Keça Kurd (16) Armîta Girawend a ji Kirmanşahê ku bajarekê Rojhilatê Kurdistanê ye, 1’ê cotmehê li Tehrana paytexta Îranê ji ber negirtina serê xwe hêzên ewlehiyê yên Îranê êrîş bir ser. Armîta Girawend 28 rojan li Tehranê di komayê de ma.
Li gor nûçeyên medyaya Îranê Armîta Girawend sê roj berê jiyana xwe ji dest daye.