Rojnamegerê Îsraîlî Eddie Cohen twitta serokkomarê Tirkiyeyê ku behsa geşedanên li Xezayê dike, parve kir û wiha got: “Dema ez van twîttan dibînim rihet dibim. Ev twîtt tenê ne lê ne kirin in.′′
Erdogan di dirêjahiya desthilatiya xwe de qerebalixeke mezin li hember her operasyoneke leşekrî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê çêdike, ji ber ku xwe Erdogan hevalbendê Tevgera Hamasê ya Filistînê ye ku bi ser koma Îxwana El Muslimîn ve tê hesibandin.
Lê ji dema hevdîtina Erdogan û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku di navbera civîna Civaka Giştî ya NY′yê de pêk hatibû, xîtaba Erdogan a li hember Îsraîlê û siyasetên wî yên li herêmê hatin guhartin.
Di navbera Tirkiye û Îsraîlê de têkiliyên siyasî û aborî yên mezin û xurt hene. Tirkiye dewleta yekemîn a îslamê ku di 1949′an de Îsraîl nas kir. Ruxmî nakokiyên siyasî yên di navbera her du aliyan de di dema desthilata Erdogan ji destpêka 2003′yan de, têkiliyên bazirganî, dîplomasî û leşkerî hîna xurt mane.
Serokkomarê Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe yên 22′yê Cotmehê de gotibû; ′′Filistîn û Îsraîl, herêm bi giştî berdêlên derengmayîna damezrandina edaletê didin′′. Erdogan pêşniyarek pêkêş kir ku dewleta tirk hewldanên navbeynkariyê yên agirbestê pêk tîne. Lê Îsraîlê vê yekê paşguh dike. Li gorî pisporan pragmatiya Erdogan hişt ku demeke berê xwedî li helwestên piştgiriya Hamasê derkeve, her wiha ew neçar kir ku îro dev jê berde.
Lêkolînerê kar û barên herêmî û navneteweyî, Hanî El Cemel got ku Erdogan kesayeteke pragmatîk e dikare li ser tevahî astan ji şert û mercên her tevgereke siyasî sûdê bigire û ev jî kesayeta wî ya durûtiyê nîşan dide.
Erdogan bazirganiya bi Îsraîlê re didomîne
El Cemel diyar kir ku tevî daxuyaniyên tund û dubarekirî yên Erdogan ên li dijî Îsraîlê, lê vê dawiyê di navbera Enqere û Til Evîvê de dan û standin çêbûn û wiha got: ′′Bazirganî di navbera her du dewletan de zêde bû û di çend salên dawîn de hinardeyên Tirkiye ji bo Îsraîlê pêş ket. Ev jî di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de diyar bûn. Li gor agahiyan, derdora 4 hezar û 500 ton sebze û fêkî ji Tirkiye ber bi Îsraîlê ve hatin rêkirin da ku ji ber şer li sektora çandiniyê hatine, dabîn dike. Lê di heman demê de Îsraîl nahêle alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bibin û ji wê zêdetirî, sivîlan, zarokan û jinan dike hedef.”
Li gor El Cemel, Enqere ji bo ku têkiliyan bi Îsraîlê re baş bike hewldanên mezin dike û wiha domand: “Lê şer û aloziya li rojhilatê Qudsê û dema wê ji bo Tirkiyeyê ne baş bû. Hikûmeta Tirkiyeyê dixwest rola navbeynkariyê di navbera îsraîliyan û filistîniyan de bilîze. Bi rastî jî ev pêşniyar, di xîtaba xwe di civîna wezîrên karên derve yên rêxistina hevkariya îslamî ya dawîn de kir.”
El Cemel destnîşan kir ku Erdogan rola navbeynkar di navbera aliyên nakokiyê de girtiye ser xwe û wiha domand: “Erdogan `formula mîsogerî` li ser her du aliyan pêşkêş kir. Ev proje ji du beşan pêk tê, beşek dewletên dabînkerên aliyê filistînê, beşa din dewletên dabînkerên Îsraîlê.′′
Hevbendiya Erdogan û Îsraîlê ya stratejîk e
El Cemel da zanîn ku Erdogan ji bo dîlgirtiyên îsraîlî yên li cem Hamasê, dest bi dan û standinan li gel Hamasê kir. Her wiha diyar kir ku ji destpêka aloziyê ve Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê zimanekî bêalî bi kar tîne û ji bo ku hevalbenda xwe ya stratejîk (Îsraîlê) ji dest nede, Îsraîlê sûcdar nake. Li gorî El Cemal Tirkiye di êrîşên wî yên li dijî kurdan û dewleta Sûriyeyê, heta radeyeke mezin destekê dide Tirkiyeyê.
‘Dixwazin pirsgirêk dirêj bibe’
Der barê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, El Cemel ev tişt anî ziman: “Agahiya Îsraîlê ji êrîşan heye. Koordîneyeke pêşwext hebû. Ev êrîş xizmeta berjewendiyên herdu aliyan dike. Dixwazin pirsgirêk dirêj bike ji bo ku Tirkiye herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, mîna ku Îsraîlê li Colanê kiriye. Erdogan dengê xwe li hember şerê qirkirinê yê Îsraîlê yê li dijî filistîniyan kêm kir, tenê li ser hesabên xwe yên dijîtalê, kumênt parve kir. Erdogan ji bo ku rijandina xwîna filistîniyan rawestîne rasterast destwer neda.”
Tirkiye bi çekên fosforê êrîşî kurdan kir
El Cemel bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: “Ev kirin ji bo Erdogan ne nû ne. Hêzên Erdogan 200 navend û kargehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî kirin hedef. Di encamê de navendên petrol, gazê û kehrebeyê û heta navendên stratejîk ji xizmetê derketin. Erdogan jiyana 5 milyon kesî li herêmê rû bi rûyî rewşeke trajedîk hişt. Ji vê zêdetir fosfora spî di êrîşên xwe yên li dijî baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê û gelek bajarên kurdan ji Efrîn heta Hesekê û herêmên tijî jin û zarok bi kar anî.”
Lêkolînerê kar û barên Rojhilata Navîn Dr.Taha Elî jî anî ziman ku serokkomarê Tirk, şerê li Xezayê firsendek dibîne da ku gelek destkeftiyên siyasî bi dest bixe.
Xeza ji bo Tirkiyeyê amûreke siyasî ye
Elî îşaret pê kir ku mijûlbûna cîhanê bi şerê li Xezayê, balê ji ser kiryarên dewleta tirk a dagirker ên li bakurê Sûriyeyê dikişîne û diyar kir ku Erdogan vê rewşê bi kar tîne da ku armancên xwe pêk bîne û sûcên din li Sûriyeyê bike. Li gorî Elî, Xeza ji bo Tirkiyeyê amûreke siyasî ye, dikare bi rêya wê roleke herêmî ya mezintir di dozên cîhanê de bilîze,nemaze ku rola wê di doza Filistînê de di encama normalîzekirina li gel Îsraîlê de, paşket.
Elî got ji dema bilezbûna xeta normalîzekirinê bi Îsraîlê re, di çend salên dawîn de Erdogan piştgiriya xwe ya îdiakirî ji doza Filistînê re paşguh kiriye. Bi nêrîna Elî dibe ku Erdogan ji bo têkiliyên xwe bi Îsraîlê re pêş bixe, şerê li Xezayê bi kar tîne. Lê diyar kir ku dibe ku Erdogan neçar bimîne helwestên mirovî nîşan bide da ku di asta hundirîn de piştevaniyê ji bo xwe kom bike, lê piştgiriya Hamasê nake da ku hêzên rojavayî aciz neke. Û wiha dawî li axxaftina anî: “Tirkiye li dijî siyaseta Îsraîlê li herêmê dernakeve. Erdogan bi pragmatiya siyasî tê naskirin ku ji bo xatirê Hamasê ku demekê ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya wê dikir, dev ji pêşxistina têkiliyan bi Îsraîlê re bernade.”