Nivîsa Pîrdogan Kemal a di ANF’ê de hatiye weşandin wiha ye;
Çîrok, hevaltî, serpêhatî û ruhê gelê Kurd bi berxwedêriya çiyê re bûne yek. Li çiyayên ku bi hezaran sal jê re bûne stargeh, gelê Kurd hînî jiyan, şer, hebûn û nebûnê bû. Yek ji wan gelan e ku zimanê jiyanê û çiyê baş fêhm dike.
Lewma li dijî her cûre zilm û mêtingeriyê, berxwedêrî, serhildêrî û parastvanî weke karakterekî di genê Kurdan de hatine neqişandin. Her zarok hîn di zarokatiyê de zane bê jiyan têkoşîneke çawa ye.
Yek ji zarokên vê qewmê çiyşê Mazlûm Koçer (Mehmet Salîh Çakal) bû. Mazlûm li nava malbateke koçer a ji eşîra Alikî ji dayik bû ku ev eşîr li Sêrtê bi welatparêziya xwe tê naskirin. Di tevahiya dîrokê de koçerî ji bo Kurdan bûye rêbaza bingehîn a jiyanê. Havînê berê xwe didin geliyên hênik û zozanên bilind, zivistanê jî xwe berdidin nava deştên germ. Ji ber ku malbata wî ya koçer dilsozê çand û kevneşopiya Kurd bû û zêde neketibû bin bandora sîstema kapîtalîst, Mazlûm jî bi vî rengî mezin bû. Weke kesayetekî dilsozê cewhera xwe û xwezayî mezin bû. Ji eşîra wî hîn di pêvajoyên destpêkê de tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû.
Ji ber vê yekê Mazlûm jî hîn di zarokatiyê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Di zarokatiya xwe de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû. Ji ber ku gerîla di mejiyê her zarokî de efsûnî ye, mîna lehengekî çîrokan e. Mazlûm jî ji xwe re kir armanc ku tevlî nava refên gerîla bibe. Gotinek heye ku tê gotin, ‘mirov her gava ku mezin dibe ji masûmiyeta xwe dûr dikeve’. Lê belê zarokên Kurd bi êşên herî giran ên jiyanê mezin dibin û hîn dibin ku li ser piyan bisekinin. Ew her ku mezin dibe rastiya dijmin baştir fêhm dike, têkoşîna azadiyê ya gerîla baştir fêhm dike. Mazlûm her ku mezin dibe îradeya wî xurt dibe, hêza wî ya wateyê zêde dibe û tevlîbûna li nava refên gerîla êdî ji xwe re dike wezîfeyekê ku pêk bîne.
Cografya Sêrtê ji ber ku ew dever e ku fîşeka destpêkê lê hate teqandin, dijmin bi taybetî li vê herêmê û li her derê siyaseta qirkirinê li gelê Kurd ferz dike. Êrîşên ku li ser vê bingehê hatin kirin jî di kesayetiya Mazlûm de bûn sedema hêrseke mezin. Xweparastin qanûna hebûnê ya xwezayê ye. Ew jî mîna bi hezaran ciwanên Kurd gihîşt wê baweriyê ku divê teqez hesab ji van polîtîkayên dijmin bê pirsîn û ev yek jî tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Bi vê têgihiştin û zanebûnê sala 2013’an ji Garzanê beşdarî nava refên gerîla bû û mîna pêşengan, qadên têkoşînê yên esîl nîşanî hemû ciwanên Kurd ên bi rûmet da.
Cografya Garzanê yek ji wan deveran e ku gelek kesayetên Kurd di dîrokê de jê rabûn. Bi deşt û çiyayên xwe hêliya gerîla ye. Çiyayên Kurîs, Kember û Sîser warê şoreşgeran e. Hevparê bîranînên wan, kêfxweşî û xemgîniya wan e. Gerîla Mazlûm jî piştî ku tevlî nava refên têkoşînê bû li vê qada Garzanê demekê ma û perwerdeya xwe ya destpêkê ya di meşa şoreşê de li vê derê wergirt. Hevrêyên xwe yên destpêkê li vê derê nas kir û sûd ji tecrûbeyên mezin ên hevrêyên xwe wergirt. Lewma tecrûbeyên ku mirov bi salên dûr û dirêj bi dest bixin, wî di demeke kurt de wergirt.
Ji ber ku ji malbateke koçber bû, zehmetî nekişand ku hînî jiyana li çiyê bibe. Bi dersên jiyanî yên ji hevrêyên xwe dîtin, di demeke kurt de hînî jiyana bi bêhna azadiyê ya gerîla bû. Şervanê azadiyê Mazlûm piştî ku demekê li herêma Garzanê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li qada Zapê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û ji hevrêyên li wê derê tecrûbeya salan wergirt, pêşengî ji hevrêyên xwe yên li perwerdeyê kir. Tiştên ku hîn bû bi coş, kelecan û daxwazeke mezin bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşketina wan kir. Mîna pêşengekî xwezayî tevgeriya. Bi serbilindî hunera xwe xist xizmeta hevrêyên xwe. Bi vî rengî hîn di destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê de pêşengî kir. Di demeke kurt de nîşan da ku dikare bibe fermandarek. Piştî perwerdeyê li warê bazan li Zapê hunera xwe ya gerîlatiyê bi pêş xist û weke gerîlayekî pêşeng bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû, ji dijminê ku hîn di zarokatiyê de nas kir dest bi hilanîna tolê kir.
Li dijî êrîşên îmhayê yên dijmin ku di nava sala 2015’an de destpê kirin, tevî hevrêyên xwe derbên giran li dijmin xist û careke din nîşan da ku gerîlayên Kurdistanê têk naçin. Heta sala 2017’an hunera xwe ya çalakiyan nîşan da û bi performansa xwe bû fermandarekî pêşeng ê di hunera gerîlatiyê de. Bû koçerê hevrêyên xwe, yek ji zarokên serhildêr ê warê bazan Zapê. Yekîtiya fikir û çalakiyê ku rêya milîtaniyê ya PKK’ê ye ji xwe re kir destûra bingehîn a jiyanê. Gerîla Mazlûm li gel hunera xwe ya leşkerî her wiha ji xwe re kir esas ku ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe bi pêş bixîne û pêşketina li gorî felsefeya Rêbertî ji xwe re kir armanca bingehîn. Piştî sala 2018’an derbasî herêma Qendîlê bû û heman asta pêşketinê li vê derê jî dewam kir. Di nava gerîla de beşdarî gelek karên cuda yên têkoşînê bû, bi serkatina xwe ya di vî karî de li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Lewma tevlî gelek karan bû ku dilsoziya bi nirxên azadiyê û dilsoziyeke bilind jê re diviyabû.
Van lehengan her bihosta xaka Kurdistanê bi xwîna xwe av dan û li dijminê zalim kir mîna dojehê, lewma xwedîderketina li bîranînên van lehengan ji bo her kesî deyneke. Gerîla Mazlûm bi dilsoziya li Rêbertî û şehîdan di her karî de serketin ji xwe re kir esas. Bawer dikir ku tenê bi vî rengî dikare bibe bersiv ji pêvajoya dîrokî ya gelê Kurd re. Lewma di her karî de bi dîsîplîn û fedakarî xebitî û bû mînak ji hevrêyên xwe re. Di 10’ê Adara 2023’an de di êrîşa dijmin a li ser Başûrê Kurdistanê tevî hevrêyên xwe Sînan Dijwar (Fehmî Ogmen) û Ararat Tolhildan (Ahmet Mûhammed Alî) tevlî karwanê şehîdan bû. Bi tevlîbûna xwe ya durust, jiyana xwe ya dilnizm û kesayetiya xwe ya xwezayî ku tevlî qirêjiya sîstema kapîtalîst nebû, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt û wê bibe hinceta serketinê.