Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî derbarê şerê li Qereçoxê lêprsîn da destpêkirin

Artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê li ser cihên ku gerîla valakirine şer kirin. Hat zanîn ku ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar hene. Piştî şer Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwaz kir ku der barê şer de lêkolîn were kirin.

Li Çiyayê Qereçoxê yê li Mexmûrê li bendên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên çekdar ên PDK’ê de şer derket. Li gorî çavkaniyên başûrê Kurdistanê herî kêm 12 leşkerên birîndar bûne û kuştî jî hene. Di heman şerî de peşmergen birîndar jî hene û pêşmergeyê bi navê Hawrê Cewher Ferhad jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku gule li hin malên niştecihên Mexmûrê ketine.

Piştî bûyerê Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku ev şer û pevçûnên duh ên li Mexmûre “xeternak” in û ji her du aliyan kuştî hene wiha hat gotin: “Em ji bo aramî û ewlehiya tevahiya Îraqê amade ne bi hikûmeta federal re bixebitin. Me biryar daye ku li ser vê bûyerê lêkolîneke zelal bikin.”

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Yehya Resûl jî daxuyand ku di navbera çekdarên PDK’ê û artêşa Iraqê de li çiyayê Qereçox ê li Mexmûrê şer rûdayî û got ku daxwaza avakirina lijneyek bilind kiriye. Resûl ji bo aramiya herêmê jî wiha got: “Divê hemû berpirs û fermandarên hemû astan û her du aliyan xwe nas bikin û li gorî berjewendiyên bilind ên welat tevbigerin. Bi hev re li dijî dijminên Iraqê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar