Gelê kurd ji destpêka dîroka mirovahiyê ve li ser vê axê dijî û xwediyê dîrokeke kevnar û qedîm e.
Di herikîna dîrokê û berdewamiya jiyanê de li ser vê axa bav û bapîr, dayîk û dapîrên xwe çandeke dewlemend afirandiye, ji mirovahiyê re xizmetên mezin û bêhempa kiriye.
Serdest û dagirkerên welatê kurdan bi taybetî di sedsala 20 î de piştî ku Kurdistan kirin çar parçe û di nava xwe de parve kirin, li çar parçeyan ketin pêşbirka înkara gelê kurd û bi polîtîkayên bişaftinê li hemberî çand û zimanê Kurdî qirkirinên mezin pêk anîn.
Ji bo ku rastiyê veşêrin, dîrokeke çêkirî ya derewîn nivîsandin û vê dîroka ku bi destê serdestan hat çêkirin li Dibistanan di serî de zarokên kurd, bi hemû zarokên gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn ferz kirin û dan xwendin.
Polîtîkayên wusa tûnd xistin meriyetê ku ew dîroka derewîn a ku bi destê serdestan hatiye nivîsandin û ew bixwe jî jê bawer nakin, dixwazin bi gelê Kurd û gelên bindest ên vî welatî bidin bawerkirin.
Ev polîtîkayên înkara gelê Kurd bi piranî û giranî li ser çand û zimanê kurdî hatin meşandin. Zimanê kurdî li hemû qadên jiyanê hat qedexekirin, çanda kurdî hat dizîn û talankirin.
Ev înkar hate wê astê ku, mîna gelekî bi navê gelê kurd tuneye û yên ku dibêjin em kurd in jî ne kurd in, tirkên çiyayî ne.
Lê belê dîrokê bi rik û inyat got ez rastiya şopên mirovahiyê me û tenê di erdkolanên 20 salên dawî de hate peyitandin ku erdnîgariya, Kurdistanê ji pêşketina mirovahiyê re dergûşî kiriye û gavên destpêka şaristaniyê yên li vê xakê hatine avêtin, ev rastî bi dinyayê da qebûlkirin.
Dîroka rastîn dide zanîn ku temenê desthilatên ku dîroka gelê kurd înkar dikin û dibêjin em xwediyê dîroka kevnar in, piştî salên hezarî yên piştî zayîne li ser pişta hespan hatine axa Kurdistanê û hezar sal in bi dîroka derewîn a ku bi destê serdestan hatiye nivîsandin xwe dixapînin û dixwazin dinyayê jî bixapînin.
Di encama van rastiyên dîrokî de hat dîtin ku gelê kurd di herikîna dîrokê de, ji destpêkê heta vê demê çiqas mêvanperwer û mirovhez e, û li ser axa xwe ji gelên din re hembêza xwe vekiriye, malovanî kiriye.
Ji van gelan yek jî gelê tirk e ku ji aliyê gelê kurd ve wek mêvan hatiye pêşwazîkirin.
Tirkên mêvan, piştî ku fersend ket destê wan xwe kirine mazûvan û bi sedan sale gelê kurd ê xwediyê malê wek mêvan jî qebûl nakin û çand, ziman, dîrok û nasnameya gelê kurd tune dihesibînin û înkar dikin.
Sed salên dîroka komara Tirkiyeyê di serî de gelê kurd, bi înkara çand, ziman, ol û baweriyên gelên ku ne tirk in û li vî welatî dijîn derbas bû.
Komara tirkiyeyê li ser înkara gelê kurd hatiye avakirin û rayedarên dewleta Tirkiyeyê hebûna xwe di tunebûna gelê kurd û gelên din ên ku ne tirk in de dibînin û dibêjin kurd li ser heyvê jî welatek ava bikin em ê wî welatî bi serê kurdan de hilweşînin.
Dibêjin an dê hemû kurd mina PDK’ê bi me re hevkariyê bikin û ji me re biad bikin, an jî em ê tu caran mafê jiyaneke azad nedin kurdan.
Wekî ku pêşiyên kurdan gotine, “Hatine Ji Newalê Bûne Xwediyê Malê”
Niha jî dixwazin vê helwest û nêzîkatiya xwe ya neyaranê ya li hemberî gelê kurd, bi tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û êrîşên li hemberî çar aliyên welatê kurdan û Rojava ya ku bi paradigmaya birêz Ocalan xwe birêve dibe, bixin meriyetê û bidin jiyandin.
Ji roja ku gelê kurd ê Rojava rêveberiyeke xweser a ku ji aliyê cîhana hemdem ve wek mînak û modela jîyana wekhev û azad tê dîtin ava kiriye heta vê demê, rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi hevkariya hêzên cîhadîst bi awayekî hovanê êrîşê destkeftiyên gelê kurd ê Rojava dikin.
Wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dibêje; “Hemû pergala binesaziyê û çavkaniyên xwarin û vexwarinê yên Rojava di hedefa me de ne û êrîşên me yên li hemberî Rojava rewa ne.”
Bi van êrîşan dixwazin hemû destkeftiyên têkoşîna gelê kurd, ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin têk bibin, tune bikin.
Pistî gotinên Hakan Fîdan êrîşên bi balafirên bi mirov û bêmirov şev û roj bê navber berdewam in û dixwazin gelê kurd tî, birçî û di tarîtiyê de bihêlin.
Li hemberî van êrîşên hovanê, divê her kesên ku dibêjin em kurd in û mirov in, bêdeng nemînînin û xwedî helwest bin.
Pêwiste hemû partî, sazî, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd, hemû alî û derdorên demokrat û mirovhez bi helwesteke hevpar û dengekî bilind bêjin;
“Li ser Rojava êrîş heye, Rojava rûmeta me ye” û li dora nirx, rûmet û destkeftiyên Rojava bibin xelek.