Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sed salên qirkirinê

29’ê cotmehê sedsaliya komara tirk bû. Em qala dewletekê dikin ku sed salên wê bi qirkirinê derbas bûye. Dema ku dewleta tirk hat avakirin, gelek hevsengî hatin guhertin. Beriya avakirina komarê li hev kirin ku Kurdistanê parçe bikin, Stenbolê radestî tirkan bikin û meseleya Kerkûk û Mûsilê jî bikin girêkek. Ji bo vê yekê jî li Lozanê peymanek çêkirin. Bi wê peymana Lozanê re Kurdistan parçe kirin. Dewleta tirk jî heman salê hat avakirin. Lê çawa hat avakirin ? Di encama bazariyên qirêj de ew dewleta dagirker ava kirin.

Bi avakirina komara tirk re çiqas mafê kurdan hebû ji holê rakirin. Beriya avakirina komarê rewşa Kurdan û Kurdistanê cûda bû. Yanî di dema Osmaniyan de jî hin mafên kurdan û yên xweseriya wan hebû. Lê bi avakirina komarê re tiştek nehiştin. Bi carekê re kurd, kurdî û Kurdistan qedexe kirin. Piştî vê qedexeyê jî berê xwe dan kurdan û ji bo tinekirina wan jî dest bi êrişên qirkirinê kirin. Li dijî van êrişan jî kurdan li ber xwe dan. Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza ango ji Dêrsim heta Amed û Agirî serhildanên kurdan çêbûn. Dewleta tirk ji bo tunekirina kurdan çiqas rê û rêbazên qirêj hebûn bi kar anîn.

Cih û warên kurdan dagir kirin, koçberî li wan ferz kirin. Zimanê wan qedexe kirin û riya asîmîlasyonê dan pêşiya wan. Gundê wan şewitandin û vala kirin. Li ser navê kurd û Kurdayetiyê çi hebe dan ber xwe. Ji Dêrsim heta geliyê Zîlan komkujî kirin û kurd bi saxî şewitandin. Li dijî vê zilma hovane jî PKK derket ser dika dîrokê û 50 sal zêdetir şerê li dijî dagirkeriyê dimeşîne. Eger ne ji PKK’ê bûya wê 50 sal berê kurd nemabûna.

Polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên sed sal berê hatine destpêkirin, îro jî di meriyetê de ye. Eger karîbûna kurdan tine kiribana wê ev polîtîka nemabûna. Lê hê jî ev dewleta hov û barbar nesekiniye. Tişta ku wekî encam di destê me de ye ew jî berxwedana kurdan e. Wexta ku Seyîd Riza birin ber sêdarê ji wan re got; Min serê xwe li ber we netewand, bila ev jî ji were bibe derd. Di sedsaliya komara tirk de jî em dibînin ku dewleta tirk nekarî kurdan têk bibe. Sed sal ne wextekî hindik e. Lê çi kirin û nekirin nikarin bi Kurdan. Erê raste bedelên giran hatin dayîn û hê jî tê dayîn, lê kurdan serê xwe netewand û nesekinîn. Bila ev jî ji wan re derd be.

Beriya sed salî tiştekî kurdan tunebû û nemabû. Lê îro em li Rojava qala şoreşekê dikin û ev şoreş bûye mînakek li cîhanê. Îro şaredar û parlamenterên kurdan hene. Bi îradeya xwe ya azad dikarin nûnertiya gel bikin. Li her devera cîhanê bi sedan komele û saziyên kurdan hene. Îro girseyeke têkoşer a kurdan çêbûye. Em qala kurdên xayîn û noker nakin. Kurdên ku dikarin bi îradeya xwe bibin xwedî gotin hene. Ev destketiyên mezin in. Lewma jî îro eger em qala sedsaliya komara tirk dikin, divê em van destketiyan bi bîr bixin.

Dewleta tirk ji bo sedsaliya komara xwe gelek plan û proje amade kiribûn, lê nekarî têxe meriyetê. PKK’ê, tevgera azadiyê û kurdan nehiştin ku ev projeyên wan ên dagirkeriyê herin serî. Lewma jî ewqas êrişên hovane pêk tînin. Eger ne ji PKK’ê bûya wê seranserê Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta tirk de bûya. Lê rihekî fedayî yên gerîlayên Kurdistanê heye. Ev rihê fedayî destûrê nade ku miradê dewleta tirk pêk were. Gerîlayên Kurdistanê xeyalên Osmaniyan di qirika wan de dihêlin. Sed salên derbasbûyî nîşanî me da ku kurd têk naçin. Eger di van sed salan de kurd tine nebibin, wê tu carî tune nebin.

 

Nûçeyên Têkildar