Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Jin li dijî şer têdikoşin; Bedena jinê ne qada şer e

Ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan têkildarî tundî û êrîşên ser jinan de diyar kir ku dê li dijî zîhniyeta mêr-dewletê ya di şer de li ser teşhîrkirina bedena jinê propagandaya siyasî dike têbikoşin û wiha got: “Bedena jinê, qada şer nîne.”

Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn dijwar dibin. Di serdemeke wiha de di nava jinan de gotina “Bedena jinê xenîmeta şer nîne” derdikeve pêş. Ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan têkildarî teşhîrkirina bedena jinê di şer de û êrişên li dijî wan bi ajansa me re axivî. Başalan, got ku ji şer herî zêde jin û zarok bibandor dibin û got: “Ji ber ku şerên li Rojhilata Navîn dijwar dibin, wehşeteke mezin tê jiyîn. Şer, her cureyên binpêkirinê jî bi xwe re tînin.”

Başalan, anî ziman ku li welatên şer lê hene li dijî jinan bi awayeke rasterast sûc tên kirin û wiha got: “Dewlet, hewl didin bi van sûcan peyaman bidin. Qetilkirina Jîna Emînî li Îranê, bi rojan sekinandina cenazeyê Dayika Taybet a li kolanê, teşhîrkirina bedena Ekîn Wan û hwd. Dewlet, di bin navê têgeha ‘namûsê’ de bedena jinê ‘pêşkeş’ dike. Hêzên serdest bi vê yekê peyama ‘ez dewlet im/ez mêr im dê cenazeyê te li erdê kaş bikim, teşhîr bikim, ev hêza min nîşan dide û nîşaneya serkeftina min a di şer de ye’ didin.”

Bi domdarî Başalan got ku gelek sedemên psîkolojîk û civakî yên di şer de teşhîrkirina bedena jinê hene û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî zîhniyeta nêrza; dema bedena jinê teşhîr dike, gelê wê, malbata wê, eşîra wê jî biçûk dixe. Li gorî vê zîhniyetê; dema we mehremiyeta jinekê vekir, di esasê xwe de hûn nirxên wî welatî vedikin. Dibêjin qey wî gel û welatî têk dibin. Lewma êrişî nirxa herî ‘pîroz’ dikin. Lewma bi sala ye êrişî dayikên laçikspî dikin. Bi rojan hiştina cenazeyê Dayika Taybet a li kolanan, tundiyeke psîkolojîk e. Tu ferqa rejîma Îranê ya Jîna Emînî ji ber pora wê qetilkirî û zîhniyeta cenazeyê Dayika Taybetê li kolanê hiştî ji hev nîne. Heke em îro ji bo Filistînê ki kolanan bin, divê em ji bo Rojava jî dakevin kolanan. Şer tê wateya sûcên li dijî jinan. Em ê li dijî zîhniyeta mêr a li ser bedena jinê propagandaya siyasî dike têbikoşin. Bedena jinê qada şer nîne û bila kesek li ser wê propagandayê neke.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar