Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de daxuyaniyek da. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
13’ê cotmehê di saet 16.00 û 16.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.
Ji 13’ê cotmehê saet 20.45’an heta 14’ê cotmehê saet 00.30’an, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran 2 caran mudaxeleyî liv û tevgera helîkopterê ya li li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî kir.
13’ê cotmehê di saet 08.10 û saet 15.30’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.
14’ê cotmehê di saet 05.25’an de bi çekên nîv otomatîk bi rengekî bi bandor li li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û 5 dagirker hatin cezakirin. Dagirker ji bo ku hîn zêdetir windahiyan nedin, bombeyên sîs avêtin derdor.
Li herêma Zapê;
13’ê cotmehê di saet 06.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerekî ku Qada Berxwedanê ya Sîdayê çavdêrî dikir û dema ku diçû ser teleskopê, hate xistin û hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û dronên bombebarkirî pêk anîn;
13’ê cotmehê di saet 17.00’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê 1 car bi teqemeniyn qedexekirî hatin bombekirin.
12 û 13’ê cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel 2 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.
13’ê cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 8 caran bi dronên bombebarkirî û 1 car jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;
13’ê cotmehê qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 3 caran, qadên Şehîd Şerîf û Kendakola yên herêma Xakurkê 3 caran; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
13’ê cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”