Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Îsraîl amadekariya operasyona bejahî ya li ser Gazeyê dike

Îsraîl amadekariyên operasyona bejahî dike û ji bo filîstînî Gazeyê terk bikin heta saet 16.00’an dem da wan. Di êrîşên heta niha pêk hatine de jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.

Şerê li Îsraîl û Filistînê her roj dijwatir dibe. Berdevkê Hêza Parastina Îsraîlê (IDF) li ser hesabê medyaya dijîtal daxuyanî da û wiha got: “Dû riyên navendî li başûrê herêmê, li gorî saeta xwecihî di navbera 10:00- 16:00 de Gazeyê ji bo karibin bi awayekî bi ewle tevger bikin wê destûr bidin.” Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê hat diyarkirin ku milîtanên xwestine ji Lubnanê werin bi ÎHA’yan kuştine.

Artêşa Îsraîlê li hinek derên li Rojhilat û Rojavayê Gazeyê bi keştiyên şer, li tang û topan dide. balafirên şer ên Îsraîlê hemû herêmên Gazeyê tevahiya şevê bombebaran kir. Kampa koçberan a Cibaliye, Beyt Lehiye li Bakurê gazeyê, ji beşên navîn ên kampa koçberan Nusayrat li herêmên ku hejmara wan zêde ye didin di encama bombebaranê de hejmarek zêde mirî û birîndar çêbûn.

Hejmara miriyan zêde dibe

Di daxuyaniya ku Wezîrê Tenduristiya Gazeyê daye de aşkera bû ku di êrîşa Îsraîlê ya di 7’ê îlonê de daye destpêkirin li Gazeyê 614 jê zarok hezar û 900 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrîşan li Îsraîlê hat kirin. Her wiha hat diyarkirin ku 2 hezar zarok, hezar û 400 jin hejmara birîndaran gihîştiye 7 hezar û 696’an. Di heman demê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de 15 personelên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dane, 27 personelên tendirustiyê birîndar bûne. Wezîrê Tenduristiyê da zanîn ku nexweşxaneya Durra ya zarokan tehliye kirine, nexweş û personel sewqî nexweşxaneya El Nasr a zarokan kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Gazeyê sîstema tenduristiyê ber bi rûxandinê ve diçe. Bang hat kirin ku ji bo birîndaran derxin derveyî Gazeyê, sotemenî, malzemeyên tibî û medîkal û personelên tenduristiyê bigihîjin herêmê divê korîdorek bi ewle were vekirin.

Hat aşkerakirin ku li aliyê din hejmarek kesên duh li Şeriaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bûye 16’an. Li gelek bajarên Şerîaya Rojava, ji bo piştgiriya Gazeyê filistîniyan xwepêşandan li dar xistin. Polîsan bi guleyên plastîk, ava şid mudaxeleyî xwepêşandanên hetiye kirin. Ji 7’ê cotmehê ve heta niha hejmara filistîniyên ku li Şeriaya Rojava hatin qetilkirin gihîşt 51’an. Hêzên Îsraîlê, li taxa Îseviyye ya ku li Rojhilatê Qudusê ye di bûyeran de filistîniyek bi guleyê birîndar kir. Filistîniyê ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê û nasnameya wî nehat aşkerakirin jiyana xwe ji dest da.

Li başûrê Lubnanê jî hedefeke Hizbullahê hat xistin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku yek ji serokên Hamasê Murad Ebû Murad hatiye kuştin. Hemasê hîn piştrast nekiriye ku Murad Ebû Murad hatiye kuştin.

Rojnamegerek jiyana xwe ji dest da

Li Başûrê Lubnanê li bajarokê Alma Şaab ê sînorê Îsraîlê, hêzên Îsraîlê di êrîşa ku rojnameger kirin hedef de xebatkarê Ajansa Nûçeyan a Ruetersê kamaraman Îssam Abdullah jiyana xwe ji dest da û 5 endamên ragihandinê birîndar bûn. Al Jazeera û AFP fransî aşkera kir ku di vê êrîşê de nûçegihanên wan jî birîndar bûne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî rûniştina girtî ya li ser Gazeyê di Konseya Ewlehiya NY’yê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di êrîşa li sînorê Lubnan- Îsraîlê de rojnamegerek jiyana xwe ji dest daye û 5 rojnameger birîndar bûne û wiha wiha got: “Ez dixwazim îfade bikim ku ev şer û bi taybetî belavbûna wê ya li Lubnanê weke metirsiyek mezin dibînin.”

Li aliyê din li gorî zanyariyan nûçegihanên BBC, li Tel Avîvê piştî ku ji aliyê polîsên Îsraîlê ve hatin rawestandin û rastî êrîşê hatin, bi zora çekê hatine girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji tîma BBC’yê ya Erebî Muhannad Tutunji, Haitham Abudiab li Tel Avîv dema ku diçûn otelekê li serê wan bandên sor wesayîda ku TV li ser nivîsandîbû pêşiya wan birîn, piştre jî bi zorê jê hatin derxistin û lêgerin kirin. Her çend rojnamegeran qerta çapemeniyê nîşan dan jî hatin binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar