Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê salvegera 4`an a êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a dagirker a li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê xwe de îşaret bi binpêkirin û qirkirina li herêmên dagirkirî hate kirin û wiha hat gotin: “Qirkirin û sûcên Ii herêmên dagirkirî pêk tên, sûcên herî hovane ne û binpêkirina herî mezin a pîvan û nirxên exlaqî û wijdanî û hevpeymanên navneteweyî ye. Siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya çavên cîhanê tê meşandin. Serêkaniyê û Girê Spî di encama lihevkirinên rêveberiya berê ya Amerîkayê û Erdogan û bêdengiya navneteweyî de hatin dagirkirin. Efrîn jî bi heman rengî bû. Ev dagirkirî, koçberî û êş encama van lihevkirin û siyasetan e.”

Rêveberiya Xweser bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dewleta tirk rexne kir û wiha domand: “Tirkiye heman siyasetê, êrîş û qirkirinê li dijî herêmên me dimeşîne. Ew hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digire. Mixabin, sûc û wêraniya ku niha ji aliyê rejîma faşîst ve tê kirin, berdewama wan siyasetên mêtingeriyê ye. Atmosfera siyasî zemînê ji êrîşan re çêdike.”

Di dewama daxuyaniyê de daxwaza darizandina çete û rayedarên tirk ji ber sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hat diyarkirin ku vebijêrka rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî, vebijêrkeke stratejîk û jêneveger e û dê hemû derfetên xwe li hember siyaseta qirkirin û dagirkirinê seferber bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên aktîf ên li Sûriyeyê, NY, rêxistinên hiqûqî û mirovî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê hat kirin ku rewşa herêmên dagirkerî û kiryarên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh nekin.