yên tevahiya dîrokê tekanebûyî înkar bike û aliyên wan ên civakî yên heq fêhm neke, min dît ku mirov ê weke encam nikaribe xwe bigihîne pratîkên çareseriyê yên berbiçav ên têkûz û lewma min girîngiya têgînên desthilatdarî û dewletê yên hevpar baştir fêhm kir. Tevahiya dîrokê di polîtîka û stratejiyên desthilatdarî û dewletê yên li Anatolya û Mezopotamyayê de danûstendin û têkilî zêde çêbûne û timûtim modelên hevpar hatine ceribandin. Di têkiliyên Kurd û Tirkan de jî tevahiya demên krîtîk modelên bi heman rengî hatine tercîhkirin. Ev model herî dawî di Şerê Rizgariya Neteweyî de hatibû ceribandin. Ez di parêznameyê de gelekî li ser vê babetê rawestiyam. Min ev model weke modeleke teorik pêşkêş kir û ji bilî vê, veguherandina wê ya projeyeke çareseriyê wê ne bi tenê di têkiliyên Kurd û Tirkan de, li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêkên asêmayî yên bi heman rengî jî qîmeteke xwe ya mezin heye. Nexasim li dijî dogmatîzma pozitivîst a modernîteya kapîtalîst ferz dike hem bi rastiyên dîrokî re li hev e, hem jî ji bo çareseriyên pratîk xwedî hemanên nêzî îdealên her kesî ye. Li ber rohniya bûyerên dîrokî der barê desthilatdarî û dewletê de li ser têgînên modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk ponijîm. Mitalekirina min a der barê desthilatdarî û dewletê de ji bo fikirîna min a li ser têgînên modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk bandoreke girîng kir. Rastiyeke din a dîrokî ew e, îstîsnayîbûna têgîna desthilatdariya navendî û pîvanbûyîna têgîna desthilatdariyên xwecihî. Di vê çarçoveyê de roja me ya îro têgîna dewleta netewe ya weke modela mutleq û bi tenê tê pêşkêşkirin, her ku têkiliya wê bi kapîtalîzmê re hat fêhmkirin û rastiya wê hat eşkerekirin, girîngiya çareseriyên xwecihî ji bo demokrasiyê baştir tê fêhmkirin.

Ji bo têkiliya di navbera şîddet û desthilatdariyê de jî gihiştibûm encamên bi heman rengî. Eşkere bû ku bi şîddetê desthilatdarbûn û netewebûyîn wê tercîha me nebûya. Ji bilî pêdiviyên xweparastinê, bi şîddetê bi destxistina avantajên civakî ti têkiliya xwe bi sosyalîzmê re tineye. Ji bilî xweparastinê bi tevahî şêweyên şîddetê bi tenê dikarin ji bo yekdestdariyên desthilatdarî û sermayeyê bin. Di vî warî de pêşketina têgînî, dikir ku mirov bi pîvan û manedar nêzî pirsa aştiyê bibe. Elîtên desthilatdarî û dewletê ji bo Kurdan û heta ji bo tevahî beşên di mêtinkarî û zordestiya xwe de digirin gotinên tewş ên weke ‘cihêkar’ û ‘terorîst’ bi kar tînin û ji bo ez van gotinên wan pûç bikim, ez bibûm xwedî daneheveke gelekî dewlemend a têgîn û teoriyê. Li ser bingehê vê daneheva têgîn û teoriyê diyalogên me yên bi rayedarên dewletê re bêhtir berdar dibûn û rê li ber çareseriyên pratîk ên afirîner vedikirin. Çawa ku wê di beşên cûrbicûr ên parêznameyên min de bê dîtin, di gelek qadên civakî yên bi heman rengî de bi saya pêşketinên di warê têgihiştina li heqîqet û azadiya civakî de pêkan bû ku mirov çareseriyên teorîk û pratik pêş bixe.

Ji bilî sedemên fizîkî yên rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin, aliyekî jiyana Îmraliyê ku nikaribim xwe lê ragirim, tineye. Li gorî berê moral, bîrewerî û hêza îradeyê paşve neçûne; berevajî bêhtir xwe parzûn kirine, dawerivandine, bi estetîkê xwe xwedî kirine û bi aliye xweşikbûnê ve dewlemend bûne. Her ku mirov ravekirina heqîqetên civakî bi zanist, felsefe û estetîkê xurt dike, derfet û îmkanên jiyaneke rast, qenc û xweşik çêdibin. Li şûna ku ez ê bi mirovên modernîteya kapîtalîst ji rê derxistine, ji riya heqîqetê derxistine bijîm, ez tercîh dikim heta niqrîska dawî bi tena serê xwe di hucreya xwe de bimînim. Der barê jiyana min a li Îmraliyê de pirseke din a gelê me bersiva wê meraq dike ev e, heye ku ez ji zindanê derketim, ez ê li ku û çawa bijîm. Ez ew kes nînim bi pey xeyalan bikevim. Divê baş were zanîn ku ez xwedî şêwazekî jiyanê me, jêre rastiya şoreşgerî tê gotin. Ne jiyana min a piştî derketineke muhtemel, xeta min a jiyanê ya ji zarokatiyê ve dikare bersiva pirsên bi vî rengî baştir bide. Ez hînê di bin deh salî re bûm ‘serîrakirinên min ên pêşî’ li dijî otorîteya malbatê dest pê kirin. Ji bo vê mijarê delîlên girîng di van serîrakirinên min ên pêşî de hene. Ez hê ji wê demê ve isyankarekî bi tenê bûm. Min hewl da nerazîbûna xwe ya ji civaka gund û bajêr di parêznameya xwe de car caran di hinek beşan de bînim ziman. Kesên pêwendîdar dikarin têde pirs û bersivên wan ên lê digerin bibînin. Ez divê pirr bi kurtî bînim ziman ku ji bo min jiyan kengî bi awayekî azad bibe pêkan e ku mirov wê bijî. Jiyana azad çi ye, û ne çi ye, min hewl da weke bingehê vê parêznameya xwe ya pênc cildan rave bikim. Jiyaneke ji aliyê civakbûyînê ve etîk, adil û polîtîk nebe, ew jiyanek e ku divê mirov wê nejî. Bi giştî şaristanî û bi taybetî jî modernîteya kapîtalîst, bi yekdestdariyên mêtinkarî û zordestiya îdeolojîk bi jiyanên tijî derew, bi demagojî û ferdî re jiyînê pêkan dikin û didin qebûlkirin. Tişta jêre pirsgirêka civakî tê gotin jî bi vî awayî derdikeve holê. Her kesê ji xwe re şoreşger dibêje, her çi em navê sosyalîst, navê azadîxwaz, demokrat an jî kominîst lê bikin divê li ber şêweyê jiyana serwer a demên modern û xwe disipêre şaristaniyên mêtinkarî û zordestiya çîna zêde, desthilatdarî û bajêr rabe û nerazîbûna xwe ji wan diyar bike. Naxwe bi awayekî din şêwazê jiyanê adil, azad, demokratîk û civakî nabe; bi gotinek din jiyan nabe ku mirov karibe bijî. Ji ber ku wê jiyanê tijî derew, şaşî, xirabî û krêtî bibe. Mirov ji şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê re kare bibêje; şêwazê jiyanê yê ne li ser bingehekî rast. Min tevahiya jiyana xwe ev şêwazê jiyanê ji xwe re bi pirsgirêk dît an jî ev şêwazê jiyanê jixwe bi pirsgirêk bû qebûl nekir û divê hewldanên min ên gelekî mezin li dijî vî şêwazê jiyanê baş bê fêhmkirin. Naxwe ez ê ne weke kesayet û ne jî weke Rêbertî bême fêhmkirin. Kesên min fêhm nekin û tevlî kesayeta min û Rêbertiya min bibin û bixwazin jê sûdê werbigirin, heye ku gelekî hêvîşikestî bibin. Rastfêhmkirin û rasttevlîbûn pirsgirêkeke şexsî nîne civakî ye.Di vê mijarê de pirseke din a bersiva wê gelekî tê meraqkirin şêwazê min ê jiyana bi jinê re ye.

Jiyan bi jinê re çawa dibe? Min bersiva vê pirsê jî di cildan hemûyan de car caran da. Nexasim di şert û mercên modernîteyê de jiyan bi jinê re gelekî girîng e. Ev pirsgirêkeke welê ye, bi awayê em keçekê bixwazin, li keçekê bigerin û bixapînin, bi mala ‘giştî’ (kerxane) an bi mala ‘taybet’, bi pirrzarok an jî bêzarok çareser nabe. Ji bo mirov vê pirsgirêka stûna navmalê ya dil û mejiyê pirsgirêkên civakî ye çareser bike, divê bi awayekî bingehîn bi zanistî, felsefî, etîk û estetîk nêzî meseleyê bibe. Di serdema me de, ji bo hevjiyana azad bi jinê re di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de berpirsiyarî û hêzeke mezin a zanistî, felsefî, etîk û estetîk divê. Mirov heta statuya jinê ya di dîroka şaristaniyê de û di serdema modern de nizanibe û nebe xwedî wê hêzê ku karibe helwesteke etîk û estetîk nîşan bide, pêre kîjan bihevrebûnê biceribîne bila biceribîne, her jiyana bi wê re wê bi şaşîtî, bêexlaqtî û krêtiyê bi encam bibe. Ji bo mirov jiyanê têk nebe, şert e ku beriya her tiştî jiyana bi jinê re bi awayên rast, bi exlaq û estetîk (bi awayê xweşik) pêk bîne. Di şexsiyeta jinê de bi tevahî şêweyên koletiyê hatine ceribandin û pê dane qebûlkirin. Lewma ji bo mirov bibe mêrê rast, bi exlaq û xweşik şertê pêşî ew e, divê mirov vê nasnameya jinê ji hev derxe, bike hevrê û hevjînê doza azadî û wekheviyê. Eger rêzên parêznameya min rast bêne xwendin, wê baştir bê fêhmkirin ku çima ez girîngiyê didim şêweyê jiyanê yê bi vî rengî û weke pîvan ferz dikim. Exlaqê şaristaniyê yê di çarçoveya desthilatdariya modernîteyê de têkiliya cinsî ya cinsiyetparêz a bi maneya ‘min karê wê temam kir’ ferz dike (şêweyekî welê yê têkiliyê ye, têkiliya cinsî ya biyolojîk jî dejenere kiriye) û ev şêwazê jiyanê yê paşvemayî bêexlaqî û krêtiyeke mezin diafirîne. Eger şerê min ê mezin ku min li dijî vê meşandiye û encamên wê rast bêne fêhmkirin, jiyan ê bi jinê re bêhtir bi exlaq û xweşik bibe. Ji bo vê jî her mêr û jina ji berpirsiyariyê para xwe girtî, nexasim ji bo jin bi hêz û azad bibe, li tevahiya qadên civakî bibe xwediyê heman giraniyê divê pratîk û nêzîkatiyên zanistî, felsefî, etîk û estetîk hertim pêşde bibe û bi rêxistin bike, li zêhniyet û saziyên neteweya demokratîk bi cih bike. Çi li derve çi li hundir, çi di zikê dayikê de çi di dem û mekanekî li ezman de, jiyana mirov bi tenê bi azadî, wekhevî (bi cihêrengiyan) û demokrasiyê dibe. Li derveyî vê şêweyên jiyanê jirêderketî ne, ango bi nexweşî ne. Ji bo bikeve ser riyeke rast û têkûz bibe, şoreş jî di navê de divê bi gotin û çalakiyên cihêreng ên civakî têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî îrade û zêhniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî bê pêkanîn.

Hingê di rewşeke gengaz a derketinê de ez li ku dibim bila bibim, di kîjan dem û dewranê de dibim bila bibim, ez ê ji bo civakbûyîna dixwazim bibim endamekî wê, ji bo Kurdan ku vê rastiya trajîk herî zêde bi serê wan de tê, ji bo netewebûyîna demokratîk a riya rizgarî û çareseriya wan e, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a riya rizgarî û çareseriya di serî de gelên cîran ên ew jî parçeyekî wan in, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a riya rizgarî û çareseriya gelên cîhanê ye ku ew jî beşekî wan in, pirr asayî ye ku ez ê heta dawiyê bi şêwazê xwe yê gotin û çalakiyê di nava têkoşînê de bim. Ji bo vê, hêza zanistî, felsefî, etîk û estetîk a pêdivî pê heye û bi kesayeta xwe ya para wê ya heqîqetê her diçe mezin dibe, ez ê bimeşim, ez ê di jiyanê de bi ser bikevim û ez ê bi her kesî re parve bikim.

Nûçeyên Têkildar