Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her roj geş dibe

Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her roj mezin dibe. Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ dibin.

Pêngava azadiya fîzîkî ya ji bo Rêber Apo ku di 10’ê Cotmehê de li 74 welatan bi awayekî hemwext hat destpêkirin, her roj geş dibe. Kongra Star li pêşiya Navneda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi amadebûna bi dehan ji endamên tevger û rêxistinên jinan, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê beşdarbûna xwe ji pêngavê re ragihand.

Di daxuyanya ku ji aliyê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hate xwendin de ev tişt hatin gotin:

“Ji 10 Cotmehê ve li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ pêngavek hatiye destpêkirin. Mirovên çep, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz, yên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk vê pêngavê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de dan destpêkirin û ev yek jî xwedî wateyek mezin e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwesteke bi vî rengî ye.

Em jî weke Rêxistina Kongra Star tevlî vê pêngavê dibin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêwîstiya çaresekirina siyasî ya doza Kurd di herêmê de dengê  xwe ji qadên şoreşa jin bilind dikin. Ev 25 sal in li zindana Îmraliyê, kiryarên li dijî mirovahiyê yên di dîrokê de li ser ti girtiyî nehatine sepandin, li dijî Rêber Apo tên kirin. Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku desthilatên Tirk ferz kiriye bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Rêber Apo û malbata wî pê re hevdîtin bikin, ev hemû binpêkirinên zagonên mafên mirovan in.

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryayê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê cihên sivîlan tên bombebaran kirin. Sivîl, jin, zarok, kal û hêzên parastinê tên qetilkirin. Li pey hev li tevahî cihê binesaziyan, dibistan, mizgefta Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY’ê de ye, malên sivîlan hatin bombebaran kirin û jin û zarok birîndar bûn. Ev êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin.

Em weke rêxistina Kongra Star di dawiyê de bang li hemû jinên azadîxwaz ên siyasetmedar, akademîsyen, parlementer, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku cihê xwe di pêngavê de bigirin û dakevin qadên azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar