Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Amerîkayê di êrîşa çekdarî de 22 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gorî agahiyan li eyaleta Maîne ya DYA’yê di encama êrîşa çekdarî de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Lewiston a Eyaleta Maîne ya DYA’yê êrîşa çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku êrîşkarê çekdar bi navê Robert R. Card ê 40 salî, di tevahiya şevê de li kolanan geriyaye û herî kêm 22 kes kuştiye. Çapemeniya herêmî da zanîn ku derdora 60 kesan jî birîndar bûne.

Polîsan, ragihandin ku êrîşkar hêj nehatiye girtin û ev hişyarî da: “Fermana derneketina ji malan a li Lewistonê hêj didome.”

Waliyê Eyaleta Maîneyê Janet Mills jî ev tişt anî ziman: “Haya min ji êrîşkarê biçek ê çalak ê li Lewistonê heye. Di vê mijarê de hatim agahdarkirin. Banga min ji bo her kesê li herêmê ew e ku li gorî fermanên hêzên eyalet û ewlekariyê tevbigerin.”

Yekitiya dibistanên dewletê yên li eyaletê jî ragihand ku navber dane perwerdeyê. Her wiha ji bo ji malên xwe dernekevin, welatî hişyar kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku par jî 29 cînayet li eyaletê hatibûn kirin û vê bûyerê rê li ber aloziyeke mezin vekiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar