Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin û nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Parêzer Paûla Martîn Ponz nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan da û diyar kir ku tecrîd cezakirina gelê kurd e. Prz. Ponz got ku tecrîd ji bo cezakirina mehkûman bi kar tînin û anî ziman ku tecrîd êşkence ye.
Parêzer Ponz bi bîr xist ku Rêberê Gean Abdullah Ocalan 24 salên dawî di nava tecrîdê de ye û ev tişt anîz ziman: “Rewşa ku tê de ye, bi rengekî aşkera û şênber hewldanek ji bo tunekirina mafên bingehîn û mirovî ye. Birêz Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê li hucreya yek kesî tê hiştin. Ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 caran destûr hatiye dayin ku malbata xwe bibîne. Herî dawî Adara 2020’î karîbû rû bi rû birayê xwe bibîne. Di 25’ê Adara 2021’ê de destûr hate dayin ku bi telefonê biaxive ku ji hingî ve têkilî pê re nayê danîn. Tenê dema ku mirov bala xwe bide vê yekê jî wê were dîtin ku mafên bingehîn ên mirovî yên Abdullah Ocalan hatine binpêkirin. Tevî vê yekê jî divê mirov bandora zalimane, li dijî mirovahiyê û biçûkxistinê ya nêzîkatiya li dijî Abdullah Ocalan ji bîr nekin. Divê mirov ji bîr neke ku her hewldaneke biçûkxistinê ya li hemberî girtiyekî/ê di heman demê de cezakirina malbat û piştevanên wî ye. Weke ku di mînaka Abdullah Ocalan de jî tê dîtin, cezakirina gelê kurd e.”
‘Mafê parastinê yê qanûnî tê binpêkirin’
Prz. Ponz anî ziman ku mafê hevdîtina bi parêzeran re yê Abdullah Ocalan di 12 salên destpêkê de hefteyê tenê saetekê bû, lê belê ev maf jî timî hate astengkirin û wiha dewam kir: “Eger mafê we yê hevdîtina bi tîma we ya hiqûqî re bê astengkirin, hûn nikarin parêznameyek adîl amade bikin. Lê belê di navbera salên 2011-2019’an de tenê 5 caran hevdîtin bi parêzeran re hate kirin û ji sala 2019’an û vir ve jî qet hevdîtin nehatiye kirin. Gelek serlêdanên ji bo hevdîtinê hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin. Ev yek jî tê wê wateyê ku ne tenê mafê parastinê yê qanûnî tê binpêkirin, di heman demê de destûr nayê dayîn ku li ser rewşa Birêz Abdullah Ocalan û kesên din ên li girtîgehê agahî bêne wergirtin. Divê weke mafekî mirovî bê qebûlkirin ku dema yek li girtîgehê be karibe xwedî parêzerekî be, karibe bi hêsanî xwe bigihîne parêzer û belgeyên li ser doza xwe, karibe danûstandinê bi rêveberiya girtîgehê re bike, karibe xwedî mafê serdanên bi rêk û pêk be. Ev yek ji bo parastin û darizandineke adîl pêwîst e.”