Polîsan di saetên nîvro de bi ser mala edîtora rojnameya Xwebûnê Nafîye Bal de girtin. Polîsan piştî serdegirtinê Bal binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî kirariyên li miduriyeta polîsan, Bal ji bo îfadeyê birin Edliyeya Amedê. Piştî demekê rojnameger Bal dîsa birin şaxa TEM’ê. Tê payîn ku rojnameger Bal sibê derxin dozgeriyê.