Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Rojava bi çalakiyên cur bi cur tevlî pêngava azadiyê bû

Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, tevlî pêngava ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan di asta cîhanê de hatiye destpêkirin bû û starta çalakiyên cur bi cur da.

Pêngava, ku ji aliyê Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî ve li 74 navendên cîhanê hatiye destpêkirin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî deng veda.

Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê mijarê di li Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê ya Qamişlo bi zimanê kurdî û erebî daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl-civakî, parsityên siyasî, rûsipiyên eşîretên Kurd û Ereb, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya kurdî ji aliyê endama înîsiyatîfa Gel Henaa Xelîl a erebî jî ji aliyê endamê înîsiyatîfê Enwer El-Esir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku li 74 navendên cîhanê pêngav hatiye destpêkirin û Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî tevlî vê pêngavê dibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi milyonan Kurd Rêber Abdullah Ocalan, weke vîna xwe ya sîyasî dibînin; her wiha Ereb, Sûryan û gelek derdorên ji deverên cuda yên cîhanê jî wî weke rêberê xwe bi nav dikin; ji bo pirsgirêkên gelên bindest, komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberên newekhevîyê weke vîna çareserî û aşitîyê tê dîtin. Lewma weke Rêberê Gelan tê qebûlkirin.

Rêber Abdullah Ocalan îlham daye her derê

daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan, 25 sal in di girtîgehekê de bi tenê tê hiştin, bi salan tekîlîyên wî bi cîhanê, malbata wî û parêzeran hatiye qutkirin; bi êşkence û kiryarên dervayî mirovahîyê re rûbirû dimîne. Tevî vê yekê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îlham daye hemû derdorên li çareseriyê digerin, lewma doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dozek cîhanî ye û li seranserê cîhanê partî, rêxistin, sazî û kesayet ji bo wî di nava çalakiyan de ne.

Divê Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka kurd jî pirsgirêkek navnetewî ye, mafên kurdan ên siyasî, çandî hatine binpêkirin, di komkujiyan re hatine derbaskirin, bi milyonan hatine koçberkirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku pêngava hatiye destpêkirin jî di asta cîhanê de ye û ger ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, wê di pêkanîna azadî û aştiyê de ji hemû kesî zêdetir pêşengiyê bike, lewma divê Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin, bibe xwedî şertên ku karibe rola xwe ya siyasî û çareseriya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi vê mebestê Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bi dirûşma “Ji Rêber Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” tevlî pêngavê dibe û wiha hat gotin: “ Em bang li hemû rêxistinên civakî yên jin, ciwan, partiyên sîyasî û pêkhateyan dikin ku tevlî vê hemleyê bibin. Em ê bê navber bi rêya sîyasî, hukukî, dîplomasî û çalakiyên gel, têkoşinê pêş bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar