Di daxuyaniya Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê de hate ragihandin ku li dijî komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên li ser Rojava li Amed û Şirnexê çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê di êvara 5’ê Cotmehê de li hemberî şaredariya qeyûm a li Amedê çalakî hatiye kirin û hate gotin, “Milîsên me li hemberî saziyeke vê şaredariya qeyûm çalakiya bombeyî kirin û bi rengekî serketî ji qadê çûn.”
Hate ragihandin ku li Şirnexê jî li polîsan hate xistin û hate gotin, “Şeva 6’ê Cotmehê li navçeya Silopiya ya Şirnexê me li polîsan xistin ku li dewriyê digeriyan. Li taxa Nûhê molotof li wesayitên polîsan hatin barandin. Piştî şer milîsên me bi serketî ji qadê çûn.”