PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Smith-Sivertsen: Heta tecrîd hebe aştiyeke mayînde pêk nayê

Seroka Ciwanên Gewez ê Norweçê Liv Müller Smith-Sivertsen diyar kir ku bêyî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan aştî nayê Rojhilata Navîn û wiha got: “Ji bo rizgariya gelê kurd, pêdiviya me bi azadiya Ocalan heye. Aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn jî bi vê yekê pêkan e. Heta ku Ocalan di tecrîdê de be, dê pirsgirêkên kurdan û Filistînê çareser nebin.”

Partiya Çepên Kesk di kongreya xwe ya 15’ê cotmehê de navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand û Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan weke hevserokên wê hatin hilbijartin. Kongre, bi coşeke mezin hate lidarxistin û gelek kesên ji welatên Ewropa û cîhanê jî di kongreyê de cih girtin. Yek ji beşdarên kongreyê jî Seroka Ciwanên Gewez ku rêxistiniya ciwanan a Partiya Gewez a Norweçê Liv Müller Smith-Sivertsen bû. Smith-Sivertsen, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Smith-Sivertsen diyar kir ku tecrîd binpêkirineke mafên mirovan e û wiha got: “Armanca welatên ku Ocalan anîn Tirkiyeyê ew bû pêşî li ber Tevgera Azadiyê ya Kurd bigirin, nehêlin kurd azad û serbixwe bibin. Ji bo rizgariya gelê kurd, pêdiviya me bi azadiya Ocalan heye. Aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn jî bi vê yekê pêkan e. Heta ku Ocalan di tecrîdê de be, dê pirsgirêkên kurdan û Filistînê çareser nebin.”

Rêber Apo ji bo azadiya gelan têdikoşe

Bi domdarî Smith-Sivertsen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatên ewropî Ocalan terorîze kirin û li dijî Ocalan cotstandardî kirin. Terorîzekirina Ocalan, ji bo welatên rojavayî ku dewletên mêtinger in û ji bo yên li Ewropayê rêya herî hêsan e. Binavkirina Ocalan a wekî ‘terorîst’, cotstandartiye. Ji bo Ocalan pênaseya ‘terorîst’ bi kar tînin lê Îsraîl an jî DYA weke terorîst nayên pênasekirin. Vaye ev rewş, cotstandartiya li dijî Ocalan e. Ocalan, ji bo rizgariya gelê xwe têdikoşe û sûcdar nîne. Beriya her tiştekî divê mafê peywendîdanînê bê naskirin. Lê belê divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê û bikare biçe cem malbat û gelê xwe.”

Bêdengî welatan durûtiya wan nîşan dide

Di berdewamê de Smith-Sivertsen bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “durûtî” pênase kir. Smith-Sivertsen, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd bi taybet jî jinên kurd li dijî DAIŞ’ê alîkarî dan xelkên Rojava. Tevî vê yekê jî bêdengiya van welatan a li hemberî êrîşan durûtî ye. Dema kurd vê têkoşînê dimeşînin hûn li cem wan cih digirin lê dema rastî êrişan tên hûn ji bîr dikin. Bi welatên ku kurdan bombebaran dikin, xelkê sivîl dikujin re hûn tifaqan çêdikin û li dijî êrişan bêdeng dimînin. Dema em bertekê nîşan didin jî hûn hewl didin me bêdeng bikin. Em, jinên kurd ên li dijî DAIŞ’ê şer kirin weke sembola azadiyê dibînin û serfiraz in ku li cem wan cih digirin û ji bo cîhaneke adilane bi hev re têdikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar