Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo malbat bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de bikin, di 10’ê Cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran di serlêdana xwe de xwestin ku malbat hevdîtin bi muwekîlên wan re bikin û ger “cezayekî dîsiplînê” yê nû hebe mînaka dosyeyê bidine wan û ger “cezayekî” nû hebe divê bê betalkirin.
Cezayê dîsîplînê dîsa dan
Dadgeriya Înfazê di 13’ê ckotmehê de bersiva serlêdana parêzeran da û got ku der barê Abdullah Ocalan û girtiyên din de “cezayekî dîsiplînê” yê nû heye. Lê belê nehat gotin ku bê ev “cezayê dîsiplînê” kengî hatiye dayîn.
Dadgeriyê ku hemû daxwazên parêzeran red kir, daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê jî bi hinceta ku dê “di çapemeniyê de belav bibe” red kir.