Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Werin em bi ruhê berxwedanê Şoreşa Rojava biparêzin

Hevserokatiya KCK’ê roja azadkirina Kobanê û Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got: “Şoreşa Rojava encax bi têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan dikare were parastin. Her kesên li dijî mêtingeriyê ne, divê bi ruhê berxwedan û hevgirtina Kobanê bi xurtî piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava."

 

Democratic Confederalism flag waving at wind, slow. Loop

Hevserokatiya KCK’ê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cihanê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev roj li gelên cihanê pîroz kir. KCK’ê bal kişand ser Şerê Sêyemîn ê Cihanê yê di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de rû daye û wiha got: “Ev şer bi tevahî ji ber nakokiya serwerî û desthilatdariyê derketiye holê. Di vê çarçoveya de dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwazin vê pêvajoyê veguherînin firsendekê ji bo tunekirina Şoreşa Rojava û qirkirina kurdan pêk bînin. Yekane rêya pêşîgirtina vê yekê ew e ku gel û hemû hêzên demokratîk bi hêztir bibin xwedî helwest, bi hevgirtin û têkoşîna hevpar li ber xwe bidin.”

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Piştî rizgarkirina Kobanê 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cihanê hate ragihandin û piştre 2’ê Mijdarê weke Roja Rojava ya Cihanê hate ragihandin û li tevahiya gelên cihanê hate pîrozkirin. Bêguman şoreşa ku li Rojava pêk hat encama têkoşîna hevpar e. Berxwedan û serkeftina Kobanê jî bi heman rengî bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan pêk hat. Ji ber vê yekê Kobanê û Şoreşa Rojava bi xurtî ji aliyê gelên cihanê ve tê hembêzkirin. Bi vê boneyê em careke din vê şoreş û berxwedana pir watedar ji dil û can pîroz dikin û hevgirtina xwe ya xurt bi Şoreşa Rojava re tînin ziman. Di vê roja watedar de welatparêz û gelên şoreşger ên Rojava û Kurdistanê silav dikin. Em spasiya her kesê ku bi Şoreşa Rojava re ketine nava piştevaniyê, li berxwe dane, ked dane û bedel dane, di şexsê şehîdên berxwedana Kobanê de, hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dubare spasdarî û girêdana xwe ya bi şehîdan re radigihînin. Serkeftina Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê bi berxwedan û fedekariya bi hezaran hevrêyên navneteweyî yên weke Arîn, Avesta û Gelhat, Ulaş û Lêgerîn pêk hat. Ew û hevrêyên wan wê her tim weke sembolên vê şoreş û berxwedanê bên bibîranîn û jiyîn.”

Berxwedan mezin bû, DAIŞ têk çû û Kobanê hate rizgarkirin

Dema Kobanê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat, gel û şoreşgerên Rojhilata Navîn û gelek deverên cihanê bi taybet gelên çar parçeyên Kurdistanê ji bo rizgarkirina Kobanê ketin nava liv û tevgerê û tevlî berxwedana Kobanê bûn. Bi vî rengî berxwedan mezin bû, DAIŞ têk çû û Kobanê hate rizgarkirin. Rizgarkirina Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê parastina Şoreşa Rojava jî bi xwe re anî. Ji ber ku xwestin Şoreşa Rojava bifetisînin û Kobanê bikeve. Lê ev yek bi berxwedana hevpar a gel hate astengkirin. Tevî piştgiriya hemû hêzên paşverû, di serî de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, parastina Kobanê û rizgariya Şoreşa Rojava ya ji dagirkeriyê rizgar kir, bi awayekî zelal nîşan da ku berxwedana hevpar a gelan dikare çi bike. Berxwedan û serkeftina Kobanê nîşanî her kesî da ku tu hêz li ser hevgirtin û têkoşîna hevpar a gelan tuneye, tu teknîk û hêza madî ji vîna gel û azweriya jiyana azad a ku vê îradeyê derdixe pêş de nîne. Bêguman ev vîn û azwerî wê hemû cihanê ji serdestiya modernîteya kapîtalîst rizgar bike û bi zihniyeta modernîteya demokratîk jiyanê azad bike.

Hêza rast a li pişt DAIŞ’ê desthilatdariya AKP-MHP’ê bû. Yê ku DAIŞ êrîşî kurdan, Rojava, Êzidiyan û Kobanê kir hikûmeta AKP-MHP’ê bû. DAIŞ bi zihniyeta desthilatdariya AKP-MHP’ê dimeşîne û li gorî polîtîkayên wê tevgeriya. Îro desthilatdariya AKP-MHP’ê ye ku DAIŞ’ê bi rê ve dibe û hewl dide wê ji nû ve rake ser lingan. Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Kobanê, dema ku derket holê ku Şoreşa Rojava bi destê DAIŞ’ê ji holê nayê rakirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê rasterast kete dewrê û li dijî Rojava dest bi êrîşên dagirkirinê kir. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin û êrîşên li dijî tevahiya Rojava her ku diçe zêde dibin. Ev êrîş îro jî berdewam dikin.

Tiştê ku li Xezeyê hat kirin ji bo Rojava û kurdan jî dikin

Bi êrîşên nû yên 5’ê cotmeha 2023’an re derket holê ku armanca rastî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê qirkirin e. Di van êrîşan de bi dehan avahiyên hilberîn û jiyanê, dibistan û nexweşxane, îbadetxane û bendav hatin hedefgirtin, derbkirin û bi sedan kes şehîd û birîndar bûn. Ev qirkirineke aşkera ye. Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan ev yek bi awayekî vekirî ragihandin û li ber çavên cihanê kirin. Lê belê dewlet û saziyên navneteweyî li hemberî van êrîşên qirkirinê yên aşkera tu bertek nîşan nedan. Vê yekê bi awayekî zelal nîşan da ku dewlet û saziyên navneteweyî bi hikûmeta AKP-MHP’ê ya qirker re di nava têkiliyên aborî û siyasî de ne û ji ber têkiliyên xwe yên berjewendiyê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava dengê xwe dernaxin. Nêzîkatiyeke bi heman rengî di êrîşên li ser Xeze û pirsgirêka Filistînê de jî tê dîtin. Dewlet û saziyên navneteweyî nêzîkatiyeke samîmî û adil nakin, li gorî berjewendiyên xwe nêzî şerê li Xezeyê dibin. Herî zêde jî hikûmeta AKP-MHP’ê û Tayyîp Erdogan xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî ne. Dibêje ku ew li dijî êrîşên li ser Xezeyê ne, lê bi awayekî bêşerm heman tiştê ku li Xezeyê hat kirin ji bo Rojava û kurdan jî dikin. Ev bêşermbûn û durûtiyeke mezin e, vê yekê bi çavê her kesî dikin. Lê ev geşedan maskeya AKP-MHP û Tayyîp Erdogan daxist û her kesî vê yekê baştir fêm kir.

NATO jî hevparê qirkirinê ye

Weke ku tê dîtin metirsiya li ser Rojava ji holê ranebûye. Şoreşa Rojava di bin gef û êrîşa hêzên modernîteya kapîtalîst de ye. Dixwazin Şoreşa Rojava tasfiye bikin, xwestek û têkoşîna jiyana azad a gelan bitepisînin û tune bikin. Dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi zihniyeta xwe ya li dijî Kurdan dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake û qirkirina kurdan pêk bîne. Lê hêzên modernîteya kapîtalîst jî li pişt van êrîş û polîtîkayan radiwestin. Ji ber ku Şoreşa Rojava qada jiyana azad e ku bi têkoşîna hevpar a gelan hatiye afirandin. Dewlet naxwazin herêmek wisa hebe. Ji bo vê jî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava dernakevin, berovajî vê jî piştgiriyê didin wan. Dewleta tirk bi piştgiriya ku ji DYA, NATO, Ewropa û dewletên din distîne û bi çekên ku ji wan distîne êrîşî Rojava dike û qirkirinê pêk tîne. Lewma ev hêz hevparê qirkirina li Rojava ne û nikarin ji vê berpirsyariyê birevin.

Berxwedana ku li Kobanê pêşketiye nûjen bikin û hîn berfirehtir û geş bikin

Geşedan ev rastî îspat kir; Şoreşa Rojava tenê bi têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan dikare were parastin. Weke ku tê dîtin, hêzên serdest bi hev re di nava nakokî û şer de ne. Şerê cihanê yê sêyemîn di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de diqewime. Ev şer bi tevahî ji ber nakokiya serwerî û desthilatdariyê derketiye. Di çarçoveya vê de dewleta tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwazin vê pêvajoyê veguherînin firsendekê ji bo tunekirina Şoreşa Rojava û qirkirina kurdan pêk bînin. Hewl dide bi êrîş û polîtîkayên dimeşîne armanca xwe pêk bîne. Yekane rêya pêşîgirtina li vê yekê ew e ku gel û hemû hêzên demokratîk bi hêztir bibin xwedî helwest, bi hevgirtin û têkoşîna hevpar li ber xwe bidin. Divê ev yek bê kirin û bê bidestxistin. Şert û merc hewce dike ku em ruhê yekitî, hevgirtin û berxwedana ku li Kobanê pêşketiye nûjen bikin û hîn berfirehtir û geş bikin. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê û 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cihanê divê bi vê hişmendî û berpirsyariya dîrokî bên pêşwazîkirin û pîrozkirin. Bi taybetî gelê Rojava û Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û cihanê, jin, ciwan, sosyalîst, hêzên demokratîk û her kesên li dijî mêtingeriyê ne, divê bi ruhê berxwedan û hevgirtina Kobanê bi xurtî piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar