Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Gerîla bi ruhê Bêrîtan li ber xwe didin û wê bi ser bikeve’

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) axivîn û diyar kirin ku bi hezaran gerîla di çeperên berxwedanê de bi ruhê Bêrîtan Hêvî derbên mezin li dijmin dixin û ew ê bi ser bikevin.

Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) sala 1992’an li hemberî PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke destanî kir. Vê çalakiyê li çar aliyên Kurdistanê deng veda û li dijî teslîmiyet û xiyanetê weke helwesta jin a Kurd mohra xwe li dîrokê xist.

Gerîla Zelal Mêrdîn diyar kir ku Bêrîtan Hêvî sembola azadiyê ye û wiha got: “Çalakiya hevala Bêrîtan li gelek deran deng veda û bandoreke mezin li gelê me kir. Niha jî navê hevala Bêrîtan li nava gel efsane ye. Çalakiya hevala Bêrîtan ne tenê ev bû, di heman demê de dengê li dijî xiyanetê bû. Yên ku li ser xiyanetê bûn bi bandora hevala Bêrîtan dest ji çekê berdan. Hevala Bêrîtan xeta xiyanetê têk bir û di dîroka Kurdistanê de rûpelek nû vekir.”

‘Fedayiyên Rêber Apo soza azadiyê dane’

Zelal Mêrdîn destnîşan kir ku di dema heyî de jî bi hezaran gerîla di çeperên berxwedanê de bi ruhê Bêrîtan Hêvî derbên mezin li dijmin dixin û got, “Em li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin ku ev dewlet dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike. Em ê vê xakê ji dagirkeran re nehêlin. Yên ku li ser xeta xiyanetê ya PDK’ê dimeşin bila zanibin ku em ê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiyên xwe dewam bikin. Dewleta dagirkera tirk bila zanibe, hevkariya bi PDK’ê re wê li hemberî gerîla nikaribe encamekê bi dest bixe. Ji ber ku fedaiyên Rêber Apo soz dane doza azadiyê.”

‘Naskirina hevala Bêrîtan naskirina rastiya jinê ye’

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Serhat jî ji bo çalakiya Şehîd Bêrîtan bi vî rengî axivî: “Çalakiya hevala Bêrîtan li her derê deng veda. Ji ber ku çalakiya hevala Bêrîtan ne tenê di wêrekî û fedakariyê de sînor nas nekir, di heman demê de li ser rêya azadiyê ya jinê bi roleke mezin rabû. Hevala Bêrîtan tevî ku di nava rêxistinê de nû bû zû pê ve hate girêdan û bi pêş ket. Naskirina hevala Bêrîtan naskirina rastiya jinê ye. Sedema tevlîbûna min jî ev bû. Bi heyraniyeke mezin min li fîlmê hevala Bêrîtan temaşe kir û bandor li min kir. Di nava civakê de jî me hevala Bêrîtan weke pêşenga xwe didît, ev jî bû sedem ji bo tevlî nava refên azadiyê bibim.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bêrîtan Serhat ev tişt got: “Ya ku hevala Bêrîtan kir Bêrîtan Rêber Apo û xeta tevgera azadiyê ye” û wiha dewam kir, “Têkoşîna jinê di şexsê hevala Bêrîtan de gihîşt asta herî bilind. Em jî weke şopdarên wê heta dawiyê em ê berxwedana xwe bigihînin asta herî bilind.”

‘Helwesta li dijî xiyanetê bû banga berxwedanê’

Dîcle Efrîn jî diyar kir ku têkoşîna Bêrîtan Hêvî di pêvajoya heyî de gihîştiye asta herî bilind û got, “Bi saya hevala Bêrîtan artêş û îradeya jinê derketiye holê. Ne tenê bandor li xeta jinê ya li nava PKK’ê kir, ji bo jinên bindest ên li qada civakî jî bû çavkaniya sûdwergirtinê. Hevala Bêrîtan di têkoşîna jinê de bi rola xwe ya herî mezin lîst. Helwesta xwe nîşan da û li dijî xiyanetê bû banga berxwedanê. Hevala Bêrîtan mînaka herî şênber a berxwedana jinê ya azad e. Ji ber ku berxwedêrek dilsozê Rêber Apo û gelê xwe bû.

Hîmê berxwedana me hevala Bêrîtan e. Em di wê baweriyê de ne ku artêşbûna jinê ya ku hevala Bêrîtan afirand, em ê xurt bikin. Banga me ew e ku her kes hevala Bêrîtan nas bike, îradeya wê ji xwe re bike mînak, li hemberî xeta xiyanetê her kes helwestê nîşan bide. Ev yek ji bo me şênber e: Bi ruhê hevala Bêrîtan li dijî xiyanetê û li dijî dewleta Tirk a dagirker em ê ji têkoşîna xwe tawîzê nedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar