Piştî çalakiya fedayî ya 1’ê cotmehê ya li dijî Wezareta Karên Hundirîn, dewleta tirk di 4’ê cotmehê de êrîş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye di van êrîşa de binesaziya bajêr û qadên jiyanê yên sivîlan hedef digire. Endama Lijneya Koordînasyonê ya Yekitî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşan statuya kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire.
Devecîoglû got ku Tirkiye çalakiya fedayî PKK’ê ya li dijî Wezareta Karên Hundirîn kiriye hincet û dest bi êrîşan kiriye û bilêv kir ku Tirkiye hewl dide krîzê veguherîne firsendê. Devecîoglû destnîşan kir ku Tirkiye statuya kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehemûl nake û wiha pê de çû: “Hebûna Rojava, Tirkiyeyê nerihet dike. Cihê em jê re dibêjin Rojava, pergaleke nû ye, gel bi hev re lê dijîn. Tenê ne Tirkiye hemû serdestên cîhanê li dijî wê ne.”
Dixwazin hebûna kurdan tune bikin
Devecîoglû diyar kir ku armanca bombekirina binesaziya herêmê û çavkaniyên wê yên enerjiyê, parçekirina jiyana kolektîf e û got ku ev êrîş li dijî peymanên navneteweyî û normên hiqûqa gerdûnî ne. Devecîoglû got: “Desthilatek heye ku dixwaze hebûna gelê kurd tune bike û bi neçareseriyê li ser lingan bisekine. Dewlet bi bacên ku ji me distîne çekan û bombeyan dikire û diçe wan li ser hin gelên din dibarîne. Îro tiştên li Rojava diqewimin çi ferqa wan ji yên li Gazeyê heye? Gaze jî di bin dorpêçê de ye, Rojava jî. Radibin Îsraîlê rexne dikin, lê li aliyê din jî êrîşê dibin ser mirovên sivîl ên Rojava. Ev çi ferasete? Tenê ne desthilat, muxalefeta sereke jî piştgiriya êrîşên li ser Rojava dike.”
Devecîoglû daxuyand ku polîtîkayên şer Tirkiye xistiye çiravekî û got ku ev yek jiyana pevre, siberoja wekhev û demokratîk a gelan tune dike. Devecîoglû bilêv kir ku şer tenê bi awayekî leşkerî nayê kirin û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet jî. Devecîoglû axaftina xwe wiha domand: “Şer, tenê ne bombe ne. Li bajarên kurdan birîna daran, daxilkirina ciwanan a nava tiryakê jî parçeyekî şer e. Şer bi her awayî Tirkiyeyê tune dike. Desthlat niha bi şer re ser hemû neçareseriyên aborî binixumîne. Li vî welatî mirov nikarin xwe bigihînin mafê hêwirandin, tenduristî, perwerdehî û gihaniyê. Lê ev çavkanî bi ku de diçin? Diçin ji bombe û fîşekan re. Desthilat bi siyaseta şer li ser lingan disekine.”
Berxwedana gelê Filistînê rewa be, berxwedana gelê kurd jî rewa ye
Devecîoglû got ku desthilatê hemû rêyên çareseriyê xitimandina û kesên ku doza aşitî, edalet û wekheviyê dikin jî wekî “terorîst” tên tawanbarkirin. Devecîoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Tevgereke aştiyê dernakeve holê. Em ê bênavber daxwaza ji bo aştiyê bînin ziman. Ji lew re ev şer her tiştî jehrî dike. Divê civaka demokratîk li dijî vî şerî bi awayekî hevpar bitêkoşe. Divê mirov ne dûr be. Ger berxwedana gelê Filîstînê rewa be, berxwedana gelê kurd jî rewa ye. Demildest li dijî vî şerî hin gav divên. Ev, divê ji pêvajoya çareseriyê ya berê cudatir li ser esasên mutabaqateke civakî bê rûniştandin. Meclis cihê çareseriyê ye û pêdiviya mirovan bi paqijkirian rêyekê heye ku karibin aştiyê nîqaş bikin. Ev jî bi têkoşînê û rêxisinbûyînê pêkan e. Zarok birçî diçin diistanê. Sedema vê jî polîtîkayên şer û neçareserkirina meseleya kurd e. Divê em vê tim bilêv bikin.”