Çalakiyên di çarçoveya hamleya “Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re çareseriya siyasî” li gelek qadan belav dibe. Li Şengal, Mexmûr, Rojavayê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê û welatên Ewropa belav dibe. Ji bo azadiya Rêber Ocalan konên azadiyê tên vekirin. Panel, seminer tên li darxistin. Kurdên Bakur jî di çarçoveya hamleyê de civînên gel li dar dixin û amadekariyên çalakiyên nû dikin. Kurd û dostên kurdan li gelek navendan armanc dikin ku azadiya Rêber Ocalan têxin rojeva hemû civakê. Di hemû niqaş, axaftin û daxuyaniyan de diyar dikin ku çareseriya hemû pirsgirêkan azadiya Rêber Ocalan e.
Dema em li tevger û geşedanên ku li derdora hamleyê pêş dikevin dinerin, em dibînin ku êdî tenê kurd azadiya Rêber Ocalan naxwazin. Di nava çalakgeran de kurd, ereb, tirk, suryan, îtalî, almanî, firansî, îskoçî, xirîstiyan, misilman, cihû û ji gelek nijadên din, di nava hamleyê de cihê xwe digirin.
Tevlêbûn û xwedîderketina hamleyê nîşanî me dide ku êdî Rêberê Gelê Kurd bûye rêberê Gelan. Herî zêde ziman, nasname, bawerî û rengên cuda azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin. Bawer dikin ku heta Rêber Ocalan azad nebe, ew jî azad nabin. Îro em dibinin ku her bawerî, her nijad û her reng, azadiya Rêberê Gelan wekî azadiya xwe dibinin. Azadiya ramanê wekî azadiya bawerî û çandan dibinin.
Balkêş e piştî hamleya “Ji Ocalan re azadî ji gelê kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir, me dît ku hin hêzên veşarî Hamas sor kirin û li dijî Îsraîlê êrîş pêşxistin. Bi destên hêzên navdewletî di navbera Hamas û îsraîlê de şer pêş ket. Bi hezaran mirov hatin kuştin. Şer didome. Kuştin jî didome. Talankirin û wêrankirin jî didome. Lê heta niha tu kes bi ser neketine. Îro em li şerê di navbera Rûsya û Ukrayna jî dinerin heman tişt xuya dike. Bi hazaran mirov hatin kuştin. Lê tu hêz bi ser neketine.
Ev jî nîşanî me dide ku hêzên dixwazin serwerî û mêtîngeriya xwe li herêmê pêş bixin, her tim dixwazin li herêmê şer hebe. Ji bo her tim li herêmê şer hebe jî divê her tim alozî, kaos û tecrîd hebe. Ji bo tecrîd bidome jî naxwazin kesên li dijî tecrîdê dengê xwe bilind zêde bibin. Naxwazin dijberî tecrîdê zêde bibin. Ji bo vê yekê rojevê diguherînin. Ji bo vê yekê şerekî nû pêş dixin. Yek ji vê mînake jî şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de ye.
Gelek kes tecrîdê û şerê li Îsraîl û Hamasê ji hev cuda digirin dest. Lê divê bê zanîn ku eger îro tecrîd tune buya. Pêvajoya çareseriyê nehata hilweşandin, dê îro ne li Ukrayna û ne jî li Îsraîlê şer hebûya. Divê em baş zanibin ku dema tecrîd hebe, dê şer jî hebe. Dema tecrîd hebe dê xizanî, zinanî û wêranî ji hebe. Ji bo xizanî, nizanî, wêranî û talanî tune be, ji bo hemû bawerî, nijad, civak û rengên cuda bi hevre bişîn, divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Divê berî her tiştî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad bibe. Em vê yekê çima dibêjin. Em ji esbere vê yekê nabêjn. Rêber Ocalan hem bi analîzên xwe, hem bi pêşdîtinên xwe, hem bi diyalogên xwe ev çespantiye.
Wê demê eger em dixwazin bi awayekî azad baweriya xwe bijîn, serbest bi zimanê xwe biaxivin, serbest çanda xwe bijîn û serbest perwerde bibin, divê berî her tiştî em azad bijîn. Ji bo em karibin bi fikr, bawerî û nasnameya xwe bijîn divê Rêber Ocalan azad bibe. Heta Ocalan azad nebe, fikr jî, bawerî jî û nasname jî azad nabin. Dê her tim mirov wekî komeleyan kar bikin.