Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ku tevlî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxand.
Nirxandinên Hêlîn Umît bi giştî wiha ye;
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer bi dijwarî berdewam e û wiha got: “Hema bibêje her roj çekên kîmyewî bi kar tîne, bombeyên qedexekirî bi kar tîne. Anku sûcê şer dike. Li dijî vê gerîla jî çalakiyan li dar dixin. Şer her ku diçe gur dibe. Ji niha û pê ve jî wisa xuya ye ku wê şer hê bêhtir li Rojhilata Navîn belav bibe, li hev bikeve. Dewleta tirk wê vê ji xwe re bike bingeha êrîşan. Ji wê boneyê divê kurd parastina xwe li her derê wek peywirekê bidin ber xwe. Perspektîfa heval Rojhat û Erdal ev e. Ji nameyê her du hevalan jî xuya ye ku li dijî xiyanetê çiqas bi hêrs in. Bi taybetî hem analîza kesayeta xwe dikin hem jî sîxurên ji nav kurdan derketine nalet dikin. Ji ber hêrsa li dijî xiyanetê bi çalakiyeke wiha rabû. Piştî berxwedana rêveberiya xweser biryar didin bibin fedaî.”
Li dijî qirkirinê pozîsyona xwe diyar bikin
Tiştên em dijîn bi me re ne. Dîroka pêncî salên dawîn bi me re ye. Divê her Kurd, li gor parastina cewherî li dijî dagirkeran, mêtingeriya qirker pozîsyona xwe diyar bikin.
Şer li Rojhilata Navîn hê nû dest pê nebûye. Rêbertî, rabirdûya şer di parêznameyên xwe dibe ta Şerê Troyayê. Rojava çawa dest di Rojhilata Navîn wer dide? Rêber Apo hin dîrok diyar kirine. Yê pêşî nirxandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kir Rêber Apo ye. Beriya wî jî yên kirine hene ya na, nizanim. Rewşa me ya em hemû rewşenbîran bişopînin nîn e lê bi qasê dizanin Rêber Apo nirxandina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dike û dîrokê diyar dike, dibêje destpêk salên 90’î ye. Got ku bi belavbûna Yekitiya Sovêtan Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bûye rojev û li ser wî esasî midaxeleyê Rojhilata Navîn hatiye kirin. Mirov dikare bibêje ku bi destpêbûna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dest pê bûye. Ew şer bi xisletê xwe dibe ku şerekê parçeyî be, bi navber perçe bi perçe bû lê nirxandinên tevgera me hene. Ev şer ji ber hevsengiya şerê nukleerî wek şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê bi rê ve naçe. Parçe bi parçe bi rê ve diçe. Aliyên aborî û leşkerî dikevin nav hev. Her carê yek dertê pêş. Lê di çarçoveya şerekê cîhanî de bi rê ve diçe. Cihê şerê cîhanê lê gur bûye Rojhilata Navîn e.
Ev pevçûneke navxweyî ya pergalê ye
Sedemên dîrokî, civakî û çandî yên vê hene. Rojhilata Navîn çawa ku dergûşa mirovahiyê, jêderka dewlemendiyê be di heman demê de sekineke xwe ya çandî heye. Modernîteya Ewropayê li ser esasê dijberiya vê, li ser van nirxan pêvajoyek dît û hêj ew vegevizîn berdewam e. Tu hêzeke Rojhilata Navîn nexe bin destê xwe nikare bibêje ez hegemonya me. Niha şerê hegemonyayan e. Li aliyekî DYE, Îngilistan, Îsraîl û Yekitiya Ewropayê, li aliyê din Rûsya, Çîn, Îran, Hindistan, Brezîlya û wd. Mirov nikare bibêje ku jihevcihêtiyeke wek a şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn heye lê eniyên wiha yên ji hev cihê hene. Ev pevçûneke navxweyî ya pergalê ye. Hêzeke alternatîf a pêşniyazkirinê nîn e. Hêza alternatîv a pêşniyazkirinê bi kê re ye? Bi modernîteya xwe ya demokratîk bi tevgera me re heye.
Îsraîl li Rojhilata Navîn dendikeke hegemonîk e
Şerê cîhanê her ku diçe li Rojhilata Navîn gur dibe. Niha hinekê din jî şênber bû. Şerê Îsraîl û Filistînê wiha diyar bû. Lê Îsraîl çi ye, dewleteke çawa ye divê mirov baş bizane. Çara hatiye avakirin, çima hatiye avakirin, di kîjan pêvajoyan re derbas bûye divê mirov bizane. Ev nirxandineke di ser re ye. Ji pêvajoya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn em baş dizanin ku dîzaynkirina Rojhilata Navîn ji bo avakirina dewleta Îsraîlê ye. Îsraîl li Rojhilata Navîn dendikeke hegemonîk e. Rêber Apo wisa pênase dike. Yanî hêza modernîteya kapîtalîst a esas li Rojhilata Navîn Îsraîl e. Heta niha di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ya jî ku em jê re dibêjin Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, dewletên bi Îsraîlê re li hev bin di nav pergala giştî ya dewletan de cihê girt, hatin pejirandin. Lê yên qebûl nekir midaxele li wan hat kirin. Iraq, Sûriye û Sûdan wiha bûn. Niha armanc Îran e.
Pêvajoya em tê de ne, merheleyeke nû ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku li Rojhilata Navîn gur bûye. Anku pêvajoyeke nû dest pê bûye. Rîska belavbûna pevçûnan gelek e. Ez vê çima dibêjim? Ji ber ku tevgerên hêzên li ser navê Filistîn û Îsraîlê tev digerin neteweperest û olperest in. Ji îdeolojiyên neteweperest û olperest pevçûn çê dibe. Modernîteya kapîtalîst bi vî awayî dewletên netewe bi pêş ve dibe û civakan bi vî awayî dixe bin kontrolê. Ereb civakek e lê 22 dewletên xwe hene. Ji bo ewlehiya Îsraîlê hatine mînîmalîzekirin. Tirk jî wisa ne, hebûna tirkan li herêmê, pêkhateyên tirkan jî hatine mînîmalîzekirin.
Heta serweriya Îsraîlê çê bibe wê ev polîtîkayên mînîmalîzekirinê berdewam bin. Sûriye û Iraq parçe kirin. Xuya ye ku ev wê hêj bi giranî berdewam bibe.
Helwesta herdu aliyan nayê qebûlkirin
Rêber Apo wek rêya çareseriyê ne netewe dewlet lê modela çareseriyê ya netewebûna demokratîk datîne meydanê. Netewebûna demokratîk rewşeke zihnî, felsefeyeke cuda ye. Awayê wê yê birêxistinbûnê jî xweseriya demokratîk e. Li ser esasê xweseriya demokratîk, gel xweser dibin, li gor cudahiya xwe vîna xwe diyar dikin û eger hev nas bikin dikarin bi hev re bijîn. Lê di êrîşên Îsraîlê de berpêbûnek heye. Li dijî wê sekineke bi tundiya wek ya DAIŞ’ê heye. Nabe ku mirov sekina herdu aliyan jî qebûl bike. Ez naxwazim vê bibêjim. Avêtina Filistiniyan ji ser erdê wan bi vî awayî, nabe ku mirov qebûl bike. Gelê Filistînê jî bi dîrokî ne li ser wê erdnîgariyê ye? Gelek e ku warê xwe ava kiriye. Bi tundî û zora leşkerî û êrîşên Îsraîlê danterkkirina axa xwe bi tu awayî nabe ku mirov qebûl bike. Lê çalakiyên terorî yên Hemasê jî nabe ku mirov qebûl bike. Êrîşên Hamasê 7’ê cotmehê bi navê Tofana Aqsayê kirin, me jî dîtin. Em ev di êrîşên DAIŞ’ê de dîtin. Li Şengalê kurd baş dizanin. Nabe ku mirov vê qebûl bike. Anku hişmendiya Hamasê xwe bi heman tiştê îdeolojîk xwedî dike. Tu aliyekê wê yê ku mirov qebûl bike nîn e.
Dibe ku li dijî Îranê dest bi şer bikin
Lê her ku biçe wê çareseriya modernîteya demokratîk li herêmê bêhtir bibe ferz. Çimkî şiyan û karîna modernîteya kapîtalîst ku ji hevsengî û têkiliyên navxweyî çareseriyekê pêşkêş bike nîn e. Her ku diç şer gur dibe, xwîn bêhtir dirije û kes bêhtir jiyana xwe ji dest didin. Ji xeynê vê aştî ne mimkûn e. Di rewşa heyî de Îsraîl wê hêdî bi hêdî bixwaze ku ber bi împaratoriya herêmê ve biçe. Wê dewletên herêmê li dijî vê li ber xwe bidin. Dibe ku li dijî Îranê dest bi şer bê kirin. Bi vê, wê rê li ber pêvajoyeke bi rîsk a bi qasê pevçûn û êrîşên nukleerî bibin rojev, vebike. Ez vê ne bi tenê ji bo Îranê dibêjim. Ji bo ewlehiya xwe dibe ku Îsraîl jî nukleerê bi kar bîne. Ev bi Îsraîlê re jî heye. Ber bi vê ve diçe.
Ji bo Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê dixwazim vê bibêjim. Eger bixwazin li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst anku li dijî emperyalîzmê li ber xwe bidin, divê ji tifaqa gelan re nebêjin na. Divê gelên herêmê bikarin tifaq û yekitiya xwe çê bikin. Li Tirkiyeyê rêya vê bi tifaqa kurd û tirkan e. Tirkiye bikare vê pêk bîne, wê bikare li dijî êrîşên ji der ve jî li ber xwe bide. Îran bikare tifaqa Kurd û Farisan ava bike dikare li ber erîşên emperyalîzmê li ber xwe bide. Eger ev pêk neyên, polîtîkaya mînîmalîzekirin, parçe û dabeşkirinê û danşerkirinê, li ser wî esasî wê polîtîkaya kontrolkirina herêmê bandorbar bibe. Erdogan dibêje; em ê wiha li ber wan rabibin, em gelekê wiha ne; ev çîrok in. Welatparêzên rastîn, yên bi rastî hez ji welatê xwe bikin, bi rastî neteweyî bin, anku gelparêz bin, wê pêşî aştiya navxweyî çê bikin. Dîrok roja me ye. Yek bi yek ne roja me ye lê ji sedî not, not û pênc roja me ye. Di dîrokê de derketina holê ya Persan, bi rêya Konfederasyona Umetê çê bû ta bi niha hene. 9 sedsal berê; anku ketina Anatoliyayê bi rêya tifaqa bi Kurdan re çê bû û hêj jî berdewam e. Di wî tiştî de ku jê re Şerê Xelasiya Neteweyî tê gotin, Tifaqa kurd û tirkan berdewam e. Kurd û tirk bi hev re li ber xwe didin. Komar bi vî awayî ava dibe. Paşê dest danîn ser, pergala înkar û îmhakirinê hat avakirin. Va ye Kongreya Sêwaz û Erziromê, Giştînameya Amasyayê, niqaş ji bo xweseriya Kurdistanê, Destûra Bingehîn a sala 1921’ê. Ev tev nîşaneyên çi ne? Serê pêşîn di avakirina komarê de esasekê wiha heye. Paşê, roja ku ev bi komployê ji holê hat rakirin, sed sal in komareke bi xwîn e. Eger daxwaza derketin ji vê rewşê bê kirin, helwesteke wiha divê.
Pêvajoyeke giring e; li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û Kurdistanê, şer li her derê ye. Di serî de qada siyaseta demokratîk, hemû dînamîkên civakî di rewşa heyî divê bêhtir bi liv û tevger bin. Divê hem mirov bike ku civak bîrewer bibe hem jî xeteke ku mirov bi civakê re tev bigere derbixe holê.
Divê mirov têkoşîn gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hev ve bihûne
Halê hazir li Tirkiyeyê ye faşîzm heye. Parlamento bi rewşa xwe ya heyî teslîmê rastgiran bûye. Hêzên faşîst çalaktir in. Bila kes bi vê nexape. Bi helwest û sekina rast, têkoşîna bi awayekê rast bibe mirov teqez dikare berê geşedanan biguhêre. Dikare nehêle tezkere derbikeve. Lewra tiştekê matematîkî ye lê di nava qada civakî de, li kuçe û qadan mirov dikare ber li pir tiştan bigire. Ya giring ew e ku mirov bertekên civakî bi awayekê sîstematîk derbixe holê û qewîn bike. Tifaqa gelan, têkoşîna gelan bi hev re, encax bi vî awayî çê bibe. Divê mirov têkoşîn gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hev ve bihûne. Divê mirov bi pey çareseriya ji bo pirsgirêkên aboriyê bikeve. Divê mirov bi vî awayî çareseriyê ji bo pirsgirêka şer bibîne. Çareseriyê ji bo her pirsgirêka heqî û huqûqî bi vî awayî bibîne. Tifaq li ser vî esasî çê bibe wê miheqeq bandora xwe li ser siyasetê jî çê bibe û bi vî awayî mirov wê bikare berê geşedanan biguherîne.
Divê mirov bi vê bêhtir bawer be
Em li Rojhilata Navîn dijîn. Li Rojhilata Navîn carinan gelek tişt di rojekê de diguherin. Li Qada Tehrîrê; li Misirê bi hezaran kes berhev bûn. Çi bû ne wisa? Li Rojhilat êrîş li Jîna Emîniyê hat kirin; Îran ket çi halî. Neçar ma guhê xwe bide. Rastiyeke wiha heye. Ev der Rojhilata Navîn e. Tevgera civakî her tim diyar e û divê mirov bi vê bêhtir bawer be. Wekî din lîstik in jixwe. Dagirkirina qada polîtîk a aîdê civakê ye. Dewletên netewe yên heyî bi pergala xwe ya parlamenteriyê rê li ber civakê digirin ku polîtîkayê hilberîn. Divê em bikarin qadên polîtîk ên rastîn çê bikin.
Di rewşa heyî de nûbûnek heye, pevajoyeke niqaşê û kongre çê bûn, biryarên nû hatin dayîn. Bila pîroz be, kongreya xwe çê kir. Kongreyeke xweş bû. Dil dixwest ku li saloneke mezintir û bicoştir be. Ew jî bi qedexekirina faşîzmê hat astengkirin.
Lê HEDEP bi tenê civaka kurdan ne sînordar e, divê xwe bike partiyeke Tirkiyeyê, li ser esasê diyarkirin diyarkirina siyaseta Tirkiyeyê tifaqên xwe çê bike. Bi tevgerên jinan re, bi tevgerên ekolojiyê re. HDK û HEDEP tiştekê wiha yê hevpar divê bikarin derbixin holê. Tevger li ser wî esasî be, ez bawer im ku wê bi rolê xwe yê dîrokî rabibe, serketin.”