Sorxwîn Mako ku di dema berxwedana Kobanê de Fermandara Eniya Kaniya Kurdan bû û li vê derê çavekî wê kor bû, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî ji ANF’ê re qala wê demê kir.
Sorxwîn Mako destpêkê qala çûyîna xwe ya li Kobanê kir: “Sala 2014’an em li çiyayên Kurdistanê bûn. Bi derfetên kêm, tenê bi radyoyekê me şerê Kobanê kêlî bi kêlî dişopand. Şervanên Kurdistanê giraniya şer bi kûrahî hîs dikirin. Ji ber ku êrîş li dijî jin, zarok, extiyaran bi rengekî hovane li dijî gelan dihate kirin. Dema ku giraniya êrîşan hate fêhmkirin gelek şoreşan ji bo çûyîna Kobanê fîrar kirin, yan jî pêşniyar kirin. Ji ber ku em fedaiyên gelê xwe ne. Xeteriya komkujiyê ya li ser gel nîşan dida ku mafê her şoreşgerekî ye ku dest li vê yekê werde. Çûyîna ber bi Kobanê ve wezîfeyeke şoreşgerî bû. Me berê xwe dan Kobanê. Dijmin gelek hevalên me di rê de girt, gelek hevalên me jî hîn beriya bigihêjin Kobanê birîndar bûn, hinek jî gihîştin Kobanê.”
Bi zehmetiyeke mezin xwe gihandin Kobanê
Sorxwîn Mako diyar kir ku ew ji ser sînor derbasî Kobanê bûn û wiha domand: “Qet ji bîra min naçe; bavekî li ser sînor pêşiya min girt û got, ‘Neçe, hûn ê bimirin!. Her kes ji Kobanê derdikeve’. Min ji wî bavî re got, ‘Piştî ku warê me ji dest çû, tu wateya jiyanê namîne’. Ew bav bêdeng mabû. Dema ku me xwe gihand têlên li ser sînor, leşkerên tirk bi 30 tankan êrîş kirin. Hejmara me gelekî zêde bû. Ne tenê şoreşger, her wiha gel jî xwe ji sînor derbas dikir. Heta ku me xwe gihand Kobanê ji ber êrîşa bi fîşekan, bombeyên gazê û ço 28 hevalên me birîndar bûn. Em nêzî 300 kes ketibûn nava Kobanê. Li ser sînor me berdêlên giran dan. Tevî vê yekê jî bi îdîayeke mezin me xwe gihand Kobanê. Dema ku em gihîştin Kobanê şerê man û nemanê dihate dayin. Saet di 3’ê şevê de em gihîştin. Li Kobanê toz, dû û agir xuya dikir. Wesayitên şewitî, teqiyayî, malên wêranbûyî dihatin dîtin. Li maleke ku hîn dişewitî em hatin pêşwazîkirin. Kobanê dişewitî.”
Sorxwîn Mako li eniya şer destpêkê li Şehîd Gelhat rast hatibû û qala diyaloga xwe ya bi Gelhat re wiha kir: “Em derbasî eniya Kaniya Kurdan bûm. Hevalê Gelhat li wir bû. Yekane gotina ku hevalên li biryargehê û hevalê Gelhat got bi vî rengî bû: ‘Hewl bidin di 3 rojên destpêkê de şehîd nekevin. Piştî 3 rojan hûn ê hînî rêbaza şer bibin’. Piştî ku gihîştim Kaniya Kurdan agahiyên li ser şehadet û birîndaran hat. Hevalên ku birîndar bûn û yên şehîd bûn ew heval bûn ku em bi hev re derbasî Kobanê bûn. Yek ji wan jî hevalê Mîran ê ji Şirnexê bû. Hevalek jî birîndar bûbû. Em êvarê gihîştin, lê serê sibehê yek şehîd bûbû, yek jî birîndar bûbû. Vê yekê hesta min a tolhildan û serketinê hîn mezin kir.”
Sorxwîn Mako berdewam kir: “Ya ku diqewimî şerê navbera du îdeolojiyan bû. Yek jê îdeolojiya înkar, îmha, tunekirin û desteserkirina nirxên gel bû, ya din jî îdeolojiya Apoyiyan bû ku her tiştên xwe ji bo gelê xwe feda dikir. Îdeolojiya wan mirovan bû ku ji bo rizgarkirina jinekê, ji bo rizgarkirina zarokekî canê xwe feda dikirin. Hêza dijber jî talan, destavêtin û komkujî dikir. Mirov bi saxî dişewitandin. Min bi xwe dît ku benzîn bi mirovan ve dikirin û dişewitandin. Dema ku fêhm kirin têne şikandin, ev rêbaz zêde kirin. Piştî ku koma Helebê jî tevlî şer bû, çeperên Kobanê êdî mîna kelehekê bûn. DAÎŞ hatibû şikandin, bêçare mabûn. Piştî ku hîmên azadiyê hatin danîn, dijmin hate şikandin.”
Tilîliyên tolhilanê nebelasebep bûn
Sorxwîn Mako têkildarî berxwedana li Kaniya Kurdan de jî ev agahî dan: “Hêz û morala ku li Kaniya Kurdan bi me re hebû, ne bawerim ku li devereke din a cîhanê hatiye dîtin. Her roj birîndar û şehîdên me hebûn, me her roj cesedên hevrêyên xwe yên şehîd kom dikir. Tilîliyên tolhilanê nebelasebep bûn. Ji sedî 80 ê hêza li Kaniya Kurdan jin bûn. Fermandarên wan jî jin bûn. Avahiyeke me ya ji 4 qatan hebû. Çeperek bû. Me ji cîhaza ragihandinê li axaftina DAIŞ’iyan guhdarî dikir. Ji aliyê psîkolojîk ve têk çûbûn. Fîşekên me zêde nebû jî ji ’emîrên’ xwe digotin ku gelekî li wan direşînin û nikarin serê xwe bilind bikin. Têk diçûn. Rast e me fîşek berdidan wan lê belê ne gulereşandin bû. Ev psîkolojiya têkçûnê bû.”
Heta zadiya Kobanê nesekinîn
Sorxwîn Mako anî ziman ku di şerê Kobanê de berxwedana şervanên jin mohra xwe li dîrokê xist û wiha pêde çû: “Ya wê çeper bi dest bixista ya jî wê di wê çeperê de bimira. Dirûşma her hevalên şehîd bû; ya em ê bi dest bixin, ya jî em ê bimirin! Dest ji çeperê nedihat berdan. Nefereke me ya gelekî ciwan hebû. Digot ‘Ya mirin an azadî ji Kobanê re, ya mirin an jî azadî’. Xwînda ya ji gundê Korikê, Xwîndaya me ya sembola ciwanên Rojava ji lingên xwe birîndar bûbû. Bi derfetên xwe li çeperê birîna xwe pêça bû û digot ‘ya mirin ya azadiya Kobanê’. Wan mirovan berê xwe dabûn azadiyê. Bi vî rengî qala bi sedan ciwanan bê kirin; Çekdar ê biçûk, Egîd û bi sedan ên mîna wan. Bi bedenên xwe yên biçûk lê bi dilê xwe yê mezin destana lehengiyê nivîsandin. Ciwan bûn, dibe ku negihîştibû temenê şer bikin, lê belê dest ji warê xwe bernedidan. Ji Kobanê bûn, heta azadiya Kobanê nesekinîn.”
Fermandar Sorxwîn Mako got, “Kobanê mîna gola xwînê bû, lê taca serketinê bi dest xist. Me bi sedan mirovên xwe yên ciwan û extiyar ji dest dan. Eger rabim navê bavên ku li kêleka me şehîd ketin bînim ziman, wê neqede. Ew bav bûn ku zarokên wan hebûn. Tevî ku me digot ‘Em ciwan in, em hene’ ew ji bo kêliyekê jî ji kêleka me nediçûn. Bi dehan bav, dayik û mirovên me yên extiyar şarjorên me tijî fîşek dikirin, qilêşên me paqij dikirin, av belav dikirin, nobed digirtin. Digotin ‘Xizmet şeref û namûs e’ û dikirin.”
Sorxwîn Mako bi bîr xist ku piştî banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çar parzemînan mirovan berê xwe dan Kobanê û wiha domand: “Gelan xwe ji sînor derbas dikirin. Ji Amed, Mêrdîn, Dersim… ji her derê. Jin, mêr, extiyar, dayik, bav… Yên hatin ti ji wan fîşekek jî neteqandibûn. Ji destê kê çi dihat ji bo wê bike dihatin. Yên hatin hemû neçûn biryargehê, yekser berê xwe dan eniyê. Me digot, ‘Şer e, di vê rêyê de şehadet heye, divê em navê we werbigirin’. Qet ji bîra min naçe, bavekî gotibû ‘keça min em jî bibin şehîdên bênav’. Ji bo dem dereng nebe tevdigeriyan.”
Azadkirina Kobanê li nexweşxanyê hîn bû
Sorxwîn Mako diyar kir ku piştî 12 çalakiyên xwekuj ên DAIŞ’ê hatin têkbirin şerekî giran qewimî û wiha got: “Dema ku li ser piyan plansazî dihate kirin obus û hawan hatin avêtin. Li Kobanê teqîneke mezin bû û yek ji topan li pêşiya me teqiya. Dema ku hatim ser hişê xwe serê min li ser sînga yekê bû. Dengê girî dihat, min nikarîbû çavên xwe vekim. Yê ku digiriya şehîd Hamza bû ku bi koma Helebê hatibû. Min fêhm kir ku di wesayitekê de bûm. Dema ku min herî dawî çavê xwe vekir ez li nexweşxaneyeke li Bakur bûm. Min dixwest çavên xwe vekim, lê hatibû pêçandin. Min tenê xwest ronahiyê bibînim. Ronahî dibe ku zerar bida, lewma hinekî vekirin. Xumamî jî bû min didît. Piştî çend rojan ji servîsa lezgîn derketim. Herdu ling û herdu destên min pêçandîbû. Televîzyon vekirî bû. Nûçeya destpêkê ku min bihîst şehadeta Hebûn Kobanê bû. Piştre min nûçeya şehadeta Viyan Peyman bihîst û herî dawî jî min bihîst ku Kobanê hatiye rizgarkirin. Min dikir qîrîn. Min yek bi yek navê hevalan bi bîr anî û digot ‘Kobanê rizgar bû’. Ne li ser xwe bûm, digiriyam. Min êdî bûyer ji televîzyonê dişopand û yekane daxwaza min çûyîna Kobanê bû. Piştî demekê vegeriyam. Rawestgeha min a destpêkê nuqteyeke YPG’ê bû. Gelek heval lê bûn. Her kesî kincên YPJ’ê li xwe kiribûn. Li Kobanê êdî jiyan hebû.”
Şehîdan ewrên tarî belav kirin
Sorxwîn Mako herî dawî destnîşan kir ku hovîtiya DAIŞ’ê bi berxwedana YPJ-YPG’ê ya li Kobanê hate şikandin û dawî li axaftina xwe anî: “Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê tevlîbûn li berxwedana Kobanê bû. Ruhê neteweyî yê li Kobanê mohra xwe li dîrokê xist. DAIŞ’ê têk birin. Gelên cîhanê ev lehengî dîtin. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî hate ragihandin. Yek ji hevalên ku DAIŞ têk birin hevrê Rêvan a ji Kobanê bû ku 6 meh beriya berxwedana Kobanê tevlî bûbû û di pêvajoyeke giran de xwe perwerde kiribû. Hevrê Rêvan piştî ku hevrêyên xwe yên birîndar rizgar kir, beriya ku birînên xwe bipêçe li biryargeha DAIŞ’ê çalakiya fedaî kir. Yên ku Kobanê ronî kirin Arîn Mîrkan, Rûken Rojhilat, Egîd, Şoreş, Zozan Kobanê û hevrêyên mîna wan bûn. Arîn Mîrkan ku di nava dilê dijmin de çalakî kir û Rûken Rojhilat ku li nava çeteyên li maleke li nêzî Miştenûrê kom bûn çalakî kir, ewrên tarî belav kirin. Van mirovan bi fedakirina bedena xwe hovîtî û tirs ji holê rakirin. Cîhanê şahidî ji vê yekê re kir û Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.”