Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku astengkirina berdana girtiyan li dijî rûmeta mirovahiyê ye û got: "Ger dilê Tirkiyeyê û sedsaleke demokratîk û azad hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bîne."

Di sala 2021’ê de qanûna înfazê hat guherandin. Piştî vê guherandinê li girtîgehan Lijneyên Îdare û Çavdêriyê hatin avakirin. JI ber rpaorên van lijneyan berdana gelek girtiyan tê astengkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 23’yê tebaxa 2023’yan de eşkere kir; ji sala 2021’ê ve herî kêm berdana 313 girtiyan hatiye astengkirin.

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal biryarên van lijneyan nirxandin.

Bîrdal anî ziman ku berî meclis bê girtin qanûn hat vesazkirin û bi vê vesazkirinê re ji 362 hezar girtiyan 100 hezar girtî bi şertê kontrola edlî hatine berdan û yên hatine berdan jî grtiyên edlî ne. Bîrdal da zanîn ku niha 262 hezar kes girtî ne û piraniya wan ên siyasî ne. Bîrdal diyar kir ku li girtîgehan 600 jê rewşa wan giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Bîrdal wiha domand: “Girtiyên rewşa tenduristiya wan giran jiyana xwe ji dest didin. Hin girtiyên nexweş ji ber bertekên civakî tên berdan. Lê yên tên berdan jî piştî du sê rojên li malê jiyana xwe ji dest didin. Tiştên li girtîgehan diqewimin, nîşan didin u Tirkiye ji mafên mirovan û edaletê dûr ketiye. Atmosfera şer û polîtîkayên girêdayî şer, cihêkariya li girtîgehan zêdetir dike.”

‘Encama dijminatiyê’

Bîrdal destnîşan kir ku ferzkirina “poşmanîtiyê” li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Ev kes ji ber bîr û baweriya xwe girtî ne û 30 sal in di girtîgehê de dimînin. Dê çima poşman bibe? Ên li ser girtiyên siyasî tên pêkanîn, ji bêhiqûqîtiyê wêdetir, encama dijminatî, kîn û nefretê ye. Divê muxalefeta civakî û siyasî vê yekê daxilî nava bernameya xwe bike û li dijî wan rabe.”

Bîrdal bal kişand ser peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmzevanê wan û got ku mekanîzmayên navenetweyî jî mueyîdeyan pêk nayne ku Tirkiye dest ji van kirinên xwe berde.

Bîrdal tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibîr xist û got ku tecrîd û israr di meseleya kurdan de bandorê li girtîgehan jî dike. Bîrdal bilêv kir ku divê desthilat guh li muxalefeta civakî û siyasî bike û got: “Ger dilê Tirkiyeyê û sedsaleke demokratîk û azad hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bîne. Bidawîbûna tecrîdê tenê dê derî li çareseriyeke demokratîk a ji bo meseleya kurd veneke. Di heman demê de ji bo aştiyê pêdiviya gelên Rojhilata Navînê bi Abdullah Ocalan heye.”

Bîrdal destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê astengî ye li ber aştiyê û got: “Divê em her roj li dijî tecrîdê rabin. Ji bo berbiçavkirina neheqî û bêhiqûqîtiyên li girtîgehê, divê em bi awayekî hevpar bitêkoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar